Nûçeyên Iraqê
Medya

Xebatên DAIŞê yên propagandabarî di tevlîhevîyê de ne piştî binketinan

Xalid Taî

Hêzên Îraqî di 11ê Nîsanê de alavên ragihandinê û materyalên ku di hundirê veşartgeheke DAIŞê de li parêzgeha Diyalayê hatin dîtin nîşan dan, alavên ku ji alîyê rêxistinê ve li devereke ku weke baregehekê bo kovara Neba dihat bikaranîn. [Wêne ji Ajansa Dijî Terorîzmê ya Îraqî hatiye wergirtin]

Hêzên Îraqî di 11ê Nîsanê de alavên ragihandinê û materyalên ku di hundirê veşartgeheke DAIŞê de li parêzgeha Diyalayê hatin dîtin nîşan dan, alavên ku ji alîyê rêxistinê ve li devereke ku weke baregehekê bo kovara Neba dihat bikaranîn. [Wêne ji Ajansa Dijî Terorîzmê ya Îraqî hatiye wergirtin]

Makîneya medyaya rêxistina "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) ketiye rewşeke xirab de li gel tevlihevîya îdarî û nerêkîya kûr di xebatên wê yên derbarê peyaman piştî têkçûnên rêxistinê li Îraq û Sûrîyayê.

Ev nerêkî bi taybet dîyar bûn piştî 27ê Cotmehê,mirina serkirdeyê DAIŞê Ebû Bekir Bexdadî.

Cudabûna mezin di navbera du gotarên ku li ser dezgehên ragihandina DAIŞa Xorasanê ya nîv fermî "Mihemed bin Qasim" di 27 û 31ê Cotmehê hatin weşandinin, dema ku DAIŞê li mirina serkirdeyê xwe mukur hat, rêxistin destnîşan dike ku ew ji bo xebatên şarezakirinê li ber xwe dide.

DAIŞ-Xorasan şaxê rêxistinê li Afxanistan û Pakistanê ye.

Ev wêne ji dîmeneke vîdyoy ya ku DAIŞê weşandibû hatiye wergirtin. [Wêne di medyaya civakî de hatiye belavkirin]

Ev wêne ji dîmeneke vîdyoy ya ku DAIŞê weşandibû hatiye wergirtin. [Wêne di medyaya civakî de hatiye belavkirin]

"Derewên kafiran û karê şeytan in!" bi vî awayî "Mihemed bin Qasim" nûçeyên ji alîyê desthilatdarîya Amerîkî ve derbarê mirina Bexdadî wesif kirin.

"Îro kafir nûçeyên texmîn dikin ku xelîfeyê Misilmanan Ebû Bekir Bexdadî di êrîşeke Amerîkî de bi bombeyan hatiye kuştin belav dikin. Menûçeyên mîna van gelek caran ji xelkên gendel û bêrûmet bihîstine û ew dê vê yekê berdewam bikin," wiha di gotarê de hat.

"Li gorî agahîyên me, komeke Huras el-Dîn li Idlibê hat bombebarankirin," ne Bexdadî, gotarê berdewam kir, wê behsa komeke çekdar a din li Sûrîyayê ya têkildarî Qaidê dikir.

"Heskerîyê me Ebû Bekir Bexdadî berdewam dike fermanan ji mucahidînên me re dişweşîne li seranserî cihanê," daxuyanîyê got.

Di heman demê de, dezgehên ragihandina DAIŞê bêdeng ma piştî nûçeyên mirina serkirde, ew yek destnîşan dike ku têkilî kêm e û hevahengî di navbera DAIŞa "navendî" û DAIŞ-Xorasanê ay girêdayî wê ve nîne.

Piştî çend rojekê di 31ê Cotmehî de, dema ku dezgeha ragihandinê ya DAIŞê a fermî Furqan peyamek weşand tê de mikur hat bi mirina Bexdadî û binavkirina xelefê wî Ebû Ibrahîm el-Haşimî el-Qureşî, "Mihemed bin Qasim" tûna xwe guhert.

"Şer, xwîn û birçîbûna me ne ji bo Ebû Bekir Bexdadî nelê ji bo Xwedê ne," dezgeha ragihandinê wiha ragihand.

"Tevger bi pêş ve diçe û her kes di serpêhatîya xwe ya taybet re derbasî dibe," dezgehê ragihand.

