Nûçeyên Iraqê
Ewlehî

Îraq "operasyonên mezin" dest pê dike bo nehiştina paşmahîyên DAIŞê li biyabana Enbarê

Xalid Taî

Şervanekî hêzên êlên Îraqî otombîla şivanekî li biyabana Enbarê pişkinîn dike, wêne di 20 Kanûna Yekem a 2019an de hatiye belavkirin. [Wêne ji hêzên êlên Ferata Jorîn hatiye wergirtin]

Şervanekî hêzên êlên Îraqî otombîla şivanekî li biyabana Enbarê pişkinîn dike, wêne di 20 Kanûna Yekem a 2019an de hatiye belavkirin. [Wêne ji hêzên êlên Ferata Jorîn hatiye wergirtin]

Hêzên Îraqî dê dest bi operasyonine ewlekarî yên "mezin" bikin daku bermayîyên "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) li biyabana rojavayê Enbarê tine bikin, serkirdeyekî êlan roja Duşemê (10 Sibatê) ragihand.

"Endamên DAIŞê hewl didin ku careke din xwe bidine hev li beşine cuda ji welat, bi taybetî li biyabana Enbarê," muqedem Mûsa Hemed Sened, serokê hêzên êlên Ferata Jorîn ji Diyaruna re re ragihand.

Wan sûd ji mijûlbûna hêzên Îraqî bi ewlekirina xwenîşandanên cemawerî yên welat ji Cotmehê ve hejiandin.

Sened got ku herwiha rawestandina çalakîyên hevpeymanîya navdewletî yên li dijî terorê bo sê heftîyan û kêmkirina xebatên bo şopandina û lêdana terorîstan bermahîyên rêxistinê handan.

Leşkerine Îraqî hazirîyê dikin biçin operasyoneke ewlehî li dijî paşmahîyên DAIŞê li biyabana Enbarê di Hezîrana 2019an de. [Wêne ji Wezareta Berevanîyê ya Îraqî hatiye wergirtin]

Leşkerine Îraqî hazirîyê dikin biçin operasyoneke ewlehî li dijî paşmahîyên DAIŞê li biyabana Enbarê di Hezîrana 2019an de. [Wêne ji Wezareta Berevanîyê ya Îraqî hatiye wergirtin]

Hevpeymanîya navdewletî di 5ê Kanûna Duyem de îlan kir ku wê pêngavên xwe li dijî DAIŞê li Îraqê cemidandin ji ber sedemine ewlehî piştî zincîrek ji êrîşên bi mûşekan li ser baregehên ku hêzên wê dihewandin.

Di 30ê Kanûna Duyem de, hevpeymanîyê got ku wê dîsan dest bi operasyonên xwe yên bi hêzên Îraqî re kiriye.

Sened got ku kiryarên mîna revandin û kuştina sivîlan yan revandin bi nêta fidyê bistînin zêde bûne di van her sê hefteyên dawî de.

Wî got ku van kiryaran şivan û Koçer armanc kirin, nemaze li biyabana nêzîkî bajarokê Rutbayê li rojavayê Enbarê, belkî weke tolhildan ji ber alîkarîya wan ji hêzên ewlekarîyê re yan daku zorê li wan bikin ku alîkarîyê bi DAIŞê re bikin.

Wî anî ziman ku hêzên êlan û yên ewlekarîyê aniha "operasyonên teftêşê yên zexm ji şivanan re çêdikin daku nasnameya wan seh bikin, bi taybet herwekî ku agahî li gel me hene nîşan didin ku terorîst xwe dikine dilqê şivanan de daku neyên kifşkirin".

Gefeke ne pêkan e

Çalakîyên çekdaran, tevî ku zêde bûne, "hîn tenê operasyonine ji alîyê komine biçûk ve têne birêvebirin", ew armanc dikin ku balê bikişînin ser çalakîyên xwe.

"Hêzên me hazirîya destpêkirina operasyonên ewlehî yên mezin di meha Sibatê de dikin," wî got. "Operasyon dê cuda bin, ji ber ew him dê rûbereke pir berfireh bidin ber xwe û him dê heta bi deverên îzole yên ku tu carî operasyon li wan pêk nehatine bidomin."

"Em di amadebaşîyê de bo destpêkirina van operasyonan, ku dê armanca serekî ji wan bidawîkirina hebûna paşmahîyên DAIŞê yên li biyabanê bi awayekî tam be," Sened teqez kir.

Wî got ku operasyona nû dê ewlehîya sînor xurttir bike, ji ber ku DAIŞê vê dawîyê hebûna xwe li nêzî sînorê bi Sûrîyayê re xurt kiriye, û sûd ji kêmbûna hejmara hêzên Sûrî yên li wir cihgirtî wergirtiye.

"Vê yekê barê li ser milê hêzên me zêde kiriye, yên ku xwedan berpirsyarîyeke mezintir in di misogerkirina ewlehîya sînor de," wî got.

"Paşmahîyên DAŞê hewl dane çend caran bi dizî di sînor re derbas bibin ji destpêka salê ve," Sened got.

"Operasyona wan a herî mezin di nîvê Kanûna Duyem de bû, dema ku wan bi çekên giran ji xaka Sûrîyayê êrîş kir xalên zîrevanîya sînor a Îraqî," wî got.

"Êrîşa wan hat binxistin û ew neçar bûn birevin, lê wan du endamên polîs kuştin û du endamên din birîndar bûn," wî dîyar kir.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500