Nûçeyên Iraqê
Aborî

Jêderên temwîlkirinê yên sereke ji dest DAIŞê diçin piştî şikestina wê

Xalid Taî

Hêzên Îraqî çek û dabînkirinan ji maleke vehesînê ya ku wan li rojavayê Enbarê kifş kir derdixin di 1ê Kanûna Yekem de. [Wêne ji Wezareta Berevanîyê ya Îraqî hatiye wergirtin]

Hêzên Îraqî çek û dabînkirinan ji maleke vehesînê ya ku wan li rojavayê Enbarê kifş kir derdixin di 1ê Kanûna Yekem de. [Wêne ji Wezareta Berevanîyê ya Îraqî hatiye wergirtin]

Di lûtkeya desthilatdarîya xwe de, "Dewleta slamî" (DAIŞ) dewlemendîyek ji qaçaxkirina neftê, talankirina bankan û bazirganîya hunerkarîyan û gencîneyên niştimanî yên neguhêrbar da hev, a ku wê di temwîlkirina operesonên xwe de bi kar anîn.

Di serdema xwe ya terorê li Îraq û Sûrîyayê, hat gotin ku rêxistinê 50 milyon dolar mehane ji qezencên qaçaxkirina neftê tenê didane hev.

DAIŞê dest danî ser 500 milyon dolar ên di bankan de dema wê girte ser Mûsilê, dema ku bazirganîya wê di warê hunerkarîyên talankirî de di nav 150 heta 200 milyon dolar kire xezîneyên wê de.

Dema ku ew ji deverên ku carekê li jêr kontrola wê bû hat derkirin û rastî parçebûnê komî hat, rêxistin aniha di warê darayî de êşê dikişîne ji ber jêderên qezenckirinê yên sereke ji dest çûn.

Hêzên Îraqî yên Taybet çepereke DAIŞê li biyabana Enbarê wêran dikin di 19ê Îlonê de. [Wêne ji Hêza Tektîkî ya Taybet ya Îraqî hatiye wergirtin]

Hêzên Îraqî yên Taybet çepereke DAIŞê li biyabana Enbarê wêran dikin di 19ê Îlonê de. [Wêne ji Hêza Tektîkî ya Taybet ya Îraqî hatiye wergirtin]

Vê yekê zor lê kir ku li jêderine temwîlkirinê yên alternatîv bigere di rêya "alavên nerêtî" re, pisporên Îraqî ji Diyaruna re ragihand.

Piştî kuştina serkirdeyê DAIŞê Ebû Bekr Bexdadî alîkarê wezîrê Gencîneyê yê Amerîkî bo temwîlkirina terorîstan Marshall Billingslea meha bûrî got dibe ku temwîlkirina rêxistinê ji sîstema "navendî" ber bi sîstemeke parçekirîtir ve were guhertin.

Endamên DAIŞê bi awayekî zêde xwe dispêrin torên nepenî li deverine din ji bilî Îraq û Sûrîyayê, cihê ku ew rastî fişareke kêmtir ji çavdêrî û koleçana tên, pisporê siyasî Iyad Enbar ji Diyaruna re eşkere kir.

"Vegera wê li tundî, revandin, santajkirin, sepandina bacan bi zor û xêrdan, ên ku rêbazine sade ne bo bidestxistina pereyan, yên dibe ku rêbazên dawî bin ku rêxistin xwe li wan bigire, a ku piranîya jêderên xwe yên berfireh ji dest dan," wî got.

Wî got ku DAIŞ li penayine ewle digere li deverinan li Afrîqa yan Asyayê cihên ku valahîyên ewlekarî yan şerên berdewam hene daku careke din dest bi operesyonên xwe bike.

Ew dê rastî gelek astengîyan were dema em behsa kar û barên wê yên darayî bikin, wî anî ziman, ji ber sîstema diravî ya cihanî tedbîrên xwe zêde kirin daku bide dûv hemû jêderên temwîlkirina terorê, di nav de "rêbazên nerêtî", Enbar got.

Wî got ku Wezareta Gencîneyê ya Amerîkî hejmareke mezin a dezgeh û kesayet ên wî dît ku piştgirîya komên tundrew dikin destnîşan kirin û mal û milkên wan cemidandin diravkarîyên wan qedexe kirin.

Wî anî ziman ku vê yekê astengî çêkiin ji herikîna pereyên ku DAIŞê werdigirtin di rêya guhestina pereyan ji koma çalakîyên ku dibe di dilqê karekî xêrxwazî de dihatin veşartin.

Vederkirina DAIŞê ji samanên wê

Cizayên Amerîkî DAIŞ ji sermayedarên wê yên sereke bê par hişt, pisporê warê ewlehîyê Celîl Xelef ji Diyaruna re ragihand.

Wî got ku xebatên Amerîkî û yên navdewletî derbarê çavdêrîkirina mal û milk û guhestinên bankî serkeftî bûn bo girtina kenalên temwîlkirina terorîstan.

Wî got ku ligel vê yekê, "hêzên Îraqî û balefirên hevpeymanîya navdewletî bi ser ketin di wêrankirina gelek veşartgehên terorîstan li Îraq û Sûrîyayê di şer de, yên ku weke depoyên pereyan û navendên qaçaxkirina neft û madenên giranbuha dihatin bikaranîn".

Xelef got ku çêkirina qezencan di demeke piçûk de vê dawîyê û hewldanên DAIŞê bo daneheva pereyan "destnîşan dikin ku rêxistin li ber mirinê ye û gencîneyên wê vala ne".

Wî got ku di van şert û mercên aniha de, "ne gengaz e" ku DAIŞ ti pereyên gelek bide hev, ji ber rêxistin di warê darayî de têk çûyeoperesyonên wê di warê medyayê şer dikin û moralê çekdarên wê li erdê ye.

Rêxistin di rewşekê de ye ku jê nayê operesyonên şer ên meydanî bi cih bîne.

DAIŞ di rewşeke xirab de ye ji ber ew aniha di warê emelî bêşîyankirî ye, civaknas Talib Muhemed Kerîm ji Diyaruna re got.

Wî got ku pereyên yedek yên ku rêxistinê çêkirin hiştin ku ew bibe yek ji rêxistinên tundrew ên herî dewlemend,"lê ew dewlemendî bi lez belawela bû bi saya xebatên awarte yên ji alîyê Îraqê û hevtayên wê yên navdewletî ve".

Wî got ku xebatên hevkar bo armanckirina wan pereyên ku bi rêyên neqanûnî tên bidestxistin berdwam in.

Kerîm daxuyand ku tevî gengaz e ku DAIŞ dê berdewam bike daku li jêderên qezencan ên alternatîv li deverine dûr bigere, û ew dê têra wê nekin bo demeke dirêj, ji ber xebatên navdewletî bo çavdêrîkirina rêxistinê her û her tên başkirin.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500