Nûçeyên Iraqê
Mafên Mirov

Raporta NY derbarê tawanên Idlibê "serkeftineke ji mirovahîyê re"

Welîd Ebul Xêr li Qahîrayê

Tîmekî Xûzeyên Sipî molozên avahîyên bajarê Idlibê yên di êrîşên asmanî yên Rûsî û Sûrî de hatine wêrankirin radikin. [Wêne ji Berevanîya Sivîl a Sûrî hatiye wergirtin]

Tîmekî Xûzeyên Sipî molozên avahîyên bajarê Idlibê yên di êrîşên asmanî yên Rûsî û Sûrî de hatine wêrankirin radikin. [Wêne ji Berevanîya Sivîl a Sûrî hatiye wergirtin]

Ciwanên xwecihî û xebatkarên medyayê li Idlibê hêjane ku werin pesindan ji ber ku ew jîyana xwe dixine xeterîyê de daku "tawanên şer û binpêkirinên mafên mirov ên berbelav eşkere bikin" ên ku di raporteke nû de ya Komîetya Rapirsînê ya NY li Sûrîyayê, çalakgeran ji Diyaruna re ragihand.

Zarok, jin û mêrên Sûrî "derdekî nayê tehmûlkirin" dikişînin, di pêngaveke serbazî de ku ji alîyê rejîmê û hevalbendên wê ve hatin pêkanîn di dawîya sala 2019an de daku deverên dawî yên li jêr kontrola opozîsyonê vegerîne, li gorî raportê.

Raporta ku di 7ê Tîrmehê de hat weşandin, heyama ji Mijdara 2019an ve heta Hezîranê dide ber xwe.

Hêzên Sûrî, bi piştgirîya balefirên Rûsî "êrîşên asmanî û bejî yên ku binesazîyên sivîl wêran kirin û gund û bajarok vala kirin û bi sedan jin, mêr û zarokên Sûrî kuştin bi cih anîn", raportê got.

Endamekî Xûzeyên Sipî bombeyeke goşî bê zirar dike li gundewarê Idlibê berî ku wê bi awayekî ewle biteqîne. [Wêne ji Berevanîya Sivîl a Sûrî hatiye wergirtin]

Endamekî Xûzeyên Sipî bombeyeke goşî bê zirar dike li gundewarê Idlibê berî ku wê bi awayekî ewle biteqîne. [Wêne ji Berevanîya Sivîl a Sûrî hatiye wergirtin]

Dema sivîl ji ber "bombebarandina ketober û berfireh revîyan", tundrewên Tehrîr el-Şam malên wan talan kirin, raportê got. Herwiha wan "sivîlên ku nerînên dijber derbirîn dikin, girtin, êşkence kirin û îdam kirin, di nav wan de rojnamevan".

Peygerînê 52 êrîşên ku qurbanîyên sivîl encam danan an ziyan gihandine binesazîya sivîl tomar kirin, di nav wan de 17 êrîş li ser nexweşxane û sazîyên bijîşkî, 14 êrîş li ser fêrgehan, neh li ser bazaran û 12 li ser malên taybet.

Serkeftina mafên mirov

Raporta NY "serkeftinek ji mirovahîyê re ye" û piştgirîya mafên sivîlan dike yên ku ji alîyê alîyên gunehbar ve rastî bedkarîyê hatin, di nav wan de rejîma Sûrî, Rûsya û Tehrîr el-Şam, endamekî Xûzeyên Sipî Xalid Xetîb got.

"Dibe ku bombeyên xweşîbar çekên herî hovane bin ku li dijî sivîlan hatine bikaranîn, ji ber ew berpirs derbarê kuştin û birîndarkirina rêjeya herî mezin," wî ji Diyaruna re ragihand.

Xetîb got ku balefirên şer ên Rûsî û Sûrî ev cebilxane bi awayekî sîstematîk avêtin di heyama ku vê raportê daye ber xwe

"Ev tawan dê bi hêsanî ji mejîyê Sûrîyan neyê rakirin, bi taybet zarok, ji ber malbatek nîne li herêma Idlibê ku endamekî wê ne mir an birîndar nebû," wî got.

"Ligel, trajedîya bêwarîyê ku jîyana sivîlan kire dojeh û jîyana wan xirab kir ji ber tirsa makîneya serbazî ya ku dide dûv wan," wî got.

Xetîb got ku Xûzeyên Sipî (Berevanîya Sivîl a Sûrî) hewl dide ku çi ji dest derkeve bike daku li rex sivîlan raweste, hewarçûnê bigihîne wan û çalakîyên civakî û yên kêfxweşîyê ji zarokan re organîz bikin.

Wî got ku herwiha tîmên Xûzeyên Sipî berdewam dikin daku samanên xwe yên kêm bi kar bînin daku molozên malên wêrankirî rakin û rêyan mişt kurtik ên ji ber mûşekan çêbûn rast bikin daku vegera niştecîyên bêwar hêsan bikin.

Çlakger û ciwan hatine armanckirin

"Divê qencîya eşkerekirina van tawanan û dîyarkirina wan ji hemû cîhanê re -- ku şermezarkirineke navdewletî encam da -- ji ciwanên ku li deverên xeternak li Sûrîyayê [rûdinin] here," parêzerê Sûrî Beşîr Besam ji Diyaruna re eşkere kir.

Wî bi taybetî bal kişand ser ciwanên li Idlib, Hema, Heleb û li derora Laziqîyayê.

Gelek ji van ciwanan "jîyana xwe kire qurbanî daku rastîya ku li ser erdê rû dide eşkere bikin û van tawanan belge bikin", wî got û da zanîn ku ew yekser ji alîyên êrîşên asmanî û topavêjên Rûsî û Sûrî ve dihatin armanckirin.

Wî got ku herwiha Xûzeyên Sipî hêjayî pesindanê ne, ew zordestîya ku sivîl rastî tên belge dikin û delîlên ku bi hejmar û navan û hejmara birîndaran teqezkirî ne dabîn dikin, ligel şopandina haletên xeternak.

"Ev tîm bi xwe bi awayekî yekser bi fîşek, bombebarandin û êrîşên asmanî tên armanckirin," Besam got, wî tercîh kir ku ew ji ber karê xwe yê belgekirina tawanên li dijî sivîlan tên armanckirin.

Tehrîr el-Şam çavdêrî û şopandina çalakgeran li deverên li jêr kontrola wê zêde kir, Hanî Numan, çalakgerekî ji bajarokê Maeret Numanê yê Idlibê, yê ku aniha ber bi devera sînorî ve bêwar bûye, got.

"Gelek çalakger û xebatkarên medyayê hatin şopandin û hatine girtin û rastî rapirsînê hatin ji ber ragihandina nûçeyên deqîq ên ku bi siyaseta ku kom dişopîne re naguncin," wî ji Diyaruna re got.

Vê dawîyê Tehrîr el-Şam qedexe kir ku rojnamevan raportên xwe çêkin bê ku berê wê erêkirinê ji ofîsa wê ya medyayê bi dest bixin, daku agahî tarî bimînin û misoger bike ku binpêkirinên wê dê dernekevin.

Wî got ku çarenûsa hejmareke ciwanên ku ji alîyê Tehrîr el-Şam hatine girtin nenaskirî ye.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500