Nûçeyên Iraqê
Tawan û Dadmendî

NY angaşt dike ku tawanên şer di êrîşa li ser Idlibê de hatine pêkanîn

AFP

Mêrekî Sûrî mala xwe ya ziyan gihayê seh dike piştî ku gundê Balyunê yê li gundewarê başûrî yê Idlibê ji alîyê hêzên alîgirê rejîmê ve di 10ê Hezîranê de hat bombebarankirin. [Muhemed Rîfaî/AFP]

Mêrekî Sûrî mala xwe ya ziyan gihayê seh dike piştî ku gundê Balyunê yê li gundewarê başûrî yê Idlibê ji alîyê hêzên alîgirê rejîmê ve di 10ê Hezîranê de hat bombebarankirin. [Muhemed Rîfaî/AFP]

Tawanên şer û tawanên gengaz li dijî mirovahîyê di şerê parêzgeha Idlibê ya Sûrîyayê de hatin bicihanîn, lêkolîneke NY roja Sêşemê (7ê Tîrmehê) got.

Komîteya Pirsê ya Navdewletî ya Serbixwe ya derbarê Sûrîyayê got ku xelk "derdekî pir mezin" dikişînin di pêngava ku ji alîyê hêzên alîgirê rejîmê di dawîya sala 2019an de dest pê kir da ku deverên dawî yên li jêr kontrola komên çekdar vegerînin.

"Zarok li dibistanan hatin bomebarankirin, dêûbav li bazarê hatin bombebarankirin, nexweş li nexweşxaneyê hatin bombebarankirin,û malbat bi temamî hatin bombebarankirin heta dema ew direviyan," seroka komîteyê Paulo Pinheiro got.

Rejîma Sûrî, bi piştgirîya Rûsyayê, di Kanûna Yekem de careke din dest bi êrîşên xwe kir li dijî devera bakur û rojavayê welat, a ku Tehrîr el-Şam lê serdest e.

Agirbesteke bi navbeynkarîya Rûsya û Turkyayê di destpêka Adarê de hat pêkanîn. Êrîşê milyonek xelk bêwar kirin û bêtirî 500 sivîlan jî mirin, li gorî NY.

Raporta komîteyê ya ji 29 rûpelan dema di navbera 1ê Mijdarê û 1ê Hezîranê dide ber xwe û biryar heye ku li Encumena Mafê Mirov were pêşkêşkirin di 15 û 15ê Tîrmehê de.

Raport 52 êrîşan belge dike -- ji alîyê hemû alîyan ve -- qurbanîyên sivîl an ziyana ji binesazîyên sivîl re encam dan. Di nav wan de 17 êrîş li ser nexweşxane û sazîyên bijîşkî, 14 êrîş li ser fêrgehan, neh êrîş li ser bazaran û 12 li ser malan.

Ew êrîş di "dirûvê tawanên şer" de bûn, li gorî raportê.

"Hat texmînkirin ku ew dê bêwarbûneke bi kom encam bidin, dema ku rê li pêşîya sivîlan nebû ji bilî ku birevin û hin ji wan êrîşan digihine asta tawanên li dijî mirovahîyê," raportê got.

Raportê rejîma Sûrî û hevalbenda tundrew herdu bi talankirin û tawanên din bersûc kirin.

"Tam kirêt e"

Hanny Megally, yek ji her sê kesên di komîteyê de, got ku gengaz e ku tawanên şer ji alîyê hêzên cewî yên Sûrî û Rûsî hatibin bicihanîn.

"Me du bûyer belge kirin ên em bawer dikin ku balefirên Rûsî ew in ên ku ew êrîş bi cih anîn," wî got.

Pinheiro got ku bihane nîne bê çima dihêlin ku ev astên jankêşanê yên pêşbînkirî çêbibin.

"Gelekî tê şermezarkirin ku, piştî bêtirî neh salan, sivîl hîn bi awayekî ketober tên êrîşkirin an heta armanckirin, dema ew jîyana xwe ya rojane dijîn" wî got.

"Hêzên alîgirê hikûmetê û terorîstên ku NY ew destnîşan kirin bi awayekî bed qanûnên şer û mafên sivîlên Sûrî bin pê kirin," wî got.

Komîteyê ji hemû alîyên şer xwest ku êrîşên li ser sivîlan rawestînin û ji welatan xwest ku berdewam bikin bê kî berpirs e derbarê tawanên hatine bicihanîn.

Rejîm bi êrîşên gazê tê tawanbarkirin

Ji alîyekî din ve, welatên Rojavayî roja Sêşemê endamên dezgeha çavdêrîkirina çekên kîmawî ya cîhanî han da ku rejîma Sûrî bi awayekî fermî şermezar bike piştî peygerîneke ku bi awayekî eşkere bo yekem car Şam bi êrîşên gaza damaran tawanbar kir.

Raporteke di Nîsanê de ya ji alîyê tîmeke nû ya peygerînê li Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmawî (OPCW) dît ku hêza cewî ya Sûrî gaza sarînê û ya klorê li gundê Letamnayê bi kar anî di Adara 2017an de.

Tîm di sala 2018an de hat çêkirin da kesên êrîş bi cih anîn nas bike. Berê OPCW tenê dikarî bibêje eger êrîş hatine bicihanîn, ne kî berpirs bû.

Frensa got ku encam "dîyar in" û bang li encumena kargêr a OPCW kir ku tedbîran li dijî rejîmê pêk bîne ji ber binpêkirina wê ji Peymana Çekên Kîmawî re.

Finlendayê got ku biryara encumenê dê ji rejîma Sûrî bixwaze ku hemû bikaranînên çekên kîmawî rawestîne û "îlaneke tam" ji programê çekên xwe re dabîn bike û bi awayekî tam bi OPCW re alîkar be.

"Reşnivîsa biryarê mijara danûstandên zexm ên di nav welatên ku alî bûn di giftûgoyê de û em hêvîya piştgirîkirineke berfireh dikin ku li vê biryarê bi xwe derkevin," balyozê Finlendî Paivi Kaukoranta got.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500