Nûçeyên Iraqê
Terorîzm

Berpirsekî Amerîkî: Tê payîn ku dê DAIŞ temwîla xwe ne-navendî bike

AFP

Wêneyeke ku 28ê Cotmehê hatiye kişandin nîşan dide ku çavên Sûrîyan li ser kavilan e li cehê ku Amerîkayê serkêşîya operasyonekê li dijî serokê DAIŞê Ebû Bekir Bexdadî berî rojekê ji vê dîrokê kir, li kevîya gundê Barîşa yê biçûk li parêzgeha Idlibê li Sûrîyayê. [Omer Hac Qedûr/AFP]

Wêneyeke ku 28ê Cotmehê hatiye kişandin nîşan dide ku çavên Sûrîyan li ser kavilan e li cehê ku Amerîkayê serkêşîya operasyonekê li dijî serokê DAIŞê Ebû Bekir Bexdadî berî rojekê ji vê dîrokê kir, li kevîya gundê Barîşa yê biçûk li parêzgeha Idlibê li Sûrîyayê. [Omer Hac Qedûr/AFP]

Dîyar e ku temwîla rêxistina "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) ji sîstemeke "navendî" li Îraq û Sûrîyayê bêhtir ber bi sîstemeke bêhtir parçebûyî ve diçe piştî mirina serokê wê, Berpirsekî Amerîkî Çarşemê (20ê Mijdarê) ragihand.

"Hîn jî destên wan digihêjin bi milyonên dolaran," Marshall Billingslea, Alîkarê Wezîrê Xezîneya Amerîkî bo karûbarên temwîla terorê wiha ji nuçegehanan re ragihand piştî hazirbûna civînekê li Luxembourgê ku têkildarî berhengarbûna DAIŞê bû.

Wî ragihand ku tê payîn operasyonên darayî yên rêxistinê ji "modêleke navendî li Îraq û Sûrîyayê ber bi modêleke bêhtir herêmî ve biçe" bo ew xwe ligel mirina serokê xwe Ebû Bekir Bexdadî ve biguncîne.

Bexdadî roja 26ê Cotmehêdi êrîşeke hêzên taybet ên Amerîkî de li ser veşargeha wî li bakurê-rojavayê Sûrîyayê mir, û wî xwe li wir vedişart piştî rûxandina ya qaşo jê re tê gotin "xîlafeta" ku rûberên berfireh ji Sûrîya û Îraqê didan ber xwe.

Billingslea texmîn kir ku dê DAIŞê pişta xwe bi "rêxistinên xwe yên herêmî yên cuda girê bide bo ew bêhtir xwe-têrker bin", bi taybetî bi rêya pereyên ji revandinê, tirsandin û destbadanê û herwiha dizîna çêlekan li Nîgîryayê, ku ew li wir jî xwedan hebûn e.

Civîna Luxembourg nûnerên welatên ku hevpeymanîyekê pêk tînin, ku bo nehiştina DAIŞê hatiye pêkanîn, gihandin hev, li jêr sîwanaNehiştina Koma Aborî ya DAIŞê.

Hevpeymanîya bi serkêşîya Amerîka, Îtalya û Erebistana Siûdî, pêşwazîya du endamên nû kirin: Malîzya û Tayland. Ew salane du caran dicive li cihên cuda beyî ku pêşwext were destnîşankirin.

Duşemê, Wezareta Xezîneyê ya Amerîkayêheşt kompanî û kesayetên li Turkîya, Sûrîya, Kendavê û Ewropayê danîn ser lîsta xwe ya sizayan ya li dijî alîyên ku piştgirîya aborî ji DAIŞê re peyda dikin.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500