Nûçeyên Iraqê
Terorîzm

Îraq dest dideyne ser mal û milkên kesên DAIŞê temwîl dikin

Xalid Taî

DAIŞ ewidîbû ku mêjerên mezin ên pereyan ji jêderên cuda wergire dema kontrolkirina wê ji rûberin fireh ji Îraq û Sûrîyayê re, lê ev jêder çikîyan ji ber çewisandina endamên wê û jêderên temwîlkirina wê. [Wêne li ser înternetê hat belavkirin]

DAIŞ ewidîbû ku mêjerên mezin ên pereyan ji jêderên cuda wergire dema kontrolkirina wê ji rûberin fireh ji Îraq û Sûrîyayê re, lê ev jêder çikîyan ji ber çewisandina endamên wê û jêderên temwîlkirina wê. [Wêne li ser înternetê hat belavkirin]

Parlemanê Îraqî du biryar standin di Tîrmehê de bo destdanîna li ser mal û milkên kesên bersûc bi temwîlkirina çalakîyên girêdayî terorîzmê.

Herdu biryar di 19ê Tîrmehê de hatin standin ji alîyê "Komîteya Parlemanî bo Girtina Mal û Milkên Terorîstan", û yekser hatin bicihanîn.

Li ser bingeha biryara komîteyê, dê dest li ser mal û milkên sabit û yên guhêzbar ên wan kesên bi temwîlkirina terorîzmê bersûc were danîn.

Biryara parlemanê li ser bingeha delîlên ku li Dadgeha Peygerînê ya Nînewayê ya pispor derbarê haletên terorîzmê hatin pêşkêşkirin e, û ligel fermanên Yasaya Nehiştina Şûştina Pereyan a Îraqî guncan e.

Ev biryarên herî dawî ne ku Îraqê derxistine di çarçoveya xebatên wê de da nema bihêlin ku pere bi ser endamên "Dewleta Îslamî" (DAIŞê) de biherikin.

''Gaveke di rêya rast de ye''

Li gorî biryara yekem, dê dest li ser mal û milkên 200 kesan dê were danîn. Biryara duyem giranîyê dide destdanîna li ser mal û milkên du kesên navên wan Saed Hesen Reşaş el-Rawî û Dawûd Selman Husên Kubeysî.

Amir Seidî, lêkolînerê stratecî û siyasî, ji Diyaruna re got ku herdu amirên fermî ronîyê didine xebatên hikûmetê bo şopandina jêderên temwîlkirina terorîstên DAIŞê û "ew yek gaveke di rêya rast de ye".

Di van her çend salên dawî de, Îraqê gelek biryar standin bo destdanîna li ser mal û milkên "hejmareke mezin a kes û dezgehan" ên ku terorîzmê temwîl dikin, wî got û destnîşan kir ku ev yek bi alîkarîya Amerîka û hevpeymanîya navdewletî hat kirin.

Ajansên ewlekarî yên Îraqî karîbûn gelek şanên ku terorîstan bi pereyan dabîn dikin bişopînin û wan bigirin, vê yekê hişt ku DAIŞ bi milyonên dolaran ji dest bide, Seidî got.

Gelek navbênkar û kompanî li Îraqê û welatên din kar dikin bo veguhestina pereyan an guhertina diravan hêsan bikin, wî got. Hin dezgeh rêxistinên xêrxwaz weke enî bi kar tînin bo temwîlkirina çalakîyên DAIŞê.

Hewcedarî bi alîkarîya navdewletî heye

Seidî got ku divê civaka navdewletî alîkarîyê bi Îraqê re bike da berdewam bike bide dûv wekîlên DAIŞê û anî ziman ku tevî mirov nikare temwîlkirinê bi temamî rawestîne, li mirov dikare sînordar bike di rêya çavdêrîkirina guhastina perayan di rêya bankê re û diravkarîyên bazara reş.

Îsam Feylî, lektorê zanista siyasî li Zanîngeha Mustensirîyayê, ji Diyaruna re got ku qanûnên destdanîna li ser mal û milkên terorîstan armanc kirin lîsteyeke mezin ji fînanseran û torên eşker ên girêdayî temwîlkirina terorîzmê armanc kirin.

Wî got ku Îraq giha qonaxeke pêşketî di şopandin û jihevxistina tor û kesên ku piştgirîya DAIŞê dikin.

"Hevkarîyeke balkêş bi birêveberîya Gencîneya Amerîkî re heye û gelk hevtayên navdewletî yên din tevlî wan bûn daku rê li ber temwîlkirina terorîstan bigirin," wî got.

Wezareta Gencîneyê ya Amerîkî daxuyanîyek di nêvî Tîrmehê de weşand tê de hat ku her heft dewletên endam di Navenda Armanckirina Temwîlkirina Terorîzmê de -- Amerîka û dewletên Kendavê -- bi awayekî hevbeş şeş armancên têkilîdarê DAIŞê destnîşan kirin.

Destnîşankirinê sê dezgeh û kesek ên li Turkîya û Sûryayê ne armanc kirin, ên ku piştfirîya darayî û lojestîk a girîng ji DAIŞê dabîn kirin; û rêxistineke li Afxanistanê, Rêxistina Necatê ya Guhdana Civakî û birêveberê wê.

Ebdul Rehman Meşhedanî, wanebêjekî navdewletî di warê abornasîyê de li Zanîngeha el-Îraqîyayê, ji Diyaruna re ragihand ku DAIŞê hewl dide ku xwe bi xwe temwîl bike ji ber xebatên qutkirina temwîlkirinê ji ser torên wê bi pereyan dabîn dikin.

Herwiha rêxistina terorîst jêderên wê yên temwîlkirinê yên neritî û xwecihî hene, wî got, di nav wan de santajkirina cotkaran û revandin li hember fidye li deverên dûr.

Tevî wê yekê, wî got, dahatên ji jêderên mîna van sînordar in, em nikarin wan bidine ber dewlemendîya DAIŞê çêkir dema wê rûberên berfireh li Sûrîya û Îraqê kontrol dikirin.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500