Nûçeyên Iraqê
Medya

Êdî cihê DAIŞê di platformên mîdyaya civakî de li seranserê cîhanê tune ye

Xalid Taî

Ev wêneya ku ji dîmeneke vîdyo ya DAIŞê ku di 6ê Gulana 2018an de hatiye belavkirin hatiye wergirtin, endamên rêxistinê nîşan dide dema ku ew hewl didin moralê çekdarên xwe bilind bikin. [Dosya]

Ev wêneya ku ji dîmeneke vîdyo ya DAIŞê ku di 6ê Gulana 2018an de hatiye belavkirin hatiye wergirtin, endamên rêxistinê nîşan dide dema ku ew hewl didin moralê çekdarên xwe bilind bikin. [Dosya]

Şirovekarên warê mîdya û hewalgirîyê dibêjin ku "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) rastî astengên mezin û cedî tê dema ew hewl dide ku peyamên xwe li ser internêtê belav bike.

Hemû torên mîdyaya civakî yên serekî -- di nav de Facebook, Twitter, WhatsApp û Telegram -- rûpel û kenalên rêxistinê girtin, û wan ew neçar kir ku platformên nenaskirî bi kar bîne bo belavkirina îdyolojîya xwe ya tundrew û nûçeyên çalakîyên xwe.

Ev yek eşkere bû dema ku hesabekî têkildar bi ajansa nûçeyan a Naşir a DAIŞê angaşt kir ku rêxistinê êrîşa 29ê Mijdarê ya li ser Pira Londonê pêk anîye, wê ev yek di rêya apa nameyan a Rûsî TamTam re angaşt kir.

Di rojên paş êrîşê de, bi hezaran hesab û kenalên bo belavkirina propagandaya DAIŞê terxankirî li ser platforma TamTam xuya kirin.

Şirovekar dibêjin ku DAIŞê di hewlên xwe yên bikaranîna tevnên mîdyaya civakî de bo belavkirina îdyolojîya xwe ya tundrew de bi bin ket. [Dosya]

Şirovekar dibêjin ku DAIŞê di hewlên xwe yên bikaranîna tevnên mîdyaya civakî de bo belavkirina îdyolojîya xwe ya tundrew de bi bin ket. [Dosya]

Lê 3êyê Kanûna Yekem,TamTam bi sedan hesabên têkildarî DAIŞê reş kirin û avêtin, û rêxistin li platformê qede kir, li gorî çavdêrên navdewletî.

Çepelkirina tora DAIŞê ya li ser internêtê

Hewlên DAIŞê ku platformên nenavdar an kêmnavdar bi kar bîne "belge ye ku êdî ew nema dikare bi azadî tiştê ew bixwaze li wan platformên navdar bi awayekî berfieh belav bike", mamostayê ragihandinê li Zanîngeha Bexdayê Raed Kaebî got.

Tê xuyakirin ku hewl heye ku li kenalên alternatîv bigere, ji ber ku tiştê herî girîng ji rêxistinê re ew e ku peyamên xwe bişîne cîhana dijîtal, wî ji Diyaruna re şirove kir.

Gelek platformên serekî yên mîdyaya civakî algorîzmên ku karin naveroka propagandabar û vîdyoyên DAIŞê destnîşan bikin û wan qedexe bikin.

Di sala 2017an de, Telegram eşkere kir ku wê bêhtir ji 8,500 kenalan qedexe kirin ku wan propagandaya tundrew belav dikir, DAIŞê berê xwe da Telegramê piştî ew ji Facebook û Twitter hat derkirin.

Hewlên DAIŞê ên bikaranîna Instagram, ku xwedanê wê Facebook e, Snapchat û TikTok, ku xwedanê wê kompanîya ByteDance ya Çînî ye, rastî redkirina bikarhîner, karmendên kompanîyê û filterên zîrekîya destkird hatin.

Di Cotmehê de, karmendekî TikTok ji AFP re eşkere kir ku platformêdora 10 hesabên DAIŞê reş kirineji ber belavkirina vîdyoyên ku dîmenên kişandina laşan li kolanan û çekdarên DAIŞê tev çekên wan nîşan didan.

TikTok, a ku rê dide bikarhîneran ku vîdyoyên 15-çirke çê bikin û par ve bikin, û ew bi taybetî di nava çîna ciwanan de navdar e.

