Nûçeyên Iraqê
Ewlehî

Endamên DAIŞê yên binketî xwe radest dikin li şûna ku tevahîya jîyana xwe şer bikin

Xalid Taî

Endamên DAIŞê xwe radest dikin piştî rizgarkirina bajarê Reqayê di 15ê Cotmeha 2017an de. [Wêne ji QSD hatiye wergirtin]

Endamên DAIŞê xwe radest dikin piştî rizgarkirina bajarê Reqayê di 15ê Cotmeha 2017an de. [Wêne ji QSD hatiye wergirtin]

Ezmûndar dibêjin ku li şûna ku ew heyama mayî ji jîyana xwe qewitandî û reviyayî bijîn, ku timî hesabê rûdana tiştekî nexwazyar bikin, êdî çekdarên "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) bêhtir bîrokeya xweradestkirinê qebûl dikin.

Wan da zanîn ku berê çekdarên rêxistinê angaşt dikirin ku "şerê heta mirinê" bingeha îdyolojîya DAIŞê ye, û tu rê ji xweradestkirinê re tune ye.

Lê piştî ew rastî hejmareke pir zêde ji şikestin û binketinan hatin, îdyolojîya wan bi awayekî berçav lawaz bûye.

Piştî şikestinên li Îraq û Sûrîyayê û jidestdayîna kontrola bajarên serekî yên mîna Mûsil, Tel Efer û Hewîcayê li Îraqê û Reqayê li Sûrîyayê, bi sedan endamên DAIŞê xwe radestî desthilatdarîyan kir.

Hêzên Îraqî êrîşê dibin ser veşartgeheke DAIŞê li başûrê Mûsilê di 26ê Hezîranê de. [Wêne ji Wezareta Berevanîyê ya Îraqî hatiye wergirtin]

Hêzên Îraqî êrîşê dibin ser veşartgeheke DAIŞê li başûrê Mûsilê di 26ê Hezîranê de. [Wêne ji Wezareta Berevanîyê ya Îraqî hatiye wergirtin]

Ev pêla xweradestkirina bi kom "destpêka bidawîbûna DAIŞê ye", xebîrê ewlehî Seîd Ceyaşî ji Diyaruna re ragihand.

Piştî şerê Baxozê, asêgeha dawî ya DAIŞê li Sûrîyayê, weke mînak, 2,000 çekdarên DAIŞê û malbatên wan xwe radestî Hêzên Sûrîyaya Demokratîk (QSD) kir.

Di du mehên dawî de, dora 1,450 çekdarên DAIŞê û endamên malbatên wan ên şaxên rêxistinê li Afxanistanê, ku bi navê DAIŞa Xorasanê tê naskirin, çekên xwe danîn û xwe radestî hikûmeta Afxanî kir.

Ev xweradestkirin piştî binketina rêxistinê di avakirina dewletekê de bi navê, "Wîlayeta Nengarharê", li nêzî sînorê bi Pakistanê re, ku hêzên Afxanî şikestina DAIŞê di 12ê Mijdarê ragihandin piştî zincîreke operasyonên ewlehî.

Ceyaşî got ku ev rêjeya bilind a xweradestkirina tundrewan "bêhêvî û bêomîdîya wan û hebûna xewnên wan ên cuda ji rêxistinê" nîşan dide piştî şikestina rêxistinê û jidestdayîna xakê û karînên şerkirinê.

Mirinaserokê DAIŞê Ebû Bekir Bexdadî û piranîya serkêşên rêxistinê "karîgerîyeke mezin li ser endamên wê kir", wî got. "Aniha xweradestkirin derfeta wan a herî dawî ye ji ber teqez dê qedara wan mirin be eger ew di şerkirinê de berdewam bin."

''Jihevxistina'' DAIŞê

Ceyaşî got ku tê payîn ku rêjeya xweradestkirina endamên DAIŞê dê berdewam bilind bibe ji ber "rewşa bêhêvîbûna giştî" ya rêxistin di bin de maye.

Wî got ku ew bawer dike ku êdî endamên DAIŞê dibînin "ew nema dikarin dest deynin ser tu deverek cografî li Îraq û Sûrîyayê, û êdî ev yek bi tênê sînaryoyeke ku dikare were xeyalkirin".

Wî got ku tevî xebatên wan ên dîtina cihê pêyê xwe li welatine din, fişara ewlehî nahêle ku ew xwe bi rêxistin bikin û kesên nû tevlî rêzên xwe bikin.

Şirovekarê warê ewlehî Sefa Asem teqez kir ku ev xweradestkirin "pertewazîya DAIŞê nîşan dide", ku ew aniha ji tor û şaxên belavbûyî li ser çend jîngehên neseqamgîr pêk tê.

Wî got ku fişara berdewam li ser DAIŞê, li her devera ku hebûna wê li wir heye, alîkarîyê dide bilezkirina jinavçûna rêxistinê û dê di serencamê de bibe encama gelek xweradestkirinan.

Wî got ku ne bi tenê ev yek palder û xwesteka xweradestkirinê ye, û da zanîn kuendamên DAIŞê êdî ji serkirdeyên xwe aciz in, û ew dibînin ku wan bi sloganên derew ew xapandine.

Asem ji Diyaruna re got ku DAIŞê rastîya xwe ji herkesî re eşkere kir, di nav de kesên ku wê ew xapandibûn û ew ji rê biribûn, û êdî dîyar e ku ew berevanîyê li Îslamê nake, weke ew angaşt dike, û ew bi tenê "komeke berberî ye".

''Estem e careke din cihê bawerîyê be''

"Pir estem e ji vê rêxistinê re ku bawerîyê di nava xelkê de belav bike piştî tawanên wê encam dane, yên ku misdaqîya wê ji nav birin û hiştin ku ew hetahetayî cihê kînewerîya bi yekcarî ya civakê be," Asem got.

Wî got ku ev yek nahêle ku DAIŞ "karibe çekdarên nû tecnîd bike bo kêmasîyên di rêzên xwe dagire".

Wî da zanîn ku di encama xweradestkirina endamên DAIŞê de,mîdyaya rêxistinê xwe ji belavkirina nûçeyên nebaş bi dûr dike yan wan kêm belav dike.

Belavnekirin, redkirin û guhertina rastî ji hêla mîdyaya DAIŞê ve "binketina DAIŞê di cenga derûnî de nîşan dide", Haşim Hesen, ragirê Kolêja Ragihandinê li Zanîngeha Bexdayê ragihand.

Di daxuyanîyekê de roja 5ê Kanûna Yekem, Şana Mîdyaya cengê ya Îraqî got ku 73% ji nûçeyên ku ajansa Amaqê ya DAIŞê di meha Mijdarê de belav kirine derew bûn, û yên mayî ne girîng bûn.

Hesen teqez kir ku hebûna DAIŞ aniha bi tenê li ser "kaxezan" heye ji ber rûxana karînên wê yên şerkirinê, aborî û mîdyayî.

Hesen got ku ev rastî dihêle ku çekdarên rêxistinê xwe radest bikin.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500