Sivîlên ji Idlibê direvin dibin armanca lêdanên asmanî yên balefirên şer ên Sûrî û Rûsî, û gelek ji wan hatin kuştin an birîndar bûne dema ew ji deverên li bakur û rojavayê Sûrîyayê yên ku şerê dijwar li wan diqewime derdiketin, çalakgerekî xwecihî ji Diyaruna re ragihand.
Bêhtir ji 235,000 kesan ji herêma Idlibê reviyan di van herdu heftîyên dawî de, NY roja Înê (27ê Kanûna Yekem) got, hevdem ligel zêdebûna êrîşên rejîmê û yên Rûsî li ser asêgeha opozîsyonê ya serekî ya dawî li Sûrîyayê.
Bêwarbûna bi kom a di navbera 12 û 25ê Kanûna Yekem de hişt ku Maeret Numan "hema nîv vala bimîne", li gorî ajansa mirovî ya NY (OCHA).
Şahrêya sereke ya başûrê Idlibê bi bakurê wê ve girê dide mişt kamyonên biçûk bû, yên sivîl vediguhestin derveyî herêma agirîn.
Ji nîvê Kanûna Yekem de, hêzên rejîmê bi piştevanîya Rûsyayê êrîşeke berfireh li ser tundrewan li başûrê Idlibê pêk tînin, tevî hebûna agirbestekê ku di meha Tebaxê de hatibû wajûkirin ûû bangên bo rawestandina şer ji hêla Turkîya, Fransa û NY ve.
Êrîşên asmanî yên zêde piştî bipêşketina çekdarên alîgirên Şamê li ser erdê dest pê kirine.
Wan ji 19ê Kanûna Yekem ve dest danî ser bi dehan bajarok û gundan di şerên li hember tundrewan ku bi sedan ji herdu alîyan di wan de hatine kuştin.
Pêşketinan hiştiye ku ew kêmî çar kîlometran dûrî Maeret Numanê bin, ku yek ji navendên bajarî yên herî mezin li Idlibê ye.
Li gorî OCHA, şerên li dar pêla bêwarîyê ji deverê û ji bajarokê Seraqibê yê nêzîk dijwar kirin.
"Xelk ji Seraqibê û gundewarê wê yê rojhilatî direve ji ber ew texmîn dikin ku dê şer wan jî bide ber xwe," OCHA got.
Idlib ji hêla şaxê berê ya Qaîdayê li Sûrîyayê, hevbendîya tundrew a Tehrîr el-Şam, tê kontrolkirin.
Serokê Tehrîr el-Şam Muhemed Colanî di daxuyanîyekê de roja 24ê ragihand ku cenga Sûrîyayê ne tenê li dijî rejîmê ye, lê belê li dijî Rûsya û Îranê ye jî, yên ku hewl didin Sûrîyayê dagir bikin.
Sivîlên direvin dibin armanca lêdanên asmanî
Hejmarek ji sivîl hatine kuştin û birîndar bûne dema ku otombîlên wan bûn armanca balefirên şer ên Rûsî û Sûrî, nemaze li ser rêya navdewletî li nêzî Maeret Numanê, çalakgerekî ji Idlibê bi navê Heysem Idlibî ji Diyaruna re ragihand.
"Di nav navgînên ku hatine armanckirin traktoreke ku 10 kes hildigirtin hebû, ku sê ji wan mirin û yên din birîndar in," wî got.
Navgîneke din ku malbateke vediguhest bû armanc, ku di ecamê de kesek mir.
Idlibî got ku di encamê de, "şênî bidane û newêrin ku di rêyê de biçin bo birevin ber bi deverên sînorî ve, ku ew hinekî ewlehtir in".
Di heman demê de, êrîşeke asmanî ya Rûsî kampeke bêwaran li derdora bajarokê Cobas li Seraqibê kir armanc, ku Berevanîya Sivîl a Sûrî (Xûzeyên Sipî) jî ragihand ku heşt kesan jîyana xwe ji dest daye, di nav de pênc zarok.
Wî got ku şerê dijwar li gundewarê Idlibê rû dide, ku hêzên rejîmê û milîsên bi ser wê ve pêşketina xwe dewam dikin û bajarokên el-Teh, Babûlîn û Cercenaz li gundewarê başûrî yên Idlibê bi dest xistin.
Idlibî daxuyand ku deverên herî ziyan ji ber bombebarankirin û êrîşên asmanî dîtine bajarokên Kefer Nubil, Termela, Xan Subil, Xedfa û Maesaranê ne, ku pênc kesan jîyana xwe ji dest da û hejmareke mezin birîndar bûn.
Wî got "ji vê zêdetir bajarê Maeret Numan e, ku aniha hema ji xelkê vala bûye," û da zanîn jî ku hinek deverên niştecihî li bajêr bi temamî ji ber topbarana topavêjan, ji erdê heya bi mûşek, êrîşên asmanî û bermîlên teqîner hatin wêrankirin.
Idlibî got ku di heman demê de, Berevanîya Sivlî ya Sûrî û hinek xwebexşên din otombîlên xwe bo derxistina xelkê, ku wan dibin cihine ewlhetir, bi kar tînin.