Nûçeyên Iraqê
Terorîzm

Pevçûn li ser Telegramê derbarê "terkedînan" qelşên zêde di nava DAIŞ-X de eşkere dikin

Sulêman

Wêneye ku ji alîyê DAIŞê ve li ser Telegramê hatiye belavkirin komeke çekdarên wê yên ku li dora telefoneke zîrek gihane hev tê dîtin. [Dosya]

Wêneye ku ji alîyê DAIŞê ve li ser Telegramê hatiye belavkirin komeke çekdarên wê yên ku li dora telefoneke zîrek gihane hev tê dîtin. [Dosya]

Endamên "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) li Afxanistanê gelek ji hev dûrketine li ser medyaya civakî derbarê kesên ew dibêjin kafir in, li gorî axaftina Telegramê yên vê dawîyê yên ku li ser Salaam Times hatine dîtin.

Peyamên ji 20ê Îlonê ve dest pê kirin, qelşê eşkere dikin derbarê eger komên çekdar ên din -- di vê haletê de, Threek- e-Talîban (TTP) -- terkedîn in.

TTP, ji çaxê damezrandina wê di Kanûna Duwem de sala 2007an, têkilîyên wê bi Talîbana Efxanî û Qaidê re hebûn, herdu hevrikên DAIŞê bûn di warê şopîner û car caran bi hev re pevdiçûn.

Di Cotmeha 2018an de, TTP berdestnameya bikaranînê ya ji 12 rûpela weşand ku ku tê de beşek hebû endamên Şaxê Xorasanê yê DAIŞê (DAIŞ-X) weke murted îlan kir.

Endamên DAIŞê çeperên Talîban li Afxanistanê gulle baran dikin Cotmeha par. Gelek endamên DAIŞê endamên Tehreek-e-Talîban Pakistan (TTP) ên berê bûn. [Dosya]

Endamên DAIŞê çeperên Talîban li Afxanistanê gulle baran dikin Cotmeha par. Gelek endamên DAIŞê endamên Tehreek-e-Talîban Pakistan (TTP) ên berê bûn. [Dosya]

Di axaftina vê dawîyê de, endamên DAIŞê tên dîtin ku ew giftşgo dikin gelo TTP murted in an na.

Weke hewldanekê da ku giftşgoyê asûde bike, li ser kenaleke DAIŞ-X bikarînerekî "Mihemed bin Qasim" vê dawîyê gotarek belav kir tê de hişyarî da şopîneran ku TTP bi rast murted in.

"Murtedên Talîbana Pakistanê ... mucahidên birêz ên [DAIŞ] weke kafir û Xewarican bi nav dikin, bi vî awayî çi cudahî di navbera Talîbana Afxanî û wan [TTP] de ye?" gotarê pirs kir.

"Ez ji endaman [ên DAIŞê] dixwazim ku armancên sereke ji bîr nekin û nehêlin ku ev durû gumanê bixine dilê wan de -- Xwedê neke -- we ji rê bibin."

"Tiştê ku divê tu bikî dev ji van kenalan berde, misilmanên din jî agadar bike derbarê komployên mîna van û ti carê mijarên ew pêşniyar dikin giftûgo neke," gotarê ferman kir.

Herwiha bikarînerên koma DAIŞ-X li ser Telegramê bi awayekî rêzkî hebûna "sîxuran" li ser kenal û koman giftûgo dikin û eşkere dikin ku bi rastî kargêrên DAIŞê zehmetîyê dikişînin bê bawerîya wan bi kî were.

Qelşên di DAIŞ-X de

"Serkirdeyên DAIŞê hewl didin ku bihêlin endamên wan bi hev re bin û bidin xuyakirin ku ew yekbûyî ne, lê nerênên wan ên berevajî hev derbarê îlankirina kafirên Talîbanên Pakistanî û şirovekirinên wan ên cuda ji Îslamê re derizandina navxweyî ya di nav çekdarên DAIŞê de eşkere dike," Emînûllah Şariq, şirovekarê karûbarên siyasî li Kabulê got.

Ebû Bekir Bexdadî, serkirdeyê DAIŞê, di 27ê Cotmehê de hat kuştin di operasyoneke Amerîkî ya taybet de li Sûrîyayê.

"Weke ew hevûdu weke kafiran bi nav dikin, ev yek amaje dike ku dijminatî di nava rêxistinê de zêde dibe," Şariq got. "Zêdeyî vê yekê dibe ku operasyonên zêde yê asmanî û yên bejî qelş di nav çekdarîn DAIŞê berfireh kirin."

"Hin raport û delîl dîyar dikin ku hejmareke Afxanan ên soz dabûn ku dê dilsozên DAIŞê bin ji ber stratejîya wan a gelekî tund ji wan veqetiyan," Akbar Jan Polad, şirovekarê karûbarên siyasî li Kabulê, got.

