Nûçeyên Iraqê
Terorîzm

Daişgram: hakerên Îraqî êrîşî DAIŞê dikin li ser Înernetê

Xalid Ta´î

Komeke hakerên Îraqî yên navên xwe dikin Daişgram ji Mijdara 2017an ve derbasî kenal û weşanên DAIŞê li ser Înternetê dibin da ku medyaya rêxistina tund di nav şoînerên wê re lawaz bike.

Komeke hakerên Îraqî yên navên xwe dikin Daişgram ji Mijdara 2017an ve derbasî kenal û weşanên DAIŞê li ser Înternetê dibin da ku medyaya rêxistina tund di nav şoînerên wê re lawaz bike.

Komeke hakerên Îraqî bi dizî derbasî kenalên propegandaya "Dewleta Îslamî" dibin weke beşekî ji şerê ku ew dikin li dijî medyaya rêxistina tund û alîgirên wê.

Hakerên piçûk, ên ku navê xwe dikin "Daişgram", dest bi operesyona xwe ya li dijî DAIŞê kirin di Mijdara sala 2017an de.

Di êrîşa wan a dawî de li dijî rêxistinê, Daişgram meha borî hîsabên sexte çêkirin û kovara el-Nebaa ya heftane belav kirin.

Bikarhînerên ku fayla hevbeş gihişte ber destên wan rastî fotoşopekê hatin ku wêneyê serkirdeyê DAIŞê Ebû Bekir Bexdadî tê de bû û hawîrdora wî jinên cilên teng li wan bûn, li jêr serenava "Xelîfe serkeftina tîma futbolê ya DAIŞê bo gera 16an pîroz dike," wate gera 16an ya Kûpa Cîhanî dike.

Îraqî tevlî korsê rahînana jêhatinên kompîterê dibin li Bexdayê. Komeke hakerên Îraqî vê dawîyê êrîşek kirin dijî kenalên medyaya rêxistina "Dewleta Îslamî". [Wêne ji Wezareta Perwerdeyê ya beşê Kerxê hatiye wergirtin]

Îraqî tevlî korsê rahînana jêhatinên kompîterê dibin li Bexdayê. Komeke hakerên Îraqî vê dawîyê êrîşek kirin dijî kenalên medyaya rêxistina "Dewleta Îslamî". [Wêne ji Wezareta Perwerdeyê ya beşê Kerxê hatiye wergirtin]

Di hundirê kovarê de, wêneyeke din ji Bexdadî re hatibû girtin, "Peyayê Tarîyê Radibe"

Çandina tevlihevîyê

Ji çaxa ku wan dest bi hisabê xwe yê Twîterê di Mijdara 2017an de kiriye, Daişgram herwiha ajansa propeganda DAIŞê û berdevka wê Amaq armanc kiriye.

Rêxistinê dest pê kir zextê le ser Amaqê dike bi trafîka tê, bi vî awayî zor lê kir ku ofline kar bike, Sky News a li Mîrnişîna Yekbûyî di Mijdara 2017an de ragihand.

Dema ew offline bû, wan lînkin weşandin sexte yên Amaqê ragihandin, lînkên ku bi heman ziman û qaliban hatin çêkirin, endamekî Daişgarê.

Di wêneyekê de, wan mirina çekdarekî DAIŞê îlan kir , di wêneyin din de wan peyamin tinazîyê danîn da ku îdîolojîya DAIŞê lawaz bikin.

"Wan nema dizanî kîjan ji wan wêneya rast e û kîjan ne rast e- ji ber vê yekê nema bawerîya wan bi Amaqê hat," endamê Daişgramê got.

Mebesta hakeran ew bû ku bazarê bidin ber lehîya naveroka Amaqê ya sexte daku bawerbarîya bi jansê lawaz bikin û tevlihevîyê di nav şopînerên wê de çêkin.

Herwiha wan armanc kir ku adresên IPyê yên wan kesên ku "dosyayên sexte" yên li ser kenalên DAIŞê ji alîyê Daişgramê ve hatine weşandin bar dikin nas bikin, ên ku berê bi kodine kîndar bo vê mebestê hatibûne çêkirin.

Skrînşûtên gotûbêjan li odeyên axafitinê yên Telegram ên girêdayî DAIŞê asta nebawerîyê û tevlihevîyê ku di nav alîgirên DAIŞê de belav bûne dîyar dike piştî van bûyerên kakerkirinê.

"Ew haştagên me bi kar tînin da ku me bixapênin," bikarînerekî got.

Xebateke jixweber

Dîyar e ku ev çalakîya li ser Înternetê "însyatîfeke jixweber e ji alîyê ciwanên Îraqî", rojnamevan Hadî Jalo Merhî got.

Armanca wê ew e ku "xebatên DAIŞê li ser Înternetê bo bala mucenedan bikişîne di rêya xapandin û fêtkarîyê re" lawaz bike.

Êrîşên Daişgramê rewşeke tevlihevîyê û dijberîyê di nav endamên DAIŞê de çêkir, wî ji Diyaruna re got, vê yekê zor li rêxistinê kir ku xwe bigihîne şopînerên xwe di rêya ajansa medyayê ya Farûqê ya li ser Înternetê re û ji wan xwest ku bi hişyarî naveroka li ser Înternet seh bikin berî bi par ve bikin.

"Weke encam, danûstandina li ser Înternetê bi babetên tên weşandin û serdana malperê kêm bû ji ber tirsa nûçeyên sexte," wî got.

Yek ji armancên hakeran ew bû ku hisabên sexte ên tundrewan bibînin, hisabên tundrewên ku bi naveroka DAIŞê re didan û distandin da ku nasnemeyên wan nas bikin, Mirhî got.

"Dibe ku ev jêdereke pêwîst be bo bidestxistina zanyarîyên hesas ên têkildarî ewlehî û xebatên dijî terorîzmê," wî got.

"Çekekî nû û bandorbar"

Serokê beşê fakulteya medyayê li Zanîngeha Farabîyê Kazim Muqdadî yê ku rojnamegerîya navdewletî fêr dike, pesnê însyatîfa Daişgramê bo hakerkirina malperên DAIŞê da.

"DAIŞê demeke dirêj Înternet û edyaya civakî bi kar anî bi propegendaya xwe ya terorîst û weke alavekê bo tecnîdkirinê da ku bala xwebexşan alîgirên îdîolojîya wê ya xwînawî bikişîne," wî ji Diyaruna re got.

Hebûna DAIŞê li ser Înternetê zehmet bû ku were sînorkirin, tevî xebatên navdewletî yên berdewam da ku "van hisab û malperên tund bigire û qedexekirinekê li ser naveroka li ser Înternetê bike, naveroka ku tundî û nefretê gur dike", wî got.

Pêwîst e ku em "piştgirîya hakeran bikin û em sûdê ji xebatên wan bigirin di şerê li dijî DAIŞê", rojnamevan Falih Jewarî ji Diyaruna re got.

"Ev çekekî nû ye û bandorbar e li dijî terorîzmê," wî got. "Divê em şerê terorîstan bikin bi hemû çekên berdest û em derfetê nedin wan ku teknolojîya nûjen bi kar bînin."

Tu vê mijarê diecibînî?

2 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500

Dijî- vayrus

BERSIV BIDE

Ok

BERSIV BIDE