Nûçeyên Iraqê
Tawan û Dadmendî

Raport dibêjin: Rûsya ji êrîşa asmanî ya li ser kampa li bajarokê Hasê li Idlibê berpirsyar e

Welîd Ebul Xêr li Qahîrayê

Ev wêne ji dîmeneke vîdyo ya ku Xûzeyên Sipî belav kiriye hatiye wergirtin, ew kêlîyên destpêkê yên piştî êrîşeke asmanî ya Rûsî belge dike, êrîşa ku komavahîyeke ku bêwar vedihewandin li nêzî bajarokê Hasê yê parêzgeha Idlibê armanc kir. [Wêne ji Berevanîya Sivîl a Sûrî hatiye wergirtin]

Ev wêne ji dîmeneke vîdyo ya ku Xûzeyên Sipî belav kiriye hatiye wergirtin, ew kêlîyên destpêkê yên piştî êrîşeke asmanî ya Rûsî belge dike, êrîşa ku komavahîyeke ku bêwar vedihewandin li nêzî bajarokê Hasê yê parêzgeha Idlibê armanc kir. [Wêne ji Berevanîya Sivîl a Sûrî hatiye wergirtin]

Tîmeke New York Times Yekşemê (1ê Kanûna Yekem) got ku wê karî rastîya raporteke rêxistina Human Rights Watch (HRW) ya ku Rûsya bi berpirsyarîya ji bordumankirina komavahîyeke niştecihbûnê li Sûrîyayê tawanbar dike piştrast bike.

Bi rêya bikaranîna wêne û vîdyoyên ku dîdvanan kişandine, û tomarên geştên asmanî û heyvên destkird, tîma rojnameyê êrîşa asmanî ya li ser komavahîyeke ku malbatên bêwar vedihewandin li bajarokê Hasê yê parêzgeha Idlibê şopand.

"Belgeh û delîl dibêjin ku Rûsya ji êrîşê berpirsyar e," raporta New York Times report wiha got.

Êrîşa asmanî êvara 16ê Tebaxê li komavahîyekê daye, herî kêm 20 kes kuştine û 52 sivîlên din birîndar bûne, HRW di raporteke têrûtesel de têkildarî bûyerê ku 16ê Cotmehê hatiye belavkirin got, û wê êrîş weke "tawaneke cengê" bi nav kir.

Endamine Xûzeyên Sipî qurbanîya êrîşeke asmanî ya Rûsî li ser komavahîyeke ku bêwaran vedihewîne li bajarokê Hasê yê parêzgeha Idlibê di Tebaxê de hildigirin. [Wêne ji Syria 24 hatiye wergirtin]

Endamine Xûzeyên Sipî qurbanîya êrîşeke asmanî ya Rûsî li ser komavahîyeke ku bêwaran vedihewîne li bajarokê Hasê yê parêzgeha Idlibê di Tebaxê de hildigirin. [Wêne ji Syria 24 hatiye wergirtin]

HRW got ku êrîş bû sedema bêwarbûna 200 kesan.

Dîdvanan got ku tu armanceke serbazî ya xuyayî bo êrîşa li ser komavahîya ku "piranîya kesên lê jin û zarok bûn", rêxistinê got.

HRW got ku komavahî, ku avahîyên niştecihbûnê û firoşgehan dihewîne, ji hêla rêxistineke alîkarîyê ya Sûrî hatiye avakirin, û bi temamî ji ber lêdana asmanî bû li derveyî xizmetê.

"Ji destpêka êrîşa li ser Idlibê, hevbendîya serbazî ya Sûrî-Rûsî taktîkên li derveyî yasayê dide pêş bo kuştin û birîndarkirina bi sedên sivîlan," birêveberê qeyran û cengan di HRW Gerry Simpson di raporta meha Cotmehê ya HRW de wiha got.

HWR bi 24 dîdvanan re axêvîye û çavkanîyên vekirî û wêneyên asmanî yên têkildarî êrîşê pişkinîn kirine. Wê dît ku tu pêwîstîyek ji karê serbazî re nebû, û bi tenê balefirên şer ên Rûsî û Sûrî li wê deverê bûn.

Êrîş weke ''tawanên şer'' tên pesindan

Berî aniha komavahî di sala 2016an de hatibû armanckirin, ku êrîşên asmanî yên di çarçoveya operasyoneke serbazî ya hevbeş a Rûsî-Sûrî de bi dehan sivîl kuştin, ku piranîya wan zarokên di temenê di dibistanê de ne, HRW derbarê vê yekê got "dibe ev êrîş weke tawaneke cengê were hejmartin".

Parêzerekî Sûrî bi navê Beşîr Besam ji Diyaruna re ragihand ku bûyera 16ê Tebaxê "yek ji gelek tawanên şer ên ku hêzên Rûsyayê li Sûrîyayê pêk anîne, û ew binpêkirineke zelal e ji yasa û nerîtên NY re".

Wî got ku dibe ev bûyer li gorî Madeya 8ê ya Pergala Romayê ya Dadgeha Tawanên Navdewletî ya sala 1998 were katîgorîkirin, ku ew heşt kiryaran weke tawanên şer dihejmêre, û dibe ew bi Dadgeha Tawanan a Navdewletî were sipartin.

Ev yek "zêdekirina derd û azaran, û birîn û ziyanên dijwar li ser tendirusîtyê" û "herwiha wêrankirina giştî û destdanîna li ser milkan dihundirîne, û ew qet ji hêla serbazî ve ne pêwîst bûn û bê berpirsyarî hatin pêkanîn".

Besam got ku dibe ev bo sûcdarkirina Rûsyayê ji ber bûyerê were bikaranîn, û teqezî li ser hesabxwestinê ji Rûsyayê ji ber tawanên wê li Sûrîyayê kir.

Wî got ku Rûsya piştevana serekî ya rejîma Sûrîyayê ye, ya ku berpirsyar e ji kuştina bi dehên hezarên sivîlan ji destpêka şer ve di sala 2011an de.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500