Nûçeyên Iraqê
Ewlehî

Êrîşên asmanî yên Rûsî li Idlibê dibin sedema tirsa ji felaketeke mirovî

Welîd Ebul Xêr li Qahîrayê

Dumana êrîşeke asmanî li başûrê Idibê bilind dibe, ne dûr ji konên ku bêwarine Sûrî vedihewînin. [Wêne ji Navenda Mîdyayî ya Idlibê hatiye wergirtin]

Dumana êrîşeke asmanî li başûrê Idibê bilind dibe, ne dûr ji konên ku bêwarine Sûrî vedihewînin. [Wêne ji Navenda Mîdyayî ya Idlibê hatiye wergirtin]

Êrîşên asmanî yên Rûsî Sêşemê (18ê Tebaxê) deverine başûrî li parêzgeha Idibê ya li bakurê Sûrîyayê armanc kirin, ku vê yekê hişt rêxistinên hawarçûnê û yên nûjdarî yên li herêmê kar dikin ku haydarîyê ji egera rûdana felaketeke mirovî bidin.

Deverên tên armanckirin pir qerebalix in, ji ber ku bi hezarên bêwarên Sûrî ji deverine din ew ji xwe re penageh dîtine.

Xûzeyên Sipî û rêxistinên din ên hawarçûnê û nûjdarî yên li Idlibê tev digerin haydarî ji rûdana felaketeke mirovî li Idlibê û hawîrdora wê eger êrîşên asmanî berdewam bin dan, çalakgerekî ji Idlibê bi navê Heysem Idlibî ji Diyaruna re ragihand.

Wî got ku ligel hebûna kuştîyan, borduman bû sedemapêleke nû ya bêwarîyêbo deverên din, ku dê ev yek bibe sedema felaketekê.

Duman bilind dibe piştî êrîşine asmanî yên Rûsî li başûrê Idlibê. [Wêne ji Idlib Plus hatiye wergirtin]

Duman bilind dibe piştî êrîşine asmanî yên Rûsî li başûrê Idlibê. [Wêne ji Idlib Plus hatiye wergirtin]

Wî got ku gelek deverên "ewleh" hebûn ku wan dikarî biçin wan, û da zanîn ku êrîşên asmanî hevdem ligelbelavbûna berfireh a petaya vayrûsa Koronayê (COVID-19) li kampên li bakurê Sûrîyayê tên.

Idilbî got ku balefirên şer ên Rûsî bêhtir ji 10 êrîşên asmanî li dijî bajarokên Şêx Behir û Herbûş li başûrê Idlibê û dehlên derdora wan pêk anîn, ligel bajarokên Kuknaya û hawîrdorê wê.

Idlibî teqez kir ku ev hemû dever bi miştbûna xwe bi bêwaran tên naskirin, û da zanîn ku hêzên rejîmê jî topbaranên xwe dîsan dest pê kirine.

Wî da zanîn ku topbaranên rejîma Sûrîyayê bajarokên Bara û Kefir Ewîd li başûrê Idlibê armanc kirine, û tê qalkirin ku ziyanên mirovî hene.

Herwiha pevçûnên dijwar di navbera hêzên rejîmê Sûrîyayê û komên çekdar ên opozîsyonê de derketin, di nav de hevbendîya tundrew a Tehrîr el-Şam, li devera Maeret Numan û gundê Dadîx, li başûrê Seraqibê.

Komên çekdar li deverê roja Sêşemê sê dronên koleçanê û çavdêrîkirinê yên Rûsî anîne xwarê, li gorî Rewangeha Sûrî bo Mafên Mirov.

Efserekî Rûsî li Sûrîyayê tê kuştin

Hevdem, li rojhilatê Sûrîyayê, lîwayekî Rûsî hat kuştin û du leşker birîndar bûn roja Sêşemê dema ku bombeyeke çandî li nêzî karwanekî Rûsî teqîya, AFP ragihand.

Wezareta Berevanîyê ya Rûsî got ku bombe teqîya dema ku karwan ji operasyoneke mirovî li nêzî bajarê Dêra Zorê divegerîya.

Daxuyanîya ku bi rêya ajansên nûçeyan ên Interfax, RIA Novosti û TASS ên Rûsî hatiye belavkirin got ku sê leşker di teqînê de birîndar bûne û "şêwirmendekî serbazî yê payebilind bi pileya lîwa hatiye kuştin".

Tu hûragahîyên berfirehtir nehatin peydakirin.

Bi hezaran leşkerên Rûsî li Sûrîyayê bi cih bûne bo piştgirîkirina rejîmê.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500