Nûçeyên Iraqê
Siyaset

Komeke çekdar a parêzgeha Swêdayê Rûsya bi bûyerên dawî tawanbar dike

Welîd Ebul Xêr li Qahîrayê

Endamine çekdar ên komeke herêmî li başûrê parêzgeha Swêdayê têne dîtin, ku li wir gelek revandin û kuştin çêbûne. [Wêne ji Suwayda ANS hatiye wergirtin]

Endamine çekdar ên komeke herêmî li başûrê parêzgeha Swêdayê têne dîtin, ku li wir gelek revandin û kuştin çêbûne. [Wêne ji Suwayda ANS hatiye wergirtin]

Komeke çekdar a opozîsyonê li parêzgeha Swêdayê, Hêzên Şêx el-Keramê, dibêje ku ew Rûsya bi nebûna qanûnê li başûrê Sûrîyayê tawanbar dikin, ku pêleke revandin û kuştinê ya vê dawîyê 15 kes kuştî li paş xwe hişt, çalakgerekî herêmî got.

Li gorî Şêx el-Keramê, hemû kesên jîyana xwe ji dest da li ser destê komeke çekdar ji parêzgeha Deraaya cîran hatin kuştin ku Rûsya piştevanîya wê dike û yekser girêdayî polîsê serbazê yê Rûsyayê ye.

Feyleqê Hêzên Êrîşê yê 5an hêzeke bi temamî xwebexş e û ji alîyê Ehmed Oda ve tê birêvebirin ku weke beşekî artêşa rejîma Sûrî şer dike. Çekdarên wê perwerde, amadekarî û şêwira xwe ji endamên artêşa Rûsî werdigirin.

Çalakgerê ji parêzgeha Swêdayê Nîzar Bû Elî ji Diyaruna re ragihand ku Hêzên Şêx el-Keramê ji mezintirîn komên çekdar li parêzgeha Swêdayê ne.

Komên herêmî yên li Swêdayê li benda encamên danûstandinên navbera oldar û rîspîyên herêmê ne yên dê sînorekî ji tengijînên heyî re deyînin. [Wêne ji Al-Quraya Now hatiye wergirtin]

Komên herêmî yên li Swêdayê li benda encamên danûstandinên navbera oldar û rîspîyên herêmê ne yên dê sînorekî ji tengijînên heyî re deyînin. [Wêne ji Al-Quraya Now hatiye wergirtin]

Ehmed Oda, fermandarê Feyleqê Hêzên Êrîşê yê 5an, ku bi revandin ku kuştinên vê dawî li parêzgeha Swêdayê tê gunehbarkirin, tê dîtin. [Wêne ji Orient News hatiye wergirtin]

Ehmed Oda, fermandarê Feyleqê Hêzên Êrîşê yê 5an, ku bi revandin ku kuştinên vê dawî li parêzgeha Swêdayê tê gunehbarkirin, tê dîtin. [Wêne ji Orient News hatiye wergirtin]

Wî got "ew Rûsyayê bi berdewamkirina revandin û kuştinên navbera komên li Swêda û Deraayê tawanbar dikin".

Li gorî Hêzên Şêx el-Keramê, Bû Elî got, Feyleqê Hêzên Êrîşê yê 5an ê Rûsya piştevanîya wê dike hîna kuştin û revandinê berdewam dike.

Wî anî ziman ku komên opozîsyonê dibêjin Feyleqê Hêzên Êrîşê yê 5an yekser berpirsê kuştina 15 niştecihên Swêdayê ye, ku di pevçûna ku berî çend rojan de ya li nêzî gundê Qureya yê Swêdayê rû da hatibûn kuştin.

Nebûn û valabûna ewlehîyê

Hêzên Şêx el-Keramê got ku ew berpirsyartîya nebûn û valabûna ewlehîyê digirin ser rejîma Sûrî ku hişt dizî, talanî, kuştin û revandinên li beramberî fidyeyan çêbibin.

Bû Elî dîyar kir ku pênc kes ji parêzgehê di çend saetên borî de hatin revandin, û hat teqezkirin ku ew aniha li parêzgeha Deraayê ne.

"Hêzên rejîma Sûrî tiştek nekir jî," wî da zanîn, "ku tevî sê kes ji wan serbazkirî bûn û diçûn da tevlî yekîneyên artêşa wan ên li bajarokê Busra el-Herîr li bakur-rojavayê Deraayê bibin".

Bû Elî da zanîn ku xebatên berdewam ên rîspîyên Swêdayê hene da dawî li van tengijînan bînin, kirinên derqanûnî rawestînin û nehêlin rewş ji wisa kambaxtir bibe.

Wî got ku metirsî hene ku rewş ber bi şerekî tayîfî ve biçe, ji ber gelek niştecihên Swêdayê Durzî ne, piranîya yên Deraayê jî Suna ne.

Bû Elî daxuyand ku revandin "karekî bi sûd e ji komên rêbir ên Deraayê re", ku fidyeyên ji malbatên kesên revandî dixwazin, digihêjin 20 milyonên Sûrî (40,000 dolar).

Wî anî ziman ku di vîdyoyên kesên revandî de lêdan û hemû cureyên êşkenceyê dîyar dibin, di nav de destdirêjîya zayendî, ku ji malbatên wan re dişînin, û daxwaza fidyeyan li beramberî serbesberdana wan dikin.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500