Nûçeyên Iraqê
Ewlehî

Xebatên ewlehîya sayberê bo rûbirûbûna DAIŞê bi awayekî sekeftî berdewam dikin

Xalid Taî

DAIŞê înternêt bi kar anîye bo belavkirina peyamên xwe yên terorîst, lê xebatên hakkirinê û girtina hejmarek ji hesaban ev xebat lawaz kirine. [Wêne ji înternêtê hatiye wergirtin]

DAIŞê înternêt bi kar anîye bo belavkirina peyamên xwe yên terorîst, lê xebatên hakkirinê û girtina hejmarek ji hesaban ev xebat lawaz kirine. [Wêne ji înternêtê hatiye wergirtin]

"Dewleta Îslamî" (DAIŞ) êdî zehmetîyê dibîne di peydakirina hebûnekê de di mîdyaya civakî de.

Bi hezaran hesabên mîdyaya civakî yên ser bi DAIŞê ve ku îdyolojîya çewt û operasyonên rêxistinê belav dikirin hatine girtin yan rawestandin.

Xebîrê ewlehîya mîdyayî Seîd Ceyaşî ji Diyaruna re ragihand ku endamên DAIŞê bi awayekî berdewam hewl didin ku stratîjîya xwe ya înternêtê pêş bixin bi rêya bikaranîna bikaranînên mîna Telegram û TamTam bo belavkirina propagandaya rêxistinê.

"Fezaya Sayberê qadeke cengê ya girîng e ji terorîstan re," Ceyaşî got. "Lewra ajansên ewlehî û hewlagirî bi awayekî berdewam mîdyaya civakî dişopînin bo destnîşankirin û girtina hesabên terorîstan."

Ajansên hewlagirî yên Îraqî belavok li tenîşt çek, teqemenî û alavên wênegerî û pêwendîgerîyê dîtine di êrîşekê de li ser DAIŞê li rojavayê Mûsilê di 21ê Kanûna Yekem a 2019an de. [Wêne ji Wezareta Berevanîyê ya Îraqî hatiye wergirtin]

Ajansên hewlagirî yên Îraqî belavok li tenîşt çek, teqemenî û alavên wênegerî û pêwendîgerîyê dîtine di êrîşekê de li ser DAIŞê li rojavayê Mûsilê di 21ê Kanûna Yekem a 2019an de. [Wêne ji Wezareta Berevanîyê ya Îraqî hatiye wergirtin]

Bikarhînerên Telegramê yên DAIŞê hest bi fişara mezin a pêngava li dijî hesabên xwe dikin, lewra vê dawîyê wan dest bi kampanyayekê kiriye bo girtina kenaleke ku çalakîyên wan ên terorî eşkere dike.

Kenalê, bi navê "Report_ISIS", dora 315 endamên wê hene û lîstek ji kenalên DAIŞê kom kiriye, û bang li bikarhîneran dike ku xeberlêdanê li dijî wan bikin.

Herwiha Ajansa Dijî Terorîzmê ya Îraqê fişar li hesabên Twîterê yên girêdayî DAIŞê kir bi rêya çavdêrîkirin û xeberlêdana li dijî wan li ser rûpela xwe ya Twîterê ya Ewlehîya Sayberê ya Ajansa Dijî Terorîzmê.

Xebatên rawestandina hesabên girêdayî DAIŞê

Desthilatdarên Îraqî teqez kirin ku 7,000 hesabên girêdayî DAIŞê, bêhtir ên Twitter û Telegram, ji Kabûna Duyem de hatin girtin.

Ceyaşî got ku kompanîyên softwarê hinek algorîzman bi kar tînin bo naskirin û reşkirina "nûçeyên derew" û peyamên gurkirina kîndarîyê û tundrewîyê.

Wî got ku girtina hesabên girêdayî terorîzmê êdî gengaz e bi saya hişyarîya civakî, û da zanîn ku raya giştî roleke girîng di piştgirîkirina kampanyayên koleçanê de digerîne.

Ceyaşî bal kişand ser awayê çewt ê ku DAIŞê nûçeya terorkirina roja 17ê Tîrmehê ya fermandarê artêşa Îraqî lîwa Elî Xeydan weke mînakeke corê propagandayê ya ku ew dixwaze belav bike.

Hesabên girêdayî DAIŞê angaşt kirin ku Xeydan di kemîneke DAIŞê de hatiye kuştin, Ragihandina Îraqî bi lez belav kir ku ew ji hêla segvanekî DAIŞê ve hatiye kuştin.

Li gorî Ceyaşî, mêjera nûçeyên derew yan ên mezinkirî yên DAIŞê di platforêm xwe de belav dike ji rêjeya 57% bo 70% di çend mehên dawî de zêde bûye, ev li gorî wî bo berzkirina moralên mayî ye.

"Rêyeke dirêj maye" bo nehiştina çalakîya DAIŞê di mîdyaya civakî de

Xebîrê di warê hewalgirî de Fadil Ebû Rexîf ji Diyaruna re ragihand ku şerê sayberê yê li dijî DAIŞê hîn dûvûdirêj e ji ber ku ew baskên mîdyayî yên rêxistinê di mîdyaya civakî de û hesabên endamên û alîgirên wê armanc dike.

Wî got ku ajansên ewlekarî û hewalgirî yên Îraqî "mîna şaneke hingiv dixebitin" bo nehiştina platformên ku terorîzmê didin pêş û bo çavdêrîkirina nîqaş û gengeşeyan.

Wî got ku bi rêya van şopandina hesabên mîdyaya civakî yên wan tundrewan, hejmarek ji şanên terorî hatin destnîşankirin û têkbirin, û çalakîyên wan hatin çepelkirin.

Raed Kaebî, mamosteyê ragihandinê li Zanîngeha Bexdayê, ji Diyaruna re ragihand ku DAIŞ sûdê ji cîhana xeyalî dibîne bo maşîna xwe ya propagandayê dibe karkirin û hesabên endamên xwe ji destnîşankirinê û hakkirinê biparêze.

Kaebî got ku girîng e xebatên ku terorîstan ji platformên dijîtal mehrûm dikin werin berdewamkirin, ku ew bo belavkirina îdyolojîya çewt û nameyên ku gef li aştîya civakî û ewlehîyê dikirin dihatin bikaranîn.

Wî got ku gelek "artêşên hakkirinê hene ku xebata DAIŞê ya li ser înternêtê dişopînin û karên wan ew e ku wan hesaban, û derbasgehên dîjîtal ên diçin wan, hak bikin".

Wî ev yek weke "erkekî exlaqî û niştîmanî bi nav kir", û pêşinyar kir ku bikarhînerên mîdyaya civakî yekeser alîyên pêwendîdar agahdar bikin dema ku ew pêşberî platformên ku piştgirîya terorîzmê dikin werin.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500