Nûçeyên Iraqê
Ewlehî

Êrîşên asmanî yên Amerîkî milîsên alîgirê Îranê li Îraq û Sûrîyayê dikin armanc

AFP

Di vê wêneya ku di 31ê Culanê de hatiye kişandin, çekdarên koma nîvserbazî ya Ketaib Hizbulah, a Îran piştgirîya wê dike, di nimayişeke serbazî de dimeşin li Bexdayê. [Ehmed Rubeyî/AFP]

Di vê wêneya ku di 31ê Culanê de hatiye kişandin, çekdarên koma nîvserbazî ya Ketaib Hizbulah, a Îran piştgirîya wê dike, di nimayişeke serbazî de dimeşin li Bexdayê. [Ehmed Rubeyî/AFP]

Amerîkayê êrîşên asmanî li dijî komeke çekdar a alîgira Îranê li Îraq û Sûrîyayê bi cih anî, piştî du rojan ji êrîşeke bi mûşekê li ser baregeheke Îraqî ku kesekî sivîl ê Amerîkî tê de hate kuştin.

Pentagon got ku wê roja Yekşemê (29ê Kanûna Yekem) veşartgehên çekan û baregehên fermandarîyê û kontrolkirinê yên girêdayî koma nîvserbazî ya Ketaib Hizbulah, ya Îran piştgirîya wê dike, li rojavayê Îraqê û rojhilatê Sûrîyayê armanc kirine.

Di êrîşên şeva Yekşemê de balefirên Amerîkî li sê çeperên Ketaib Hizbulah li Îraqê û li du çeperên wê li Sûrîyayê dan.

Çeperên armanckirî ji cihên depokirina çekan û cihên fermandarîyê ku ji bo plankirin û bicihanîna êrîşan tên bikaranîn pêk dihatin, li gorî daxuyanîyeke Pentagonê.

Lêdanên asmanî bersiv bûn li ser zincîreke êrîşên bi mûşekan ên ku ji dawîya Cotmehê ve li dijî berjewendîyên Amerîkî li Îraqê pêk tên, di nav de êrîşeke bi bêhtir ji 30 mûşekan, roja Înê, li ser baregeha serbazî ya Îraqî ya K1 li Kerkûkê, ku sivîlekî Amerîkî tê de hate kuştin.

Herwiha çar endamên hêzên Amerîkî û endamên hêzên Îraqî hatine birîndarkirin.

Êrîşa li ser baregeha K1 ji lêdaneke yekser li dijî depoya cebilxaneyan pêk hat, ku bû sedema rûdana çend teqînan, û çar mûşekên din ku di borîyên wan de di kemyonekê de li xaleke avêjtinê hatin dîtin, berpirsekî Amerîkî bi mercê ku navê wê neyî eşkerekirin got.

"Weke bersiv li ser êrşên Ketaib Hizbulah ên dubare dibin li ser baregehên Îraqî yên ku mêvandarîya Hêzên Hevpeymanîyê yên taybet bi Operasyonên Çareserkirinên Bingehîn dikin, hêzên Amerîkî êrîşên deqîq li dijî swênkarên Ketaib Hizbulah li Îraq û Sûrîyayê bi cih anîn, êrîşên dê şîyana Ketaib Hizbulah lawaz bikin daku nikaribe êrîşan di pêşerojê de li dijî hêzên hevpeymanîyê bi cih bîne," peyvdarê Pentagonê got.

Wezîrê Derve yê Amerîkî Mike Popeo got Amerîka dê rê nede Îranê "ku tedbîran bike ku bêhêle jin û mêrên Amerîkî rastî xeterê werin".

Wezîrê Berevanîyê Mark Esper roja Yekşemê got ku êrîşên asmanî serkeftî bûn û ne dûr ku gelek tedbîran bikin "daku nehêlin kiryarên xerab ji alîyê milîsan an Îranê ve çêbibin".

Behrên, hevalbendeke Amerîkayê ya sereke ye li herêmê, roja Duşemê got ku ew pêşwazîya êrîşan dike.

Têkilîyên xurt bi Hêza Qudis a Pasdaran re

Ketaib Hizbulah "têkilîyên wê yên xurt" bi Hêza Quds ya girêdayî Feyleqê Pasdarên Şoreşa Îslamî ya Îranê (Pasdaran) re hene, Pentagon berî niha wiha gotibû.

Pentagonê got ku milîsê "dubare gelek alîkarî û piştgirîyên din ji Îranê wergirtin ên ku wê bi kar anîn daku êrîşî" hêzên hevpeymanîyê bike.

Hêzên Heşda Şaebî, komeke nîvserbazî ye li Îraqê, roja Duşemê got ku Yekşemê êrîşên asmanî yên Amerîkî li Îraqê herî kêm 25 çekdar kuştine.

Êrîşan "25 kuştin û 51 jî birîndar kirin, di nav wan de fermandar û çekdar û dibe ku hîn hejmar zêde jî bibe", Heşda Şaebî got.

Piştî demeke kurt ji êrîşên asmanî yê Amerîkî, çar mûşekên Katyoşayê şeva Yekşemê li nêzî baregeha Tacî ya serbazî ya Îraqî li derveyî Bexdayê, ku hêzên Amerîkî dihewîne, hatine teqendin bêyî ku tu xesarên mirovî hebin, berpirsekî ewlekarî yê Îraqî ku xwest navê wî neyê eşkerekirin got.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500