Nûçeyên Iraqê
Analîz

Hevpeyvîna bi balefirvanê Mehan re xebatên têkder ên Pasdaran li ser asta cîhanê ronî dike

Sina Ferhadî

Kompanîya Mehan bo Balefirvanîyê bi hilgirtin û guhestina kel û pelên neqanûnî bo welatên cuda li Rojhilata Navîn hat bersûckirin. [Wêne ji Hamsharî Online hatiye wergirtin]

Kompanîya Mehan bo Balefirvanîyê bi hilgirtin û guhestina kel û pelên neqanûnî bo welatên cuda li Rojhilata Navîn hat bersûckirin. [Wêne ji Hamsharî Online hatiye wergirtin]

Medyaya Îranî di nîvê Hezîranê de hevpeyvîneke bi Emîr Esedulahî, balefirvanekî Mehan bo Balefirvanîyê, ku serpêhatîya xwe dibêje dema fermandarê Pasdaran ê kuştî Qasim Sulêmanî di balefira wî de bû berî heft salan.

Hevpeyvînê careke din bal kişanede ser kiryarên Pasdaraên Şoreşa Îslamî ya Îranê (Pasdaran), ên ku aramîyê li herêmê xilûle dikin, kiryarên ku ji alîyê Sûlêmanî ve dihatin birêvebirin, dema ku ew fermandarê Feyleqê Qudis ê Pasdaran bû, yê ku di êrîşeke Amerîkî ya bi dronê li Balefirxaneya Bexdayê ya Navdewletî hat kuştin di kanîna Duyem de.

Xelefê Sulêamnî emîd Ismaîl Qeanî ye, yê ku şirovekar dibêjin ku gengaz e ku heman rêbazî yê berî xwe bimeşîne.

Kel û pelên neqanûnî û bertîlgirî

Esedullah got ku wî balefireke rêwîtîyê ber bi Şamê ve diajot di Hezîrana 2013an de, balefira ku radihişte heft ton "kel û pelên qedexekirî". Sulêmanî di nav 200 rêwîyan de bû di balefirê de.

Wêneyên fermandarê Pasdaran Qasim Sulêmanî û cîgirê Hêza Heşda Şebî Ebû Mehdî Muhendis ên kuştî li meydaneke Senayê ne. [Wêne ji Ajansa Mehr a Nûçeyan hatiye wergirtin]

Wêneyên fermandarê Pasdaran Qasim Sulêmanî û cîgirê Hêza Heşda Şebî Ebû Mehdî Muhendis ên kuştî li meydaneke Senayê ne. [Wêne ji Ajansa Mehr a Nûçeyan hatiye wergirtin]

Piştî weşandina hevpeyvîna bi Esedulahî re, kompanîya Mehan bo Balefirvanîyê red kir ku ti carê wê rahiştibe kel û pelên neqanûnî yan ew guhestibin.

Abornas Behzad Gunabadî ji Diyaruna re got ku Pasdaran û şaxê wî yê biyanî, ku weke Feyleqê Qudis tê naskirin, berjewendîyên Îranîyan kirine qubanî û bi hezaran sivîlên bêgunih li herêmê kuştin daku planên xwe yên berfirehkiirnê bi cih bînin.

Derbarê hevpeyvîna Esedulahî, Gunebadî got, "Ew kel û pelên qedexekirî yên giranîya wan 7 ton e dibe ku tenê cebilxane û çek bin."

Li gorî Esedulahî, zor li balefirê hat ku li Balefirxaneya Bexdayê dakeve ji ber "hêzên Amerîkî yên li burcê kontrolkirinê yê balefirxaneyê gumanbar bûn ku Sulêmanî di balefirê de ye".

Balefirvanê Mehan bo balefivanîyê got ku di pişt re Sulêmanî xwe kire tîpê edazyarekî balefirvanîyê û karîbû xwe ji ber çavên hêzên ewlekarîyê yên Îraqî veşêre, yên bertîlê Esedulahî qebul kirin li hember ku kel û pelên balefirê lêkolîn nekin, û destûr danê de ku ji Bexdayê derkeve.

