Nûçeyên Iraqê
Terorîzm

Îraq rûpelên mîdyaya civakî yên girêdayî DAIŞê digire

Xalid Taî

Efserekî Îraqî semînarekê dide komeke leşkeran derbarê berxwedana li dijî şerê derûnî yê DAIŞê û xebatên propagandayê di 15ê Sibatê de. [Wêne ji Wrzareta Berevanîyê ya Îraqî hatiye wergirtin]

Efserekî Îraqî semînarekê dide komeke leşkeran derbarê berxwedana li dijî şerê derûnî yê DAIŞê û xebatên propagandayê di 15ê Sibatê de. [Wêne ji Wrzareta Berevanîyê ya Îraqî hatiye wergirtin]

Ji çaxa têkbirina "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) li ser erdê, Îraq bi xebatên berdewam mijûl bûye da nehêle ku rêxistin li mucenedan bigere û îdîolojîya xwe ya jehrîn û propagandayê li ser înternetê belav bike.

Di nav van xebatan de gelek hewldanên serkeftî bo rêgirtin ku rêxistin bigihêje platforên mîdayaya civakî yên cuda hene, ku wê hewl da ku peyaman bişîne yên di pişt re ji alîyê alîgirên wê yên tund ve têne wergirtin û bêqam dikin.

Navenda Medayay Dîjîtal di 20ê Nîsanê de îlan kir ku tîma wê ya ewlekarî ya dîjîtal, ya weke beşekî Ajansa Dijî Terorîzmê ya Îraqê kar dike, dora 6,500 hesabên girêdayî DAIŞê li ser Twitterê girtine piştî sê mehên peygerînê.

Ji wan hesaban tîmê 682 hesabên ku rêxistinê û alîgirên wê weke kenalekê di nav platformên mîdayaya civakî de bi kar tanîn girtin -- ku bi rêya wan propagandaya DAIŞê ji Telegramê dibirin û li ser Twitterê belav dikirin.

DAIŞ bi giranî xwe dispêre platformên mîdyaya civakî, ku derfetê didine wê "ku kendkospên coxrafî derbas bike û bigike cemawerine berfirehtir", Ebdul Selam Samir, ê mamostayê mîdayayê li Zanîngeha Bexdayê, got.

Hesabên mîdyaya civakî bûne alava tundrewan ya handanên ya serke "tevî xebatên zehmet û çalak li asta xwecihî û navdewletî bo şopandin û girtina wan", wî ji Diyaruna re ragihand.

"Lêbelê em rastî rêxistinekê hatine ku baş pispor e di bikaranîna înternêtê de bo xwe belav bike û ew dikarin xwe ji kifşkirin û çavdêrîyê vedizin," wî got.

Sûdwergirtina ji petaya vayrûsa Koronayê

Di daxuyanîyekê de roja 16ê Nîsanê, Navenda Mîdyaya Dîjîtal got ku wê "zêdebûne di hejmara hesabên medayaya civakî yên endamên DAIŞê û şopînerên wan de dît, bi taybet li ser Facebookê".

Samir daxuyand ku tevî ku qeraseyê mîdyaya civakî "bi hezaran rûpelên DAIŞê di van herdu salên dawî de girtin", tundrewan sûd ji tevlihevîya ketiye çavdêrîkirina hesabên înternetê de ji ber krîza vayrûsa Koronayê wergirt.

Rêxistinê û alîgirên wê hesabên medayaya civakî yên nû çêkirin û hesabên kevin jî careke din çalak kirin daku îdîolojîya xwe ya tundrew han bidin.

DAIŞê "hebûna xwe li ser înternetê xurt kir di rêya vekirina gelek hesabên dîjîtal û malperan ji ber ku aniha cîhan bi krîza vayrûsa koronayê mijûl e", Îsam Feylî yê ku zanista siyasî li Zanîngeha Mustensirîyayê hin dike, got.

Rêxistina tundrew sûd ji petayê wergirt, heta di rêya naveroka ew belav dike, weke hewldanekê daku îdîolojîya xwe belav bike û bala mucenedên nû bikişîne, wî ji Diyaruna re ragihand.

Endeksa Fetwaya Cîhanî, ku beşekî Rewangeha Fetwa Dar Îfta ya Misrê ye, naveroka DAIŞê di dema petaya vayrûsa koronayê de enalîz kir di rêya çavdêrîkirina belavokê wê li ser înernetê û babetên ku alîgirên wê di odeyên axaftinê de giftûgo dikin.

Di raporteke 21ê Nîsanê de, rewangehê got ku di destpêka petaya vayrûsa koronayê de, gotara DAIŞê parçebûyî bû û bê name bû, piranîya wê "kêfa" wê li welatên ku bi vayrûsê ketine dihat.

Vê dawîyê, gotara wê "tebûttir bû û giranî da rêya herî baş a ku ew sûdê ji vayrûsê wergire", raporta rewangehê got.

Hewcedarî bi tedbîrên tundtir heye

Feylî got ku propagandaya DAIŞê li ser înternetê meseleke xeternak e ku "tedbîrên qayimtir" têne xwestin ku mecalekî vala jê re nehêlin, ku naveroka xwe bi par ve bike.

Samir got ku xetera wergirtina nameyên hander û xapînok ên mîna van di rêya înternetê re ew e ku hin xelk van nameya weke "rastîyên olî" reçav dikin û dibe ku îdîolojîya jirêçûyî ya mîna vê were hînkirin.

"Ciwanên ku dozên olî bala wan dikişînin ew in birê herî mumkin e ku bi nameyên mîna van bi bandor bibin," rojnamevan Hadî Calo Merhî got.

Çi ji destên DAIŞê tê dike "daku alavên herî bandorbar bibîne bo gihiştin bi aramnca xwe", wî ji Diyaruna re ragihand, di nav wan hewldanan de ew li rêyinan bo belavkirina îdîolojîya xwe ya tundrew li ser înternêtê digerin.

Wî teqez kir ku hewcedarî berdewam heye ku çalakîyên rêxistinê li ser înternetê xirab bikin û makîneya propagandaya wê lawaz bikin.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500