Nûçeyên Iraqê
Ewlehî

Êrîşên asmanî yên Rûsî berdewam in di kuştina sivîlan de li Idlibê

Welîd Ebul Xêr li Qahîrayê

Zarokek ji gundewarê başûrî yê Idlibê ji hîla Xûzeyên Sipî ve tê derxistin bo ji devereke ku bûye armanca êrîşên asmanî yên Rûsî were dûrxistin. [Wêne ji Berevanîya Sivîl a Sûrî hatiye wergirtin]

Zarokek ji gundewarê başûrî yê Idlibê ji hîla Xûzeyên Sipî ve tê derxistin bo ji devereke ku bûye armanca êrîşên asmanî yên Rûsî were dûrxistin. [Wêne ji Berevanîya Sivîl a Sûrî hatiye wergirtin]

Balefirên şer ên Rûsîberdewam in di pêkanîna êrîşên asmanî de, yên ku navendên niştecihbûnê û sazîyên sivîl li herêma Idlibê armanc dikin, li herêma ku bi piranî li jêr kontrola Tehrîr el-Şam e, li gorî çalakgerekî xwecihî.

Du gerên din ên serketî yên êrîşên asmanî li Seraqibê, li rojhilatê Idlibê, pêk hatin û di wan de çar kes hatin kuştin û deh kesên din birîndar bûn, di nav de endamekî Berevanîya Sivîl a Sûrî (Xûzeyên Sipî), çalakger Heysem Idlibî ji Diyaruna re ragihand.

Idlibî got ku dema tîma Xûzeyên Sipî gihişt cihê bûyerê bo xelaskirina qurbanîyên êrîşa yekem êrîşeke asmanî ya din qewimî.

Wî teqez kir ku balefirên şer ên Rûsî herwiha gundê Milajayê li gundewarê başûrî yê Idlibê armanc kirin, ku şeş kes hatin kuştin, ku çar ji wan jin bûn, û hineke din birîndar bûn, di nav de jin û zarok.

Endamên Xûzeyên Sipî û sivîl qurbanîyên êrîşên asmanî yên bajarê Milajayê li gundewarê Idlibê vediguhêzin. [Wêne ji Berevanîya Sivîl a Sûrî hatiye wergirtin]

Endamên Xûzeyên Sipî û sivîl qurbanîyên êrîşên asmanî yên bajarê Milajayê li gundewarê Idlibê vediguhêzin. [Wêne ji Berevanîya Sivîl a Sûrî hatiye wergirtin]

Endamên Xûzeyên Sipî kavilan li gundê Milajayê radikin bo veguhestina mirîyan û xelaskirina birîndaran piştî êrîşeke asmanî ya Rûsî. [Wêne ji Berevanîya Sivîl a Sûrî hatiye wergirtin]

Endamên Xûzeyên Sipî kavilan li gundê Milajayê radikin bo veguhestina mirîyan û xelaskirina birîndaran piştî êrîşeke asmanî ya Rûsî. [Wêne ji Berevanîya Sivîl a Sûrî hatiye wergirtin]

Idlibî got ku êrîşên asmanî herwiha li sazîyeke kehrebeyê li Maeret Dibsayê, li rojhilatê Idlibê, da û ew li derveyî xizmetê hişt û kehrebe li deverê hat birîn.

Wî got ku balefirên şer ên Rûsî bombeyên valahîyê bi kar tînin, yên ku sazîyên tên armanckirin bi temamî wêran dikin û dibin sedema kuştina gelek kesan.

Wî da zanîn ku avahîyên di êrîşên asmanî de hatin armanckirin li Milajayê û Seraqibê bi temamî hatin wêrankirin, û Xûzeyên Sipî neçar bûn ku maşînên giran bi kar bînin bo rakirina kavilan bo veguhestina mirîyan û xelaskirina birîndaran.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500