Nûçeyên Iraqê
Ciwan

Li Idlibê zarok di êrîşên asmanî yên Rûsî û Sûrî de tên kuştin

Welîd Ebul Xêr li Qahîrayê û AFP

Endamekî Xûzeyên Sipî zarokeke birîndar hildigire dema ku xanîyê wan li gundewarê Idlibê bû armanca êrîşeke asmanî ya Rûsî. [Wêne ji Berevanîya Sivîl a Sûrî hatiye wergirtin]

Endamekî Xûzeyên Sipî zarokeke birîndar hildigire dema ku xanîyê wan li gundewarê Idlibê bû armanca êrîşeke asmanî ya Rûsî. [Wêne ji Berevanîya Sivîl a Sûrî hatiye wergirtin]

Di êrîşên asmanî û topbaranên rejîma Sûrîyayê de Sêşemê (17ê Kanûna Yekem) 14 sivîl hatin kuştin û 18 kesên din birîndar bûn li çend cihan li parêzgeha Idlibê, li bakurê rojavayê welat, Rewangeha Sûrî bo Mafên Mirov ragihand.

Tundûtûjîya herî dawî di demekê de tê ku şer û pevçûn di navbera hêzên rejîmê û milîsên wê de li alîyekî û Tehrîr el-Şam û komên çekdar ên alîgir jê re li gelek sektoran li Idlibê û li nêzî tixûbên parêzgeha Helebê diqewimin.

Di 24 demjimêrên dawî de, êrîşên asmanî yên rejîma Sûrîyayê û Rûsyayê sê zarok kuştine û heft zarokine din birîndar bûne, çalakgerekî bi navê Museb Esaf ji Diyaruna re ragihand.

Wî got ku hejmarek ji sivîlên din hatin kuştin û birîndar bûn di êrîşên asmanî de, yên ku bi awayekî rojane li deverên niştecihbûnê û jêrxaneya sivîl û sazîyan didin.

Endamên Xûzeyên Sipî jineke birîndar hildigirin di dema êrîşeke asmanî li ser kampeke bêwaran li gundewarê Idlibê. [Wêne ji Berevanîya Sivîl a Sûrî hatiye wergirtin]

Endamên Xûzeyên Sipî jineke birîndar hildigirin di dema êrîşeke asmanî li ser kampeke bêwaran li gundewarê Idlibê. [Wêne ji Berevanîya Sivîl a Sûrî hatiye wergirtin]

Esaf got ku êrîşên asmanî li çend deveran pêk hatin, di nav de bajarokê Maer Şûrîn, ku zarokek hat kuştin û heft kes birîndar bûn.

Wî got ku du zarok hatin kuştin û hejmarek ji sivîlan birîndar bûne, ku hinek ji wan zarok in, di êrîşên asmanî de li ser kampeke bêwaran li nêzî bajarê Binişê.

Wî daxuyand ku êrîşên asmanî herwiha bajarokên Maeseran, Xedqa û herwiha Tah, Nacîya û Bidamayê, ligel bajarokên Surman, Herakî, Heran û Rafayê li parêzgeha Idlibê armanc kirin.

Esaf got ku pevçûn herwiha li tixûbên parêzgeha Idlibê di navbera rejîma Sûrî û hevalbendên wê li alîyekî û Tehrîr el-Şam û alîgirên wê li alîyekî din berdewam dikin, û kuştî û birîndar di nava rêzên herdu alîyan de hene.

Wî got ku Tehrîr el-Şam pêşveçûneke biçûk li başûrê rojhilatê bajarê Maeret Numanê pêk anî, bi taybetî li devera Kutêbayê û zavîyên Um Tinehê, û li gundewarê Mişêrfayê.

Wî got ku di heman demê de, hêzên rejîma Sûrîyayê hewl didin ku li Hewîcayê li devera Sehil el-Xab bi pêş kevin lê ew bi ser neketine, ji ber ku baranên gelek dibin asteng li ber pêşveçûna navgînên zinxî yên giran û tankan.

Nûkirina çalakîyên alîkarîyê yên NY

NY Sêşemê got ku tu bijare li pêşîya wê tune ne ji bilî şandina alîkarîyên mirovî di sînorên Sûrîyayê û enîyên şer re, li gorî raporteke sekreterê giştî yê NY Antonyo Guterres, ku Rûsya vê yekê red dike.

Endamên Encumena Ewlekarîyê ya NY nûkirina operasyonê nîqaş dikin, ku biryar e 10 Kanûna Duyem biqede.

Çar xalên derbasbûnê bo Sûrîyayê -- du ji Tukîyayê, yek ji Urdunê û yek bi Îraqê -- tên bikaranîn bo gihandina alîkarîyên mirovî bo bi milyonên hewcedaran. Danûstandin li dar in bo vekirina dergehekî pêncem, li Tel Ebyedê (Girê Sipî) li ser sînorê Turkîyayê.

Dergehê pêncem di reşnivîsa projebiryareke Almanya, Belcîka û Kuwêt de hatiye, ku radestî dosyaya rewşa mirovî ya Sûrîyayê ya Encumena Ewlekarîyê hatiye kirin.

Ew daxwaza nûkirina misyona xwe bo heyama salekê dikin.

Lê Mosko dixwaze şeş mehan tenê were nûkirin.

Diplomasîyan Duşemê got ku Rûsyayê projebiryareke alternatîv şiyandiye Encumena Ewlekarîyê, ku daxwaz dike ku xalên sînorî werin girtin.

Mosko dibîne ku rewş li ser zemînê hatiye guhertin piştî ku rejîma Sûrîyayê kontrola gelek deveran vegerandiye. Wê pêşinyara girtina Yarubiya (Tel Koçer) di navbera Sûrîya û Îraqê de, û herwiha Remsayê li ser sînorê Urdunê kir.

Helwestên Rûsyayê dûr in ji hêvîyên Guterres, yê ku got ku bo belavkirina alîkarîyên mirovî, dergehên sînorî û enîyê şer yekane bijareya wan in.

"Tu rêyên alternatîv ên NY tune ne bo gihiştin bi xelkên hewcedar li wan deverên ku alîkarî di xalên sînorî re tê kirin," Guterres di daxuyanîyekê de got, ku radestî Encumena Ewlekarîyê hatiye kirin.

"Alîkarîya mirovî ya ajansên NY dabîn dike ji dabînkirina xwarinê mehane ji 4.3 milyon kes re û çareserîya nûjdarî û tendirustî ji 1.3 milyon kes re li seranserê welat pêk tê," Guterres daxuyand.

"Alîkarîya di sînor re... dimîne beşekî jîyandar ji alîkarîya mirovî ji 11 milyon kesên hewcedar re," wî got.

Raportê got ku rewşa li Sûrîyayê di sala 2019an de bêhtir kambax bûye û got ku divê hemû hewlên gengaz werin dayîn bo nehiştina rûdana êrîşeke serbazî li herêma Idlibê li bakurê rojavayê welat, ku milyon kes li wir dijîn.

Tu vê mijarê diecibînî?

1 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500

Pir baş e!

BERSIV BIDE