Nûçeyên Iraqê
Terorîzm

Kompanîya Mehan a Firokevanîyê berjewendîyên Îranê yên cîhanî dide pêş

Sina Ferhadî

Balefireke Mehan bo Firokevanîyê li ser medrecê ye piştî ku li Balefirgeha Navdewletî ya Senaayê li Yemenê daketiye, ev wêne vedigere 1ê Adara 2015an. [Muhemed Huweys/AFP]

Balefireke Mehan bo Firokevanîyê li ser medrecê ye piştî ku li Balefirgeha Navdewletî ya Senaayê li Yemenê daketiye, ev wêne vedigere 1ê Adara 2015an. [Muhemed Huweys/AFP]

Kompanîya Mehan bo Firokevanîyê yaÎranî ku siza li ser tên sepandin tevlî çalakîyên cihê gumanê li dewsa rejîma Îranê dibe, û çend caran geştîyên asmanî yên bi Venezwêlayê pêk anîne bo piştgirîkirina xebatên piştevanîkirina dijminên Amerîkayê, xebîran ji Diyaruna re ragihand.

Xebatên Îranê yên firoştina benzînê û berhemên din ên patrolê bo Venezwêlayê di heftîyên borî de bûbûn manşêtên mîdyayê, piştî ku pênc nefthilgirên Îranî ku benzîn û berhemên neftê hildigirtin gihiştin parzûngeha neftê ya serekî li Venezwêlayê.

Mehan bo Firokevanîyê tiştan vediguhêze Venezwêlayê, ku ew welat bi xwe li jêr sizayên Amerîakyê ye û li nêzî herifîna aborî ye.

Venezwêla hawara xwe gihand Îranê bo alîkarîya wê bike di nûavakirina sazîyên wê yên neftê de, di demekê de ku Îran, ku li jêr sizayên Amerîkayê ye, nikare qebareke têrdar ji neftê bi pereyên kaş bifiroşe, û hêvî dike ku vê yekê bi rêya wergirtina fatoreyan bi zêr ji Venezwêlayê çareser bike.

Di gotarekê de meha Mijdarê, Fermandarê Pasdaran Nusretulah Husênîpûr mukur hat ku Feyleqê Qudis balefirên Mehan bo Firokevanî bi kar anîne bo veguhestina serbazan. [Wêne ji19 Aban hatiye wergirtin]

Di gotarekê de meha Mijdarê, Fermandarê Pasdaran Nusretulah Husênîpûr mukur hat ku Feyleqê Qudis balefirên Mehan bo Firokevanî bi kar anîne bo veguhestina serbazan. [Wêne ji19 Aban hatiye wergirtin]

Mehan bo Firokevanîyê, ku di lîsteya reş a Amerîkayê de ye, bi hevkarîkirin bi Pasdarên Şoreşa Îslamî ya Îranî (Pasdaran) û Feyleqê Qudis re hatiye tometbarkirin.

Xebîrên ku ji Diyaruna re axêvîn bawer dikin ku lêkolînek derbarê çalakîyên cîhanî yên Mehan bo Firokevanîyê de dikare wêneyeke giştgîrtir li dor çalakîyên têkder ên Pasdaran li ser asta cîhanê peyda bike.

Hevahengîya serbazî bi Pasdaran re

"Mehan bo Firokevanîyê di hemû kiryarên nerewa yên Pasdaran de ûdi siyaseta berfirehxwazî ya Îranê li hermê û li cîhanê de cih digire," şirovekarê siyasî Ehmed Gilanî ji Diyaruna re ragihand.

Hevkarîya serbazî ya kompanîyê bi Pasdaran de ji alîyê Amerîkayê ve hatibû naskirin, lê berpirsên Îranî red kirin ku tu hevkarîyeke wiha hebe, Gilanî got.

Di gotareke meha Mijdarê de, fermandarê Pasdaran Nusretulah Hussênîpûr mkur hat ku Feyleqê Qudis balefirên Mehanê bi kar anîne bo veguhestina serbazan.