"Berê, dihat texmînkirin ku çekdarên DAIŞê di rêxistineke tenê de organzkirî ne li jêr serkêşîyeke yekbûyî, lê helwestên arîşeyî yên endamên rêxistinê eşkere dikin ku ew ne li jêr serkêşîyeke tenê ne," wî got.

"Pevçûnên di nav endamên wê de destpêka qelşê di hundirê rêxistinê de nîşan dide," Polad anî ziman.

Cudatî ji cem endamên eslê wan DAIŞ-X e, li gorî Niametullah Karyab, nûnerê parêzgeha Kunar li Wolesi Jirga (ku beşekî parleman e) ku berê bi serkirdeyên DAIŞê re diaxêvî dema ku wî weke rojnamevan bi wan re kar dikir.

Dora 70% ji çekdarên DAIŞê li Afxanistanê endamênTTP yên berê ne ên tevlî bûn piştî zor li wan hat ku ji Bakistanê derkevin ji ber pngaveke berdewam ji çewisandinê, li gorî berpirsên Amerîkî.

"Hejmare endamên DAIŞê israr kirin ku serkêşîya DAIŞê li Afxanistanê bidine Talîbana Pakistanî, lê dema ku çekdarên DAIŞê ji Îraq, Sûrîya, [deverine di] li Rojhilata Navîn û Şîşanê hatin Afxanistanê, wan ev nerîn erê nekir û qelşê ji vir dest pê kir di nav çekdarên DAIŞê rû da," Karyab got.

"Piranîya çekdarû fermandarên DAIŞê yên ku li Afxanistanê kar dikin jideverên Orakzai, Bajaur, Mohmand and Waziristan in," wî got û bi vêyekê kemera êlî ya Pakistanî destnîşan kir.

"Ez bawer dikim ku DAIŞ Talîbana Pakistanî weke kafiran bi nav dike ji ber dilsozîya [TTP] bi Talîbana Afxanî re -- weke çawa em dikarin bibîni, DAIŞ û Talîban [a Afxanî] bi awayekî çalak şerê hev dikin," Karyab got.

Binpêkirina prensîpên DAIŞê

Herwiha axaftina 20ê Îlonê dîyar dike ku endamên DAIŞ-X qanûnê rêxistinê bin pê dikin û xisarên qada şer giftûgo dikin û naverokên bêdestûr bi par ve dikin.

"li Gorî siyaset û prensîpên DAIŞê, destûr nîne ku endamên rêxistinê helwest an nerînên xwe li ser medyaya civakî mîna Facebook û Telegramê û yên din derbirîn bikin," Ezîz Stanakzai got, şirovekarekî karûbarên serbazî û siyasî li Kabulê got. "Binavkirina me ji hev re yan ji rêxistinên din re weke kafiran û belavkirina wêneyên ne fermî li ser rûpelên fermî dîyar dike ku em ne yekbûyî ne û dîsîplîn di nav endamên DAIŞê de kêm e."

"Belavkirina hejmara qurbanîyên wan li ser destên endamên DAIŞê li ser rûpelên wan ên kesane û derbirînkirina nerînên xwe derbarê xisarên wan li qadên şer mînak in li ser binpêkirina wan ji prensîpên DAIŞê re," Stanakzayî got.

"Pêngava ku ajansên sepandina qanûnê li Afxanistan û Pakistanê kir gelekî DAIŞ-X lawaz kir, û piştî mirina piranîya fermandarên wan, alîgirên rêxistinê aciz bû û bêhêvîya xwe li ser medyaya civakî û xizmetên peyamên yekser mîna Telegram eşkere kirin," Emced Husên, lêkolînerê ku Keratçîyê bi cih e, yê ku çavdêrîya çalakîyên komên çekdar dike li ser medyaya dijîtal got.

"Dîyar e ku alîgirên DAIŞ-X siyaseta rêxistinê ya qayim bin pê dikin derbarê nenîqaşkirina parçebûna navxweyî bi awayekî eşkere dema ew îlan dikin ku alîgirine din murted in," Husên got.

"Dîyar e ku bunyada ku DAIŞ-X li herêmê parçe bibe û şerê di nav alîgirên wê li ser medyaya civakî dibe ku li ser erdê dest pê bike," wî anî ziman.

DAIŞ li Afxanistanê rastî gelek şikestin û paşveçûnan hatiye, û êdî rêxistina terorîst nikare rû bi rû li hember hêzên ewlekarîyê li ber xwe bide, li gorî desthilatên Afxan.

"Vajî salên berê, DAIŞ hatiye pelixandin û herifandin ... û vê rêxistinê rewşa xwe ya berî salekê jî ji dest daye," Fewad Eman, cîgirê peyvdarê Wezareta Berevanîyê ragihand.

"Roj bi roj, asta êrîşan û guvaşan li dijî wan zêde dibe, û bi tenê di çend mehên borî de, bi sedan çekdarên DAIŞê li ser destê hêzên ewlekarîyê hatin kuştin," wî got.

[Zia Ur Rehman ji Karaçî di raportê de beşdarî kiriye.]

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500