Nûçeyên Iraqê
Ewlehî

Xûzeyên Sipî şewatên li parêzgeha Idlibê vedimirînin

Welîd Ebul Xêr li Qahîrayê

Agirkujine Xûzeyên Sipî bo agirekî ku li rojavayê Idlibê rû daye di nava liv û tevgerê de ne. [Wêne ji Berevanîya Sivîl a Sûrî hatiye wergirtin]

Agirkujine Xûzeyên Sipî bo agirekî ku li rojavayê Idlibê rû daye di nava liv û tevgerê de ne. [Wêne ji Berevanîya Sivîl a Sûrî hatiye wergirtin]

Tîmên Xûzeyên Sipî karîbûn rê li ber şewatekê ku li rojavayê bajarê Idlibê ji deverên li jêr kontrola rejîma Sûrî rû dabû bigirin, ku hîna jî agir venemirîye, endamekî koma Berevanîya Sivîl a Sûrî ragihand.

Xûzeyên Sipî li dirêjahîya pênc rojan û heta bi şevan jî kar dikirin da agir negihîje deverên niştecihî, endamê Xûzeyên Sipî Xalid Xetîb ji Diyaruna re got.

Xetîb anî ziman ku heya niha karîn 90% ji agir vemirînin ku heya bi çar kîlometre goşe li rojavayê bajarê Idlibê belav bûbû.

Wî da zanîn ku agir ji deverên li jêr destê rejîma Sûrî li Cebel el-Ekrad li bakurê Laziqiyê belavî Idlibê bû.

Endamine Xûzeyên Sipî piştî rêgirtina li ber agirekî li rojavayê Idlibê xwe vehes dikin. [Wêne ji Berevanîya Sivîl a Sûrî hatiye wergirtin]

Endamine Xûzeyên Sipî piştî rêgirtina li ber agirekî li rojavayê Idlibê xwe vehes dikin. [Wêne ji Berevanîya Sivîl a Sûrî hatiye wergirtin]

Endamekî Xûzeyên Sipî ku ji ber dûmanê ji ser hişê xwe ve çûye radikin bo dermankirinê. [Wêne ji Berevanîya Sivîl a Sûrî hatiye wergirtin]

Endamekî Xûzeyên Sipî ku ji ber dûmanê ji ser hişê xwe ve çûye radikin bo dermankirinê. [Wêne ji Berevanîya Sivîl a Sûrî hatiye wergirtin]

Şewatên Havînî li Sûrîyayê tiştekî ji rêze ne, lê niştecihan got ku îsal ji her car xerabtir e, ku ev çend heftî ne agir li daristanên bilindahîyên parêzgehên Laziqiye û Hemayê rû didin, AFP ragihand.

Xetîb destnîşan kir ku xebatên vemirandina êgir ji berîya pênc rojan de li dar in, û tîmên Xûzeyên Sipî hîna li deverên ne da agir bi temamî vemirînin û belavî deverên niştecihî li Idlibê nebin.

"Tîm di amadebaşîyê de ne û li hemû deverên şewatan belav bûne," wî got, "û gihayê radikin da kunekê li deverên daristanî çêbikin û rê li ber belavbûna êgir bigirin eger dîsan vêket".

Herwiha deverên ku agir lê hatin vemirandin tije av kirin da careke din şewat çênebe.

Wî anî ziman ku tiştek bi sivîlan nehat ji ber agir li deverên daristanî yên dûr û dûrî deverên niştecihî veketibûn, lê dîyar kir ku bêhtir ji 10 endamên Xûzeyên Sipî ji ber bêhna êgir ziyan dîtin.

Xalid Xetîb daxuyand ku devera ku agir lê veketibû aniha bûye beyar û jîyana kovî jî ziyanine mezin dîtin.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500