Gilanî got ku xuya ye ku rejîma Îranî roleke eşkere dispêre kompanîyê, û da zanîn ku "ji Yemen heta bi Sûrîya û Çînê, û aniha li Venezwêlayê, Mehan bo Firokevanîyê li her derê ye".

Wî teqez kir ku çend caran balefirên Mehanê alavên serbazî bo Yemenê veghestine, "û carekê, tevî gefên hêzên Siûdî, wan li nêzî Balefirgeha Senaayê danî" berî ku ew neçar bûn vekişin.

Wî da zanîn ku kar û çalakîyên kompanîyê "ne tenê karê kompanîyeke firokevanîyê ya rêwîyan a normal e û di rastî de ew beşeke ji pêgeheke serbazî ku rêwîyan weke mertalên mirovî bi kar tîne bo pêkanîna meremên serbazî".

Gilanî teqez kir ku mîna hemû komên mafyayî, dê Mehan bo Firokevanîyê tu karê xeter bê qezenc pêk neyîne.

"Weke mînak: Biryar bû rêyeke Mehan bo Firokevanîyê di navbera Tehran û Kerekasê de wer destpêkirin di heyama Ehmedî Necad de [serokê berê yê Îranê] Ahmadinejad, ku wî bawer dikir ku geştên asmanî bo Kerekasê dê rê bide wan ew xwe bigihînin 'navçeya paşîn' a Amerîkayê," wî got.

Lê Mehan bo Firokevanîyê dê qebûl bike ku di vê rêyê de bifire dema ku ew destûrên geştên asmanî bo Çînê û Lubnanê bi dest bixe, û bi tenê piştî geşteke asmanî ya yekane, "hemû geştên asmanî bo Kerekasê hatin rawestandin ji ber nakokîyên bi Wezareta Pîşesazîyê re".

Gilanî got ku Mehan bo Firokevanîyê dê tu xeterîyan neke heta ew pereyên xwe nestîne, ku ew jî çend qatan ji yên normal bêhtir in, û da zanîn ku "ev pere dê bikevin berîkên fermandarên Pasdaran de".

Îran qeyraneke aborî ya dijwar jîyan dike

Mehan bo Firokevanîyê geştên asmanî bo Venezwêlayê rêk dixe bo anîna zêr bo Îranê teqez dike ku projeya Îranê ya xwevedizîna ji sizayên Amerîkayê li Asyayê di qeyraneke kûr û dijwar de ye, pisporekî warê aborî bi navê Behzad Gonebadî ji Diyaruna re ragihand.

Wî got ku ev yek nîşan dide Tehran nikare pereyên kaş ji welatên Asyayê wergire, weke serencameke van sizayên berdewam.

Gonebadî got ku ne zelal e çima Mehan bo Firokevanîyê geştên asmanî yên bo Venezwêlayê dîsan dewam kirine, ku rêwîyên gelek tune ne ku ew geşt qezencbar bin, lê dibe ku ji ber hewcedarîya wê ya yekcar gelek bi pereyan be.

Bi heman awayî, "hewcedarî Îranê ya yekcar gelek bi pereyên kaş yek ji sedemên serekî ye yên ku hiştin rejîm vê xeterîyê bike", wî got.

Gonebadî got ku ev geştên asmanî beşek in ji operasyonên Feyleqê Qudis ê Îranî bo xwevedizîna ji sizayan, û da zanîn ku "tu cudahî di navbera van geştên asmanî û tiştê berî aniha li Sûrîya û Yemenê, û heta bi Çînê qewimîne tune ye".

"Li pişt vê hemû çîrokê milîseke terorîst a xeternak û mafyayî heye ku ew qezencên mezin ji têkdana ewlehîyê û aramîyê li cîhanê dike," wî got.

Wî da zanîn ku sizayên Amerîkî bûn sedema daketineke bilez di pereyên kaş ên hikûmeta Îranî de, lewra rejîm zêr dixe dewrê de bo tu şopa herikîna pereyên kaş ku Feyleqê Qudis pêk anîye nebe".

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500