Nûçeyên Iraqê
Penaber

Barana xurt rewşê li kampên bêwaran li gundewarê Idlibê xirabtir dike

Welîd Ebul Xêr li Qahîrayê

Bi dehan malbatên li kampa Bêwaran ya Kefer Hûmê li gundewarê Idlibê konên wan xirab bûn piştî barîna barana xurt ya ku kamp li ber lehîyê bir. [Wêne ji rûpela Facebookê ya Idlib Plus hatiye wergirtin]

Destpêkirina zivistanê hişt ku rewşa bêwaran a xirab kambaxtir bibe li gundewarê Idlibê ji ber ji wan tê xwestin ku xwe bi xwe berevanîya xwe bikin ji ber ku rêxistinên mirovî tune ne, çalakgerekî xwecihî Çarşemê (6ê Mijdarê) ji Diyaruna re got.

Bêwar derdê lehîya ku dide bin kon û samanên wan ên kêm dikişînin, çalakgerê ji Idlibê Museb Esaf ji Diyaruna re ragihand.

Wî got ku kampa Kefer Humê li gundewarê bakurê Idlibê ya ku ziyana herî mezin gihayê, ku bi dehan malbat bêmal man piştî ku lehîyê da bin konên wan, û not kir ku niştecîyên kampê destwerdan kirin û mêvandarîya van malbatan kirin.

"Bobelateke mezin dê li kampê biqewime eger bê alîkarî bimîne ji ber ava baranê da ser cokên ku niştecîyên kampê kolabûn," wî got, û daxuyand ku ev yek xeterîya ku dibe nexweşî û bela belav bibin dirust dike.

Zarokek hewl dide ku ji konekî here konekî din li kampa Kefer Hûmê, cihê ku lehîya ava karêzan xeterîyeke tendirustî ya mezin li ser niştecîyan çêdike. [Wêne ji rûpela Facebookê ya Idlib Plus hatiye wergirtin]

Xwepêşandanek di 2yê Mijdarê de hat lidarxistin li Idlibê li dijî "hikûmeta felatê" ya li jêr kontrola Tehrîr el-Şam, bo protestokirina kêmbûna xizmetguzarîyên sereke li deverê. [Wêne ji rûpela Facebookê ya Idlib Plus hatiye wergirtin]

Kampên bêwaran li gundewarê Idlibê mêvandarîya bi sedan malbatan dike ku ji deverên şerên giran an deverên ku rejîm derbasî wan bûye reviyan, Esaf got û not kir ku bi tenê rêxistineke mirovî yan hawarçûnê li deverê kar nake.

Zêdeyî vê yekê, ne Tehrîr el-Şam, a ku deverê kontrol dike, ne jî ya jê re tê gotin "hikûmeta felatê", qewareyeke îdarî ye ku ji alîyê Tehrîr el-Şam ve tê kontrolkirin, "tiştek nekir bo alîkarîkirina bi kampên ziyanbûyî re".

Kêmbûna xizmetguzarîyên sereke hişt ku bi dehan niştecîyên bajarê Idlibê û yên deverên gundewarê wê xwepêşandanekê li dar bixin roja Şemîyê (2yê Mijdarê), xwepêşandana ku wan lafîte bilind kirin ku di wan de wan rexne li hikûmeta felatê kirin ji ber ku ew nikare asteke herî kêm ji alîkarîyê ji sivîlan re dabîn bike.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500