Nûçeyên Iraqê
Tawan û Dadmendî

NY dibîne "pir gengaz e" ku hikûmeta Sûrî û hevalbendên wê nexweşxane armanc kiribin

Diyaruna û AFP

Jinek di nav molozên avahîyekê radiweste ya hat gotin ku di êrîşên asmanî de yên ji alîyê rejîma Sûrî û hevalbenda wê Rûsyayê ve hat wêrankirin, li bajarokê Kefer Nubilê li beşê parêzgeha Idlibê yê li jêr kontrola opozîsyonê di 20ê Gulana 2019an de. [Omer Hac Qedûr/AFP]

Jinek di nav molozên avahîyekê radiweste ya hat gotin ku di êrîşên asmanî de yên ji alîyê rejîma Sûrî û hevalbenda wê Rûsyayê ve hat wêrankirin, li bajarokê Kefer Nubilê li beşê parêzgeha Idlibê yê li jêr kontrola opozîsyonê di 20ê Gulana 2019an de. [Omer Hac Qedûr/AFP]

Encumeneke lêpirsînê ya NY ku lêpirsînekê derbarê êrîşên li ser sazîyên sivîl li Sûrîyayê pêk tîne gihişt encamekê ku "pir mumkin e" ku hikûmeta Sûrî û hevalbendên wê êrîşî sazîyên guhdana tendirustî, fêrgehekê û navendeke parastîna zarokan pêk anî be di sala 2019an de, li gorî kurteya raporta wê ya roja Duşemê (6ê Nîsanê) hat belavkirin.

Lê raportê red kir ku yekser Rûsya bike berpirsa vê êrîşê.

Kordîneyên cihan ji alîyê NY bo alîyên şer hatin ragihandin daku wan ji êrîşên asmanî biparêzin.

Hêzên Serokê Sûrî Beşar Esed, bi piştgirîya Rûsyayê, dest bi êrîşekê kir di destpêka sala par de li ser asêgeha opozîsyonê ya sereke ya dawî li bakur û rojavayê Sûrîyayê. Rûsya û Sûrîya got ku hêzên wan sivîlan an binesazîyên sivîl armanc nakin

Bê ku behsa Rûsyayê bike, lêpirsîn gihişt ecama ku pênc ji her heft haletên ku ji alîyê encumenê ve hatin lêkolînkirin, "hikûmeta Sûrîyayê û /yan hevalbendên wê êrîşên asmanî pêk anîn".

Di sala 2019an de, The New York Times lêkolîneke giştgîr weşand, nemaze tomarkirinên balefirvanên Rûsî, ya ku yekser Rûsya şermezar kir ji ber êrîşên li ser nexweşxaneyên li Sûrîyayê.

"Redkirina ku bi awayekî eşkere Rûsya weke alîyekî berpirs bi nav bike ya ku mil bi mil li gel hikûmeta Sûrî kar dike... hêvîşkestineke kûr e," Human Rights Watch got piştî ku kurte hat belavkirin.

Komîsyona NY li her heft êrîşên ku ji Nîsanê heta Tîrmehê li erdên li jêr kontrola opozîsyonê li bakur û rojavayê Sûrîyayê hatin bicihanîn nêrî, lê peygerên wê nikarîbûn herin wan deveran ji ber hikûmeta Sûrî vîza neda wan.

Encumenê yek ji nexweşxaneyan teftîş nekir, ji ber encamên lêkolînê dîyar kirin ew û pîvanên komîsyonê li hev nehatin.

Di nav haletan de fêrgeha Şehîd Ekrem Elî Ibrahîm Ehmed li Kelet Medîqê di 28ê Nîsanê de û navenda Raqayayê ya bo guhdana tendirustî ya seretayî di 3yê Gulanê de.

Di her du haletan de tu qurbanî nebûn. Raportê got ku pir gengaz e ku êrîş ji alîyê Sûrîya û hevalbendên wê ve hatibin bicihanîn.

Herwiha Komîsyonê li navenda tendirustîyê ya Kefer Nibûdayê di (7ê Gulanê) de nerî, ya ku herwiha tu qurbanî tê de nebûn, êrîşa ku ew jî ji alîyê Sûrîya û hevalbendên wê ve hat pêkanîn.

Redkirina ji alîyê Moskoyê ve

Êrîşeke 14ê Gulanê li ser kampa Neyrebê ya bo penaberên Filestînî, li Helebê, 10 kes mirin û dora 30 kesan jî birîndar bûn û mumkine ku ji alîyê Qaidê şaxê Sûrîyayê ve hatibe bicihanîn, raportê got.

Êrîşa li ser navenda nûjdarîyê ya Kefer Nibulê ya di 4ê Tîrmehê de bê qurbanî bû û kordîneyên wê bo Rûsîyayê hatibûn dan. Êrîşa li ser navenda parastina zarokan li Erîhayê di 28ê Tîrmehê de hejmareke kêm ji xelkê tê de birîndar bûn û kordîneyên wê herwiha bo Rûsyayê hatin dan.

Raport giha encamekê ku pir mumkine ku herdu êrîş ji alîyê Sûrîya û hevalbendên wê ve hatibin bicihanîn.

Mosko, piştgira rejîmê ya serbazî û siyasî ya sereke, red kir ku balefirên wê cihên sivîl armanc kiribin.

Kurte ji alîyê Sekreterê Giştî yê NY Antonio Guterres hat amadekirin li ser binegeha raporteke hundirîn a nepenî ku ji 185 rûpelan pêk tê, li gel 200 pêvekan.

Kurte bo her 15 endamên Encumena Ewlekarî ya NY hat radestkirin.

Guterres hejmara piçûk a bûyerên hatin sehkirin vegerande neamadebûna karmendên NY li ser erdê, ya hişt zehmet be ku dîyar bikin bê çi çêbû.

Di dawîya Tîrmeha sala 2019an de, 10 endamên Encumena Ewlekarî daxwazeke kêm car tê xwestin kir -- daxwazeke dîplomatî a fermî -- ji Guteress xwestin ku lêpirsînekê derbarê êrîşên li ser sazîyên bijîşkî veke, vê yekê jî Rûsya aciz kir.

Encumena lêpirsînê di Îlonê de hat çêkirin û divabû raporta wê di dawîya sala 2019an de hatiba radestkirin, lê ew hiştine heta Adarê.

Guteress teqez kir ku encumena lêpirsînê ne ji bo plêkolîneke tawankar bû û armanca wê ew bû ku tedbîrên NY baş bike û nehêle êrîşên mîna van di pêşerojê de çêbibin.

Gelek welatên rojavayî û Rêxistinên Ne Hikûmî nîqaş kir ku divê êrîşên asmanî yên li ser armancên sivîl li Sûrîyayê weke tawanên şer werin darizandin.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500