Nûçeyên Iraqê
Civak

Xûzeyên Sipî haydarîyê ji felaketeke mirovî li Bakurê Sûrîyayê didin

Welîd Ebul Xêr li Qahîrayê

Bajarokê Merdîx li gundewarê Idlibê bi giranî wêran bûye piştî êrîşeke asmanî. [Wêne ji Navenda Medyayî ya Idlibê hatiye wergirtin]

Bajarokê Merdîx li gundewarê Idlibê bi giranî wêran bûye piştî êrîşeke asmanî. [Wêne ji Navenda Medyayî ya Idlibê hatiye wergirtin]

Berevanîya Sivîl a Sûrî (Xûzeyên Sipî) haydarî ji felaketeke mirovî li bakurê Sûrîyayê da hevdem ligel zêdebûnek di êrîşên asmanî de û zêdebûna bêwarbûna sivîlan di encamê de, li gorî çalakgerekî ji herêmê.

Rêxistin dibêje ku zêdebûnek di çalakîyên serbazî û êrîşên asmanî yên rejîma Sûrîyayê û Rûsyayê li parêzgeha Idlibê heye, parêzgeha ku piranîya wê li jêr kontrola Tehrîr el-Şam e.

Ev yek bû sedema zêdebûna hejmara bêwarên ji deverên Idlibê yên rastî êrîşên asmanî tên, li gorî şiroveya çalakgerekî bi navê Heysem Idlibî.

Piranîya bêwaran berê xwe didin tixûbên herêma opozîsyonê û deverên hinekî ewlehtir li dirêjahîya sînorê bi Turkîyayê re, wî ji Diyaruna re ragihand.

Otmbîleke biçûk malbatekê ligel hinek pêdivîyên wan ji gundewarê başûrî yê Idlibê vedughêze piştî ku xanîyê wan hat armanckirin. [Wêne ji Berevanîya Sivîl a Sûrî hatiye wergirtin]

Otmbîleke biçûk malbatekê ligel hinek pêdivîyên wan ji gundewarê başûrî yê Idlibê vedughêze piştî ku xanîyê wan hat armanckirin. [Wêne ji Berevanîya Sivîl a Sûrî hatiye wergirtin]

Mizgefta Hesan Bin Sabit li bajarokê Telminisê li başûrê parêzgeha Idlibê di êrîşeke asmanî de ziyan mezin gihiştiyê. [Wêne ji Navenda Medyayî ya Idlibê hatiye wergirtin]

Mizgefta Hesan Bin Sabit li bajarokê Telminisê li başûrê parêzgeha Idlibê di êrîşeke asmanî de ziyan mezin gihiştiyê. [Wêne ji Navenda Medyayî ya Idlibê hatiye wergirtin]

Idlibî got ku Xûzeyên Sipî di daxuyanîyekê de hişyarî ji felaketeke mirovî ya di encamabordumankirina dijwar a li çend deverên Idilibê da, bi taybetî li bajarê Maeret Numan û gund û bajarokên li derdora wî.

Li gorî rêxistinê, dora 100,000 kes li deverê mane, bi dehan ji wan di rojên dawî bi tenê di êrîşên asmanî yên Rûsî û Sûrî de hatine kuştin an birîndar bûne, êrîşên ku sazîyên sivîl, navendên nûjdarî, bazar û xanîyan armanc dikin.

Bi hezaran ji deverê direvin

Xûzeyên Sipî got ku di demjimêrên dawî de bi hezaran kes ji deverên xwe berê xwe dan deverên sînorî yên ku hinekî ewletir in, wan li jêr agirbaraneke dijwar bar kir.

Idlibî daxuyand ku çalakgerên li herêma Idlibê bandora operasyonên serbazî yên ji 15 heta bi 18ê Kanûna Yekem şopandin, û dîtin ku 30 dever bi topan û êrîşên asmanî hatine armanckirin.

"Di nav de 110 êrîşên asmanî yên rejîma Sûrîyayê û 79 êrîşên asmanî yên Rûsî, ligel bêhtir ji 200 bûyerên topbarankirinê û êrîşên bi mûşekan," wî got.

Wî da zanîn ku vê gera tendûtûjîyê canê 37 kesan çiniye, di nav de 11 zarok û 10 jin, û got ku 76 kes birîndar bûne ku jin û zarok di nav wan de hene.

Idlibî got ku rewş li bajarê Maeret Numan û derdorê "felaketbar" e, û kolan vala ne û kesên ku li deverê mane bi tenê ew in ên ku nikarin biçin deverine ewlehtir.

Idlibî daxuyand ku gelek ji wan kesên ku dixwazin birevin ditirsin ku vê yekê bikin, ji ber otombîlên sivîlan hildigrin tên armanckirin, ku sê bûyerên wiha di rojên dawî de hatine tomarkirin.

Pevçûn bi Tehrîr el-Şam re

Hevdem, pevçûnên di navbera rejîma Sûrîyayê û komên çekdar de bûn sedema kuştin bêhtir ji 60 kesan ji herdu alîyan di 24 demjimêrên dawî de, tevî bangên NY bo rawestandina şer, Rewangeha Sûrî bo Mafên Mirov Înê (20ê Kanûna Yekem) ragihand.

Rewangehê got ku 38 tundrew û çekdarên alîgir ji wan re di şerên bi hêzên rejîmê re li Idlibê hatine kuştin ji şeva Pêncşemê heta niha, AFP ragihand.

Rewangehê got ku di pevçûnên li nêzî Maeret Numan de 23 çekdarên alîgirên rejîmê hatin kuştin.

Balefirên şer ên Rûsî êrîşî deverên li derdora Maeret Numan û bajarokê Seraqibê yê nêzîk kir, li gorî Rewangehê.

Êrîşên asmanî bûn sedema pêleke nû ya bêwarîyê ji deverên li derdorê.

Yasir Brahîm Dendel got ku ew û malbata xwe direvîyan nav bistanên zeytûnên li bakurê Idlibê, û ew li wir radizan.

"Bi sedên rokêtan li Maeret Numan ketin," wî got. "Rewş pir xirab e."

Vê heftîyê NY zêdebûna şer li deverê şermezar kir, û Necat Rûşdi, şêwirmendeke payebilind a warê mirovî ya şanderê NY bo Sûrîyayê, bang bo "rawestandina yekser a şer" kir.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500