Destwerdana herêmî

Gunabadî got ku gotinên Esedulahî girîng in ku ew eşkere dikin ku Pasdaran balefirên rêwîtîyê yên mîna Mehan bo Balefirvanîyê û rêwî weke "mertalên zindî" bi kar anîne daku armancên xwe pêk bîne.

Vê dawîyê, emîdê Pasdaran Nesretullah Huseynîpûr mikur hat ku Kompanîya Mehan bo Balefirvanîyê berî hat bikaranîn daku endamên milîsa Îran pişgirîya wê dike biguhêze beşine din ji herêmê.

Di hevpeyvînekê de bi Diyaruna re, çalakgerê siyasî Siyavaş Mîrzade yê li Tehranê dimîne got, "Ji Sûrîya, Lubnan û Îraqê heta Yemen û Afxanistanê, hemû dever mişt komên çekdar in ên ji alîyê Pasdaran ve hatine çêkirin an tên piştgirîkirin."

"Weke mînak, endamên rêxistina Bedr li Îraqê hatine orgenîzkirin û ji alîyê Feyleqê Qudis ve hatine rahênankirin," wî got.

Rêxistina Bedr û hevalbendên wê yek ji sedemên sereke bûn bo nearamîya siyaysî li Îraqê. Di xwenîşandanên Îraqî de di van çend mehên bûrî de, bi dehan xelk ji alîyê milîsên Îran piştgirîya wan dike, mîna Bedr hatin kuştin, Mîrzade got.

Bi heman şêweyî, Pasdaran destwerdan kir li alîyê rejîma Beşar Esed da alîkarîyê pê re bike di çewisandina xwenîşandanên bang dikin bo şert û mercine jîyanê yên baştir. Vê yekê hişt ku xwenîşandanên aştîyane bibine şerekî çekdar, ku wê yekê jî derî li pêşîya komên tundrew vekir.

"Tawanên ku ji alîyê Pasdaran ve hatin bicihanîn li gelê Îranî hatine ravekirin û dê ti carê di dîroka têkilîyên di navbera herdu welatan de neyên jibîrkirin," Gunebadî got.

Bikaranîna Pasdaran ji rêwîyan re weke "mertalên zindî"

Mîrzade got ku herwiha Hizbulaha Lubnanê "pêlîstokeke Pasdaran e" û anî ziman ku ew jî aramî li Lubnanê lawaz dike û xwenîşanderan ditirsîne.

"Mirov dikare heman tiştî derbarê kiryarên Pasdaran û hevalbendên wê li Yemenê,di salên şerê navxweyî de, bibêje, ku Pasdaran çekan dabîn dike û Hûsîyan rahînan dike," wî got.

Rejîma Îranî torek ji Kompanîyan çêkiriye daku pereyan ji Hûsîyan re bişîne, vê yekê hişt ku karibin Yemenê di rewşeke şer de bihêlin, parêzgerê parêzgeha Hedêdayê Hesen Tahir ji Diyaruna re got di Kanûna Duyem de.

Wî da zanîn ku ev tor kompanîyên guhertina pereyan, guhestina pereyan û yên guhestina deryayî herwiha operesyonên "alîkarîya mirovî" dihundirîne yên ku tenê projeyine nepenî ne ku temwîlkirinê ji Hûsîyan re dabîn dikin.

Li gorî Mîrzade, reftarên Feyleqê Qudis li herêmê destnîşan dikin ku jîyana sivîlan ji Pasdaran re bê qîmet e.

"Îranê Ensarullaha Yemenê ji komeke piçûk a ne girîng kire komeke nîvserbazî ya herî mezinli Yemenê," wî got. "Yek ji stratejîyên serbazî yên komê ew e ku xwe di nav sivîlan de veşêre, yên ku di encamê de dibine qurbanî."

Gotinên Esedulahî derbarê firîna wî di navbera Tehran û Şamê de ku tê de radihişte Sulêmanî "stratejîya mertalên zindî" rast nîşan dike ku bi rastî Pasdaran û hevalbendên wê bi cih dianî, ên ku qurbanîyên wan bi awayekî sereke sivîlên herêmê ne, wî got.

Tu vê mijarê diecibînî?

1 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500

Mixabin, li San'ayê, paytexta Yemenê û çavkanîya Ereban, wêneyên gurên Xosrow tên bilindkirin.

BERSIV BIDE