Nûçeyên Iraqê
Ewlehî

Êrîşeke asmanî 8 çekdarên Îraqî li rojhilatê Sûrîyayê dikuje

AFP

Çekdarekî Hêzên Heşda Şaebî ya nîvserbazî li ser motorê xwe ye li devera sînorî li Qaimê li alîyê sînor ê Îraqî, li hember Elbû Kemalê yê parêzgega Dêra Zorê ya Sûrîyayê, di 12ê Mijdara 2018an de. [Ehmed Rubêî/AFP]

Çekdarekî Hêzên Heşda Şaebî ya nîvserbazî li ser motorê xwe ye li devera sînorî li Qaimê li alîyê sînor ê Îraqî, li hember Elbû Kemalê yê parêzgega Dêra Zorê ya Sûrîyayê, di 12ê Mijdara 2018an de. [Ehmed Rubêî/AFP]

Êrîşeke li rojhilatê Sûrîyayê heşt çekdarên Hêzên Heşda Şaebî ya nîvserbazî şeva bûrî kuştin, Rewangeha Sûrî bo Mafê Mirov roja Înê (10ê Kanûna Duyem) got.

"Balefirên nenaskirî navgîn û depoyên çekan li devera Elbû Kemalê armanc kirin, ku teqîneke mezin encam da," birêveberê Rewangehê Ramî Ebdul Rehman got.

Wî got ku herî kêm heşt çekdarên Hêzên Heşda Şaebî hatin kuştin û geleke din jî hatin birîndarkirin.

Hevpeymanîya navdewletî ya ku şerê "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) dike roja Înê red kir ku wê êrîş bi cih anîbe.

Ebdul Rehman got ku sê gund li devra Elbû Kemalê têne naskirin ku hêzên dilsozê Îranê dihewînin bi balefiên bê balefirvan hatine armanckirin ji roja Çarşemê ve.

Êrîşa kujer tê di pêvajoya alozîya ku zêde dibe di nav Amerîka û Îranê de, ya ku piranîya wê li Îraqê çêdibe.

Dawîya sala par, êrîşeke asmanî ya Amerîkî li Îraqê 25 çekdarên Hêzên Heşda Şaebî yên milîsa Ketaib Hizbullah a hevalbenda Îranê kuştin, yek ji milîsên herî nêzîk ji Tehranê re.

Piştî wê alîgirên milîsên Îraqî yên hevalbedên Îranê girtine ser balyozxaneya Amerîkî ya mezin li orta Bexdayê, bi vê yekê hiştin ku rewş alozdartir bibe.

Erebistana Siûdî êrîşa Îranê şermezar dike

Di 3yê Kanûna Duyem de, êrîşeke Amerîkî nêzî balerfirxaneya Bexdayê fermandarê Pasdarên Şoreşa Îslamî ya Îranê (Pasdaran) Qasim Sulêmanî kuşt li gel Ebû Mehdî Muhendis, damezrênerê Ketaib Hizbulah.

Tehranê soz da ku tolhildaneke xwînawî pêk bîne û heta aniha bersiv daye bi mûşekên balistî li ser baregehekê li rojavayê Îarqê ku hêzên Amerîkî û yên hevpeymanîyê yên din dihewîne.

Erebistana Siûdî roja Pêmcşemê "binpêkirina Îranî ji sewerîya Îraqî re" şermezar kir, daxuyanîyeke ji alîyê Ajansa Nûçeyan a Siûdî ve hat weşandin got piştî êrîşên tolda rji alîyê Îranê ve roja Çarşemê.

Êrîş ji alîyê serokwezîrê Îraqî, wezareta derve û serokê Îraqê Berhem Salih ve hate şermezarkirin weke binpêkirin ji serwerîya welat re.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500