Nûçeyên Iraqê
Ewlehî

Milîsên hevalbendên Feyleqê Pasdaran li Dêra Zorê di rewşa hişyarîyê ya herî bilind de ne

Welîd Ebul Xêr li Qahîrayê

Çekdarên Afxanî ji lîwayê Fatimiyûn ê girêdayî Feyleqê Pasdaran li kampeke rahînanê li gundewarê Dêra Zorêya Sûrîyayê tên dîtin. [Wêne ji Furat Post hatiye wergirtin]

Çekdarên Afxanî ji lîwayê Fatimiyûn ê girêdayî Feyleqê Pasdaran li kampeke rahînanê li gundewarê Dêra Zorêya Sûrîyayê tên dîtin. [Wêne ji Furat Post hatiye wergirtin]

Milîsên girêdayî Feyleqê Pasdarên Şoreşa Îslamî ya Îranê (Pasdaran) yên ku li parêzgeha Dêra Zorêya Sûrîyayê kar dikin cihê xwe guhertin û ji nû ve belav dibin ligel rewşeke hişyarîyê ya bilind, li gorî çalakgerê xwecihî.

Piştî Pentagon roja Înê (3yê Kanûna Duyem) teqez kir ku Amerîkayê Fermandarê Hêza Quds a Feyleqê Pasdaran Qasim Sulêmanî li Bexdayê kuşt, milîsan gelek cihên xwe yên serbazî vala kirin, tenê çend endam li pey xwe hiştin.

Milîsên girêdayî Feyleqê Pasdaran li parêzgeha Dêra Zorê rewşa hişyarîyê ya bilind îlan kir, çalakgerê Dêra Zorê Cemîl Abid ji Diyarunare ragihand.

Wî got ew aniha ji nû ve çekdarên xwe belav dikin û hatin dîtin ku ew gelek cihên xwe yên serbazî yên ew di wan de bûn li bajarokê Elbû Kemalê li bajarê Dêra Zorê vala dikin.

Çekdarên lîwayê Fatimiyûn yê girêdayî Feyleqê Pasdaran li gundewarê Dêra Zorê tên dîtin. [Wêne ji IranWire hatiye wergirtin]

Çekdarên lîwayê Fatimiyûn yê girêdayî Feyleqê Pasdaran li gundewarê Dêra Zorê tên dîtin. [Wêne ji IranWire hatiye wergirtin]

Wî got ku çekdarên ku li wan cihan bi cih bûn ber bi gelek cihan li ser herdu beravên çemê Feratê ve hatine guhestin û tenê çendek man da ku pasvanîya cihên resen bikin.

Wî got ku milîsa Fatimiyûn ya Feyleqê Pasdaran piştgirîya wê dike, ya ku ji çekdarên Afxanî pêk tê û li jêr kontrola zabitên Îranî ye, bi awayekî berfireh li Dêra Zorê belav e.

Abid teqez kir ku ev çekdar asêgehan ava dikin û xendekan dikolin li devera derdora bajarê Dêra Zorê û li beşê başûrê parêzgehê, bi taybet li devera depoyên Eyaş û bajarokê Herabişê.

Qayimkirina hebûnê li ser sînor

Wî got ku herwiha milîsên hevalbendên Feyleqê Pasdaran hebûna xwe li dergehê sînorî yê Elbû Kemalê qayim kir, dergehê ku bajarokê Sûrî bi bajarokê Qaimê yê sînorî yê Îraqî ve girê dide.

Qaim ew bû cihê ku di 29ê Kanûna Yekem de sê êrîşên asmanî yên Amerîkî komên çekdar ên alêgirê Îranê lê armanc kirin, weke bersiv li ser êrîşeke bi mûşeekekê li baregeheke serbazî ya Îraqî li Kerkûkê ku karmendekî sivîl ê Amerîkî tê de hat kuştin.

Pentagon got ku wê veşartgehên çekan an ên fermandarîyê û swênkarên kontrolkirinê ên girêdayî Ketaib Hizbulah li rojavayê Îraqê û rojhilatê Sûrîyayê armanc kirin.

Abid got ku ji wî çaxî ve çekdarên milîsan tevgera sivîl û kel û pelan sînordar kiriye da ku rê li ber belavkirina çekdaran li Qaimê vekin û not kir ku kemyonên bi cebilxaneyan barkirî yên ji Îraqê derbasî Sûrîyayê dibûn hatine dîtin.

Abid daxuyand ku milîsên hevalbendên Feyleqê Pasdaran herwiha hatin dîtin ku çalakîyên nebînayî dikin li nêzî pira Elbû Kemalê û gundê Suweya û Herîyê.

Wî dîyar kir ku wan qedexeya derketinê li ser sivîlan li van deveran sepandiye, tenê destûr didine wan kesên ku rêdaneke taybet wergirtibûn -- piranîya wan kesên nêzîkî van milîsan in an malbatên endamên milîsan bi xwe ne -- ku tevgerê bikin.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500