Nikarin maşîna ragihandinê vejînin

Beşek ji pirsgirêka DAIŞ-Xorasanê re ew e ku dezgehên ragihandinê yên nefermî yên DAIŞ-Xorasanê qanûnên medyayê yên DAIŞê bin pê dikin di rêya angaştina kirarên terorîst ên ku baregehên DAIŞê wan li xwe nagirin.

Ev zehmetîyên berdewam ên ku rêxistinê rastî wan tê tenê piştî çend rojan ji axaftinên nû yên li ser komên girêdayî DAIŞ-Xorasanê li ser Telegramê yên ku parçebûna kûr di navbera endamên DAIŞ-Xorasanê de derbarê wan kesên ew wan weke kafir reçav dikin eşkere dikin.

Pispor dibêjin ku kêmbûna hevahengîyê di navbera şaxên rêxistinê yên cuda de û platformên medyaya civakî nîşan didin ku pirsgirêkên ku makîneya medyaya DAIŞê îro rastî tê ji demeke dûrûdirêj ve ne.

"DAIŞ îro rastî gelek pirsgirêkên ku nahêlin ew makîneya xwe ya medyayê vejîne tê," Raid Casim Kaebî yê ku weke pisporekî medyayê di Zanîngeha Bexdayê kar dike got.

Di nav wan pirsgirêkan de kêmbûna naverokeke balkêş û pêbawer "ji ber ku rêxistin nema dikare operasyonên berfireh ên hêjane werin behskirin bi cih bîne", wî ji Diyaruna re ragihand.

Herwiha berhemkirina ragihandina gelêrî jêderên darayî yên mezin dixwaze ku ji DAIŞê re ne berdest in, ji ber ku piranîya herîkînên ku qezencên wê jê dihatin ji dest wê çûn, wî got.

Pirsgirêkeke din ku berhemkirina medyaya DAIŞê rastî wê tê ew e kêmbûna pisporên medyayê û sînorsarkirina zor li ser hisabên medyaya civakî û platformên ku naveroka tund han didin.

Kaebî got ku DAIŞ bi cemawerê xwe yê armanckirî re li ber xwe dide, herwiha "bawerîya xelkê bi rêxistinê nema, bi taybet ew kesên li jêr hukmê wê jîyan û terorîzm û rijandina xwînê li ber çavên xwe dîtin".

"Ne pêkan e ku DAIŞ karibe van xelkan qayil bike da ku dîmenê xwe ji wan re saz bike ji ber aniha ew baş rastîya rêxistinê dizanin," wî got.

Bikaranînerên medyaya civakê hisabên DAIŞê radigihînin

"Aniha medyaya DAIŞê bi awayekî bijîşkî mirî ye tevî ku rêxistin berdewam hewl dide ku wê vejîne," pisporê hewalgirîyê Fadil Ebû Rexîf got.

Wî got ku aniha rêxistin maye tenê daxuyanîyên kurt derbarê êrîşên teror ên sînordar belav dike.

Ebû Rexîf got ku herwiha hisabên medyaya civakî yên têkildarî DAIŞê xwe dispêrine belavkirina materyalên kevin, di nav wan de tomarkirinên vîdyo, yên vedigerine dema ku rêxistinê bajar li Îraq û Sûrîyayê kontrol dikirin.

Wî got ku rêxistin derdê tevlihevî û bêrêzîya birêvebirina medyaya xwe dikişîne, "herwekî dîyar e ku hevahengî kêm e û kontrolkirina cure û kwalîteya vîdyoyan û belavkirinên din yên ku di rêya hisabên girêdayî DAIŞê re tên weşandin".

Şirovekarê serbazî yê Îrqaî Sefa Asem naveroka ku aniha ji alîyê DAIŞê ve tê belavkirin weke "dilwasî" şiyanse kir û tu carî ne bandorbar e.

Nişaek li ser vê yekê zêdebûna ragihandina ji alîyê biakaranînerên Înternetê li ser rûpel û hisabên sext ên ku DAIŞê li ser medyaya civakê han didin, wî ji Diyaruna re got.

Asem girîngîya "berdewakirina fişarê li ser rêxistinê di rêya çimandina platformên wê û gîrokirina malper û hisabên girêdayî wê" re teqez kir.

"Ligel vê fişarê, divê xebatên serbazî û hewalgirî li dijî DAIŞê berdewam bin herwiha xebatên bo qutkirina herikîna qezencên wê yên darayî," wî anî ziman.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500