Nûçeyên Iraqê
Penaber

Koçberên Idlibê bê war in dema ku şer derbasî sala 10an dibe

Welîd Ebul Xêr li Qahîrayê û AFP

Bahozekê konên kampeke awareyan li gundewarê Idlibê anîn xwarê, bahoza ku di nîvê Adarê de li herêmê rabûye. [Wêne ji Navenda Idlib a Medyayî hatiye ragihand]

Bahozekê konên kampeke awareyan li gundewarê Idlibê anîn xwarê, bahoza ku di nîvê Adarê de li herêmê rabûye. [Wêne ji Navenda Idlib a Medyayî hatiye ragihand]

Bahozên dijwar hîn êş û azarên koçberên Sûrî zêdetir kirine, ku Yekşemê (15ê Adarê) şerê Sûrî derbasî sala xwe ya 10an bû, kon çirîyan û kampên awareyan li parêzgeha Idlibê li bakur-rojavayî welat li ber çûn.

Rewangeha Sûrî bo Mafên Mirov ragihand ku herî kêm 384,000 kes ji destpêka şer de hatine kuştin, di nav de 16,000 sivîl.

Vî şerî bajar û gund di nava kavilan de hiştin, aborî şikand û bêhtir ji 11 milyon kes koçber û penaberkirin.

Bi piştevanîyeke serbazî ji Rûsya, Îran û Hizbulaha Lubnanî, rejîma Sûrî 70% ji xaka welat dîsan vegerandiye li jêr kontrol xwe.

Zarokekî biçûk di nava herîyê de li piskilêtê xwe siwar bûye li kampekeke awareyan li gundewarê Idlibê piştî bahozên dijwar. [Wêne ji Idlib Plus hatiye wergirtin]

Zarokekî biçûk di nava herîyê de li piskilêtê xwe siwar bûye li kampekeke awareyan li gundewarê Idlibê piştî bahozên dijwar. [Wêne ji Idlib Plus hatiye wergirtin]

Hêzên Turkî, ku piştevanîya komên opozîsyonê dikin, li dawîn asêgehên opozîsyonê li Idlibê belav bûn, cih û warê bi milyonan kesên bêwar.

Dawîn agirbesta li Sûrîyayê destpêka vê mehê li Idlibê pêk hat, û hêzên Turkî û Rûsî Yekşemê dest bi pagerên hevbeş li wir kirin, li gorî ragihandina Rûsî û Turkî.

Wezareta Berevanîyê ya Rûsyayê ragihand ku ev pager gelekî kurt û xwedî semboleke mezin bû, ku rê "ji ber provokasyon" hat kurtkirin.

Nêzî 200 xwepêşanderî li ser rêya nêzî bajarokê Neyrebê kom bûbûn, hinek ji wan agir bi tekelan xist an bi şaxên daran rê girtin.

Bayên djiwar û lehî

Gelek kêsên ku cihê wan li kampên Idlibê tune ye li zevî yan dibistan, mizgeft û avahiyên nîvcû radizin.

Tiştê êşa wan kûrtir dike, ku gelek awareyên li gundewarên Idlibê bê cih û war man piştî bahoza dijwar û bayê xurt di dawîya heftîyê de ku kon rakirin û kamp li ber xwe birin, her wekî çûn û hatin jî asteng kirin, çalakgerekî herêmî ragihand.

Çalakgerekî Idlibê bi navê Museb Esaf ji Diyaruna re got ku bi dehan kon wêran bûn, tiştê hişt bêwar çareke din koç bibin û berê xwe bidin kampine hinekî rewşa wan çêtir.

Wî dîyar kir ku gelek malbat berî warekî bibînin çend saetan li çolan man, destnîşan kir jî ku çalakger û tîmên Xûzeyên Sipî û çend rêxistinên rizgarkirinê yên mayî hewl dan ku alîkarîya wan bikin di peydakirina wargeheke demkî de.

Esaf da zanîn ku ji bilî ku bayê dijwar kon ji qurmê de rakirin, kamp jî di nava ava baranê de li ber çû, ku çalên mezin ên herîyê çêbûn û rêya çûnûhatinê hat girtin.

Wî anî ziman ku kampên din jî hatin îzolekirin piştî rêyên ku diçin wan ji ber lehîyê asteng bûn.

Wî dîyar kir ku dora 20 kampên koçberan ziyan ji ber bahozên dawîya heftîyê dîtin, ku bêhtir ji 1,000 malbatan gerekdarî konên nû û pêdivîyan in.

Esaf got ku li bakurê Idlibê, kampa Şîfa ya nêzî Hezano, û Sermen, Xêr, Emel, Kefer Nebûda û Dêr Hesen rastî gelek ziyanan hatin.

Esaf anî ziman ku li rojavayê Idlibê, kampa Zof û Diwaliya ya nêzî Texrîm ziyanên herî mezin ji ber bahozê dîtin.

Aborî û binesazî tên wêrankirin

Deh salên şer aborî û binesazîya Sûrîyayê wêran kir. Li gorî datayên NY yên sala 2018an, şer bûye sedema wêranîyeke bi qasî nêzî 400 milyar dolar.

Li gorî Ajansa Zarokan a NY (UNICEF), bêhtir ji nîvê dezgehên giştî li Sûrîyayê dûrî xizmetê ne, û du ji her pênc dibistanan nayên bikaranîn.

Rêxistinê Yekşemê ragihand ku herî kêm 4.8 milyon zarok ji destpêka şer de ango berî neh salan ji dayîk bûne û bêhitirî 9,000 zarokên din di şer de hatine kuştin û birîndarkirin.

UNICEF got ku ji wê zêdetir milyon zarok weke penaber ji 15ê Adara 2011an ve û heya niha hatine dunyayê.

Birêvebera UNICEF Henrietta Fore Yekşemê anî ziman ku "şerê Sûrîyayê nîşaneyeke din a şermê ye".

"Bi derbasbûna şer sala xwe ya 10an, bi milyonan zarok derbasî dehsalîya xwe ya duyemîn dibin ku şer, tundî, mirin û koçberî wan dorpêç dike".

Sekreterê Giştî yê NY Antonyo Guterres di belavokekê li ser medyaya civakî de destnîşan kir ku "dehsalek ji şer ji bilî wêrankirin û perîşanîyê tiştekî din bi xwe re neanî".

"Tu çareserîyeke serbazî tune ye," wî got. "Dem hatiye em derfetê bidin karê diplomatîk".

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500