Nûçeyên Iraqê
Ewlehî

Hêmînîyeke haydar hevdem ligel agirbesta Idlibê heye

Welîd Ebul Xêr li Qahîrayê

Topbaranên topavêja rejîma Sûrî ziyan gihande bajarokê Kefer Uweyid ê li gundewarê başûrî yê Idlibê ye. [Wêne ji Navenda Mîdyayî ya Idlibê hatiye wergirtin]

Topbaranên topavêja rejîma Sûrî ziyan gihande bajarokê Kefer Uweyid ê li gundewarê başûrî yê Idlibê ye. [Wêne ji Navenda Mîdyayî ya Idlibê hatiye wergirtin]

Agirbesteke ku Turkîya û Rûsyayê li herêma Idlibê wajû kiriye ji roja Înê (6ê Adarê) vehêmênîyeke haydar li herêmê peyda kiriye tevî ku çalakgerên xwecihî hejmarek ji binpêkirinên ji agirbestê re ragihandin.

Hêzên rejîma Sûrî û milîsên hevalbenên wê roja Şemîyê gund û bajarokên gundewarê Idlibê bombebaran kirin û hewl dan ku li hin deveran bi pêş ve biçin, çalakger Heysem Idlibî ji Diyaruna re got.

Idlibî got ku tê gotin ku bombebarandina topavêjê li gund û bajarokên Kefer Oweyid, Sufuhon, Kanserfra û Fatîrayê li gundewarê başûrê Idlibê hebû.

Wî anî ziman ku herwiha hat ragihandin ku bombebaranên rejîmê li devera Cebel Zawiyê ya Idlibê, bajarokê Xesanîyayê yê li rojavayê Idlibê û li bajarokê Qestûnê li gundewarê rojavayê parêzgeha Idlibê hebûn.

Ev wêneyekî cewî yê kampeke bêwarîyê ya li gundewarê Idlibê ye piştî ku ew rastî êrîşên asmanî hat ji alîyê balefirên şer ên Rûsî û Sûrî. [Wêne ji Berevanîya Sivîl a Sûrî hatiye wergirtin]

Ev wêneyekî cewî yê kampeke bêwarîyê ya li gundewarê Idlibê ye piştî ku ew rastî êrîşên asmanî hat ji alîyê balefirên şer ên Rûsî û Sûrî. [Wêne ji Berevanîya Sivîl a Sûrî hatiye wergirtin]

Pevçûnan di navbera rejîm û hevalbendên wê û opozîsyonê û çekdarên tundrew de li derdora Kefer Nibulê rû dan, dema ku hêzên rejîmê hewl dan ku ber bi zevîyên li başûr ve biçin lê ew vekişiyan piştî ew rastî xesaran hatin.

Idlibî got ku herwiha pevçûn li Sehl el-Xabê jî rû dan, bi taybet li devera Meşarîe li gundewarê Hemayê.

Wî got ku tevî ku êrîşên asmanî yên Rûsî û Sûrî rawestiyane, lêbelê, balefirên şer berdewam li ser deverê difirin.

Rewangeha Sûrî bo Mafên Mirov Yekşemê ragihand ku bi dehan navgînên serbazî ku ji Turkîyayê ve di dergehê sînorî yê Kefer Lusînê re desbasî Sûrîyayê bûn, û balefireke bê balefirvan a Turkî li devera sînorî hat dîtin.

Herwiha hêzên Turkî cihekî serbazî ê nû li gundê Zerdanê li gundewarê bakurê Idlibê ava kirin, Rewangehê ragihand.

Wî got ku hestekî nerehetîyê li deverê belav e, bi taybet di nav sivîlan de û not kir ku bawerîya gelekan bi agirbestê nayê û bi awayekî berdewam ber bi deverên sînor ve diçin ji ber tirs heye ku êrîşên asmanî û bombebarandin dîsan dest pê bikin.

Nîgeranî ji vayrûsa Koronayê

Di heman demê de, ajansên ewlekarîyê tevdigerin daku nehêlin vayrûsa koronayê li herêma Idlibê belav bibe, ku binesazîya tendirustî lê wêrankirî ye û bêwarbûna mezin dihêle ku rawestandina veyrûs erkekî teqrîben ne gengaz be, AFP ragihand.

Sûrîya heta aniha tu haletên vayrûsa koronayê teqez nekirine, lê "dibe ku sîstema wê ya tendirustî ya lawaz nikaribe petayê kifş bike û pê re bide û bistîne", peyvdarê Rêxistina Tendirustîyê ya Cîhanî Hedînn Halldorsson got.

Xeterîya belavbûna nexweşîyê bi taybet li herêma Idlibê bilind e, cihê ku nêzî milyon kesên bêwar bûn ji Kanûana Yekem ve ji ber êrîşên asmanî yên rejîmê bi piştgirîya Rûsî mêtîngehên hu berê mişt bûn bi kesên nû digihin mişt dibin.

Gelek hîn li çolê radizin ku sermayeke dijwar heye.

Sazîyên bijîşkî di van bombebarandinên dawî de hatin armanckirin, bi vî awayî şîyana sîstema tendirustî kêm kiriye, a ku şerê neh salî teqrîben ew wêran kirin.

Misty Buswell ji Komîteya Rizgarkirinê ya Navdewletî got ku rewş li Idlibê "amade ye" ku vayrûs belav bibe.

"Belavbûna vayrosê dê wêranker be ji hezaran re, yên ku rewşa wan a tendirustî ji berê de kambax e ji ber kêmbûna xwarinê û ava paqij û ji ber ew li ber hewaya sar in," wê got.

Buswell got ku IRC giranîyê dide nehiştina gihiştina nexweşîyê, lê ew dê bi "alîyê tendirustî yên xwecihî" kar bike bo danûstandin bi belavbûna vayrosê re.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500