Nûçeyên Iraqê
Ewlehî

Hêzên Îraqî toreke tunelên DAIŞê yên derbasî Sûrîyayê dibin wêran dikin

Xalid Taî

Leşkerên Îraqî li rex tuneleke ku endamên DAIŞê kolane radiwestin, tunela ku wan li Enbarê kifş kiriye, di wêneyeke ku di 25ê Kanûna Duyem de li ser Înternetê hatiye weşandin. [Wêne ji Wezareta Berevanîyê ya Îraqî hatiye wergirtin]

Leşkerên Îraqî li rex tuneleke ku endamên DAIŞê kolane radiwestin, tunela ku wan li Enbarê kifş kiriye, di wêneyeke ku di 25ê Kanûna Duyem de li ser Înternetê hatiye weşandin. [Wêne ji Wezareta Berevanîyê ya Îraqî hatiye wergirtin]

Hêzên Îraqî, bi piştgirîya êlên xwecihî, toreke tunelan wêran kirin, tora ku di sînor re Îraqê bi Sûrîyayê ve girê dide û "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) ew bi kar tanî da ku çekdar û çekan bi dizî derbas bike, berpirsan ragihand.

Tunelên ku bi giştî 11 in, li bajarokê Qaimê yê Enbarê yê li ser sînor hatin kifşkirin.

Ew derfetê didin ku xelk di nav Îraq û Sûrîyayê biçin û werin, yek ji tunelan -- baş fireh e ku mirov dikarin tê re derbas bibin -- bi dirêjahîya bêhtirî sê kîlometran e.

Ev tunel vedigerin serdema di nav salên 2014 û 2017an de, dema Enbar li jêr kontrola DAIŞê bû şaredarê Qaimê Ehmed Dulêmî ji Diyaruna re got.

Hilîkoptereke Îraqî mîsyoneke çavdêrîkirinê li biyabana rojavayê Enbarê cîbicî dike daku li veşartgehên DAIŞê bigere di vê wêneya ku divegere11ê Kanûna Yekem a 2017an. [Wêne ji Fermandarîya Operasyonên Enbarê hatiye wergirtin]

Hilîkoptereke Îraqî mîsyoneke çavdêrîkirinê li biyabana rojavayê Enbarê cîbicî dike daku li veşartgehên DAIŞê bigere di vê wêneya ku divegere11ê Kanûna Yekem a 2017an. [Wêne ji Fermandarîya Operasyonên Enbarê hatiye wergirtin]

Tora tunelê "beşeke ji koma tunel û xendekên kevin ên ku hêzên ewlekarîyê yên Îraqî û êlan di destpêkê de kifşkirin piştî wan Qaim rizgar kir û careke din sînorê Îraqî Sûrî vegeriya jêr kontrola wan", wî got.

Dulêmî got ku tunel hatin kifşkirin piştî ku hêzên Îraqî operasyonên lêgerîn û peygerînê li devera biyabanî ya bi dirêjahîya zincîra sînorî cîbicî kirin, weke hewldanekê da ku li veşartgehên çekdaran bigerin.

"Endamên DAIŞê hewl didan ku van derbasgehên veşartî bi kar bînin da ku ji Sûrîyayê derbasî Îraqê bibin û bi dizî çekan derbas bikin bêy ku werin kifşkirin," wî got.

Wî pesnê hişyarîya pagera sînorî, Fermandarîya Operasyonên Jezîrê û hêzên êlan da, û not kir ku van hêzan deverên sînorî asê kirine û hevpeymanîya navdewletî di vî warî de bi alîkarîya cewî piştgirîya wan kir.

Rêgirtin li ber derbasbûna bi dizî

Hêzên Îraqî gelek hewldanên derbasbûna bi dizî ji alîyê endamên DAIŞê di meha Sibatê de têk birin, çekdarên hewl dan ku sînor ji Baxozê li Sûrîyayê derbas bikin.

Yazdeh çekdar hatin kuştin dema wan hewl da ku ji şerê li rojhilatê Sûrîyayê di serdema DAIŞê birevin şerê wan ê dawî li dijî Hêzên Sûrîya Demokratîk (QSD), Dulêmî got.

QSD di 13ê Sibatê de dest bi pêngava dawî kir bo derkirina DAIŞê ji molgeha dawî ya mayî, ji ya qaşo jê re tê gotin dewleta Îslamî, ya ku wê di sala 2014an de li Îraq û Sûrîyayê îlan kir.

Hevdem ligel şerê derkirina rêxistinê li Sûrîyayê berdewwam, hêzên Îraqî tedbîrên asê dike da ku sînor biparêze, bêtirî 20,000 şervanên ku bi çekên gioran û topavêjan dabînkirî li ser sînor belav kirine.

Dulêmî got ku ev hêz pager û mîsyonên çavdêrîya asmanî û pêngavên kifşkirinê cîbicî dikin.

"Belavbûna serbazî ewlehîya sînor qayim kir û rê li ber terorîstan girt ku bi dizî derbas bibin welatê me," eqîd Mûsa Hemed Sened, fermandarê hêzên êlî yên Ferata Jorîn, ragihand.

Armanckirina tora tunelan

Armanckirina tora tunelan ji operasyonên parêzî yên herî serkeftî li dijî rêxistinê tên raçavkirin, Sened ji Diyaruna re got.

"Endamên DAIŞê ev tunel bi kar anîn da ku birevin Îraqê di encama fişara serbaza ku rastî hatin li Sûrîyayê," wî got, û anî ziman ku wêrankirina van tunelan ev çalakî bi dawî kirin.

Operasyonên berê yên li dijî DAIŞê dora 100 tunelên derbasî erdê Sûrîyayê dibin kifş kir, Sened got.

"Em piştgirîya artêşê û hêzên pagerîya sînor bi hemû çalakî û xebatên girêdayê misogerkirina zincîra sînorî dikin, herwiha biyabana li rojhilatê Enbarê," wî got.

Wî daxuyand ku hin endamên DAIŞê yên ji hêzên Îraqî reviyan aniha xwe li biyabana rojavayê welat vedişêrin, û not kir ku hejmara wan kêm e.

Hêzên ewlekarîyê "dê bi awayekî xurt serkeftina li dijî DAIŞê biparêze û dê pêngavên xwe berdewam bikin da ku endamên wê tine bike û gefa ew çêdikin bi dawî bikin", wî got.

Hêzên ewlekarîyê hîn rastî zehmetîyan tên da ku bermayîyên DAIŞê li deverên biyabanî tine bikin, endamê encumena parêzgeha Enbarê Asal Fehdawî ji Diyarunare got.

Wî got ku tevî ku endamên DAIŞê nema dikarin wekî berê sînor derbas bikin, bermayîyên rêxistinê "xwe di newal, şkeft û tunelên veşartî de vedişêrin ên zehmet e ku di rêya çavdêrîya asmanî re werin destnîşankirin".

"Ev veşartgeh bi awayekî berdewam û xuert tên armanckirin, lê hîn hewcedarî bi mîsyonên çavdêrîya asmanî û bêtir hêzên êlî û serbazî heye da ku bi awayekî tam gefa terorîst rakin," wî anî ziman.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500