Nûçeyên Iraqê
Jîngeh

Baran û lehî didine bin kampên li bakurê Sûrîyayê

Welîd Ebul Xêr li Qahîrayê û AFP

Kampek li bakurê Sûrîyayê li ber lehîya ava baranê çûye. [Wêne ji Rêxistina Vilotelê hatiye wergirtin]

Kampek li bakurê Sûrîyayê li ber lehîya ava baranê çûye. [Wêne ji Rêxistina Vilotelê hatiye wergirtin]

Bi dehên hezarên sivîlên ku ji malên xwe derketin li Idlibê li deverên ku şer li wan dijwar e rastî pirsgirêkên xeternak tên ji ber baranên xurt ên vê dawîyê, yên ku bûne sedema lehîyan li kampên ku ew li wan bi cih in.

Yên herî cihê nîgeranîyeke mezin in ew in kesên ku xwe li kampên demkî girtine, yên di van heftîyên dawî de ji alîyê sivîlan ve hatine çêkirin, sivîlên zor li wan hat ku birevin dema bajarokên wan rastî êrîşên asmanî yên Rêjîma Sûrî û Rûsî û bombebarandinê hatin.

Baranên xurt hiştin ku ji nişkê ve lehî bide bin kampan, vê yekê hişt ku kon nema nişînbar bin di orta deryayeke avê dû herîyê de û rêyên diçûne kampan neborinbar in, û bi vî awayî niştecî di hundirê wan de hatine dorpêçkirin.

Çalakgerê ji Idlibê bi navê Museb Esaf got ku çalakgerinan li bakurê Sûrîyayê got ku dora 20 kampên ku dora 300 malbatan di wan de ne, ji ber baran û lehîyê gelek ziyan gihaye wan.

Zarok di goleke ava baranê de dilîzin li kampeke bêwarîyê li bakurê Sûrîyayê. [Wêne ji Rêxistina Violetê hatiye wergirtin]

Zarok di goleke ava baranê de dilîzin li kampeke bêwarîyê li bakurê Sûrîyayê. [Wêne ji Rêxistina Violetê hatiye wergirtin]

Wî anî ziman ku kampên Diyaa 2 û yê Kefer Nebûdayê yên ku herî bêtir ziyan gihaye wan.

Esaf got ku malbatên di van kampan de bi cih bûne ji deverên cuda ji gundewarê başûrê Idlibê û gundewarê bakurê Hemayê bêwar bûne di van çend hefteyên bûrî de ji ber êrîşên asmanî yên dijwar yên ji alîyê rejîma Sûrî û yên Rûsî ve.

Wan hewl da ku pena li kampên nefermî bi dest bixin, kampên ku bi lez hatine avakirin bê hazirîyê bikin û bingehan çemento ji konan re an sîstema sanotasyonê an çi awayê germkirinê li deverê deynin.

Vê yekê hişt ku nexweşî bi awayekîê berfireh belav bibe, bi taybet di nav zarokan de.

Wî got ku lêkolîna herî dawî ku ji alîyê çalakgeran ve hatiye bicihanîn destnîşan dike ku 1,153 kampên sabit hene, ku mîlyone kes di wan de bi cih in, li gel bêtirî 240 kampên nefermî ku dora 120,000 bêwarên xwemalî di wan de bi cih in.

Esaf got ku gelek kamp ji destpêka Mijdarê ve hatine avakirin, û bi berdewamî hejmara wan zêde dibe ji ber rewşa ewlehî roj bi roj xirabtir dibe.

Hejmara kuştîyên sivîl bilind dibe

Êrîşên asmanî yên rejîma Sûrî û agirê topavêjê roja Sêşemê (17ê Kanûna Yekem) 23 sivîl li Idlibê kuştin û 30 kesên din jî birîndar kirin, hin ji wan rewşa wan xirab e, Rewangeha Sûrî bo Mafên Mirov got, hejmareke berî vê zide dikin.

Rewangehê got ku topavêja rejîma Sûrî heft sivîl ji heman malbatê kuştin li gundê Telmenasê, û anî ziman ku hevjîn û sê zarokên endamekî rêxistina rizgarkirinê ya Xûzeyên Sipî li gundê Bedamayê hatine kuştin.

Li ser hisabekî Twitterê, Xûzeyên Sipî dîmeneke vîdyo belav kir, vîdyoya xwebexşekî ku dîyar e laşên mirî yên malbata xwe ji bin molozên avahîyekê dikişîne.

Li gundê Maeseranê, êrîşên asmanî yên rejîmê şeş sivîlên din kuştin.

Herwiha di encama bordumankirinên ji alîyê alîgirên rejîmê ve çar sivîlên din li beşine din ji herêma Idlibê jîyana xwe ji dest da, li gorî Rewangehê.

Herêma Idlibê, ya ku dora sê mîlyon kes tê de bi cih in, di nav wan de gelek bêwarên şerê Sûrîyayê, heta asteke mezin ji alîyê Tehrîr el-Şam ve tê kontrolkirin.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500