Berî ku DAIŞê êrîşa li ser Pira Londonê li ser platforma TamTam angaşt bike, Europol, ajansa sepandina yasayê ya Yekîtîya Ewropayî, ragihand ku wê tora DAIŞê ya li ser internêtê çepel kir, bi girtina dora 26,000 malper û hesabên li ser internêtê.

Wê ramaliştinê hesabên DAIŞê yên li ser Telegram,mîna ajansa nûçeyan a Naşir, ya ku naveroka ajansa propagandayî ya DAIŞê Amaq belav dikir, dan ber xwe.

Herwiha artêşa Amerîkî kar li ser astengkirina xebatên propagandabar ên DAIŞê li ser internêtê dike li ser bingeha operasyoneke hakkirinê ku herî kêm vedigere bo sala 2016an.

Berî aniha belgehên pir nehênî yên Ewlehîya Netewî 21ê Kanûna Duyem eşkere kirin ku Fermandarîya Sayberê ya Amerîkayê "bi awayekî serketî DAIŞ di warê zanyarî de bi bin xist" û xebatên wê yên li ser internêtê ên di warê radîkalkirinê û tecnîdkirinê de sînordar kirin.

Kaebî got ku li ser asta navdewletî, xebata kontorlkirina naveroka tundrew li ser internêtê "serketî bû", û da zanîn ku ev serketin "terorîstan ji derfeta bendorkirina li ser xelkê, jehrkirina hişê wan yan tirsandina wan mehrûm kir".

Blokkirina propagandeya DAIŞê

Li Îraqê, wezaretên Berevanîyê û Karê Hudir û Ajansa Hewalgirîya Niştîmanî karî çalakîyên DAIŞê yên li ser internêtê asteng bikin û qedexe bikin bi rêya xebateke hevbeş ku gelek mehan dirêj kir, xebîrê warê hewalgirî yê Îraqî Fadil Ebû Rexîf ragihand.

Ev xebat bû encama girtina tor û kesên ku di duristkirin û birêvebirina "rûpel û hesabên ku piştgirîya çalakî û îdyolojîya DAIŞê di mîdyaya civakî de dikin rol dîtine", wî ji Diyaruna re teqez kir.

Wî da zanîn ku dora 2,000 kes li seranserê Îraqê hatin girtin, û got ku 22,000 platfomên çalakên ên ser bi rêxistinê ve hatine girtin.

Ebû Rexîf dîyar kir ku bi girtina alîgirên DAIŞê li seranserê cîhanê û nehiştina propagandaya wan a li ser internêtê, "pir zehmet bûye ji rêxistinê re ku van platforman bi kar bîne bo pêkanîna ajandeya xwe".

"Xebatên lokal, herêmî û navdewletî bo rêgirtin li ber vê yekê hene," wî dîyar kir.

Lê wî haydarî da ku ew kesên internêtê bo belavkirina îdyolojîya DAIŞê bi kar tînin "hîn jî xeterîyê dirust dikin, tevî rêkarên ku rê li ber wan digirin ku vê yekê bikin".

Wî got ku ji ber lawazkirina vê yekê, "divê çavdêrîya elektronî were xurtkirin".

Danîna çalakîyên DAIŞê li jêr ronîyê

DAIŞ "gihşt dawîyê pişt jidestdana piranîya serkirdeyên xwe yên mezin, çavkanîyên xwe yên fînanskirinê û karînên xwe yên şerkirinê", Brahîm Seracî, birêveberê Komela Berevanîkirin li Mafên Rojnamegerên Îraqî dîyar kir.

"Hewlên dubare ên rêxistinê bo dîtina fezayeke ewleh û neçavdêrkirî di platformên mîdyaya civakî de rastî binketinê tê û bi ser nakevin ji ber hebûna stratîjîyên cîhanî yên qedexekirina naveroka ku piştgirîyê dide terorîzmê li ser internêtê," wî ji Diyaruna re ragihand.

Tevger û çalakîyên DAIŞê bi berdewamî tên şopandin, û rastîya ku ew berê xwe didin platformên kêmtir navdar nayê wateya ku ew dê bikaribin ku ji destnîşankirinê û cezaya yasayî birevin, li gorî Seracî.

Wî teqezî li ser hewcedarîya bi derxistina "yasayeke navdewletî ya tund" ku nehêle internêt û mîdyaya civakî bo belavkirin tundrewîyê werin bikaranîn kir.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500