https://diyaruna.com/kmr/articles/cnmi_di/features/2019/10/21/feature-02

×
×
Mafên Mirov |

Bijîşkeke jin nexweşxaneyekê li jêr erdê bi rê ve dibe li "Şikeftê"

AFP

image

Derhênerê Sûrî Firas Feyad digihe Xelatên Oskar yên Salane yên 90mîn di 4ê Adara 2018an de, li Hollywoodê, Californiayê. [Valerie Macon/AFP] 

Derhênerê Sûrî Firas Feyad ê binavkirî bo xelata Oskarê jîyana xwe xistiye xeterîyê de ku stemkarîyên serokê rejîma Sûrî Beşar Esed ji dîrokê de belge bike, û wî derdê êşkenceyê di zindanê de kişand ji ber fîlmên xwe.

Tevî ki neynûkên wî hatin rakirin u hin parçeyê laşê hatin kehrebekirin, Feyad berdewam dike û şerê Sûrîyayê yê heşt salî belge dike.

Lê ew dimîne di tirsa ku bijîşkeke ciwan nexweşxaneyeke li jêr erdê bi rê ve dibe di dorpêçkirineke wêranker de ya ku gelek salan berdewam kir -- mijara fîlmê wî yê nû "Şikeft", yê ku vê hefteyê li ser şanoyan tê pêşkîşkirin.

"Gelek hate serê wê," Feyad got. "Dorpêçkirina hovane, dorpêçkirina herî dirêj ku hat pêkanîn di dîroka Sûrîyayê ya nûjen de li Xûtaya Rojhilatî... Tu kes nikare vê yekê xeyal bike."

image

Bijîşkên Sûrî rûwî keçeke birîndar dişûn dema ku qurbanîyên êrîşên asmanî yên rejîmê yên li ser Hemûrîya, Seqba, û Kefer Betnayê hatin ragihandin hatin guhestin ber bi nexweşxaneyeke guhêzbar ve li Xûtaya Rojhilatî di 7ê Adara sala 2018an de. [Amir Muhibanî/AFP]

Amanî Belûr, bijîşka zarokan a ciwan a ku mijara fîlm li ser wê ye, toreke tunek, wargehên demkî û odeyên emelîyatan li jêr erdê bi rê ve dibe li jêr cihê opozîsyonê yê dawî nêzî dergehên Şamê.

Ew û tîma xwe yên pêşîn bûn ku bersiv dan û hêvîya dawî bûn ji gelek sivîlan re bûn -- di nav wan de zarok -- ku ji alîyê pêlên bombebarankirina rejîma Sûrî û Rûsî ya bêewle ve hatin lêdan, heta êrîşeke kîmawî di 2018an de hişt ku dawî bi zorê derkevin.

Tevî lehengîyên wê, Feyad got ku Belûr qayil bû ku cîhan dê fîlmekî derbarê çîroka wê bipejirîne.

Vîdyoyên tirsbar

"Çima tu bawer dikî ku ew dê bersivê bidin dema ku dozên mezintir hene li derdora me diqewimin?" Belûr ji Feyad pirsî, yê mikur hat ku tu bersiv ligel wî nîne.

"Ez dixwazim hewl bidim -- ez dixwazim bawer bikim ku dê karibin bersiva vê yekê bidin," wî careke din jê re got. "Ez bawer nakim xelk dê (karibin) çavên xwe li ser vê yekê bigirin, ji tiştê hûn dikin."

Di encamê de belge fîlmekî tirsyar yê 102 xulekan dirêj dide çêbû, ji alîyê tîmekî kamerayê yê xwecihî ve yê ku hîn li Xûtayê dijî hat girtin, fîlmê ku jîyanê li jêr û li ser erdê dîyar dike herwekî ku bombe dibarin û birîndaran dodeynin ser neqale û erebeyên destî.

Fîlmê ku -- ji National Geographic û Danish Documentary Films -- ji alîyê Feyad hat derhênan, jîyana karmendêm opozîsyonê yên li devera bakurê Sûrîyayê ya li jêr kontrola.

Feyad, derhênerê Sûrî ku ji bo Oskarê binavkirî bû ji bo fîlmê "Mêrên dawî li Helebê" yê sala 2017an, ferman da wan ku -- without voice-over or direct-to-camera interviews.

Di nav hêsir û trjedîyayê de çîrokên derbarê jîyana rojane de hene, jîyana hewldanên afrêner ên hemşîreyeke ciwan da ku xwrinê ji 150 kesan re çêke yên ku kêm dabnkirin digihe wan, heta şahîyeke jidayikbûnê ya nepenî ku lepikên nojdarî weke nepoxan tê de bi kar anîn.

Tomarkirineke vîdyo ku bijîşk tê de bi pêş ve diçin da ku bi rewşeke piştî erîşekegazê ya kujer re bidin û bistînin bi taybet yekî xemgîn dike.

Birêvebereke nexweşxaneyê

Ligel wêrekîya wê, Feyad Belûr ji ber sedemeke din hilbijart. Ew gelekî kesayeteke kêmpeyda bû -- belkî ya yekem e -- birêvebereke nexweşxaneyê li Sûrîyay ku bi kûrayî desthilatdarîya bav lê serdest e.

Di destpêka fîlm de ew ji alîyê hevjînê xwe yê bêhêvî hat, yê gazinan dike ku kêmbûna dermanan li nexweşxaneya ji ber ku jinek wê bi rê ve dibe.

Feyad, yê ku di maleke ku jîn tê de serdest e ligel dêyeke Kurd û heft xwişkan, got ku ew baş nas dike tengavkirin û heta tundî li dijî jinên ku red dikin ku pabend bin.

"Ligel êşkencekirina ku ez rastî hatim, min dengê jinên ku ji ber zayenda xwe dihatin êşkencekirin bihîst," wî got. "Û gef li min hat xwarin ku ew dê dayîk xwişkên min bînin zindanê".

"Hin car hebûn ku min deng dibihîstin ez pê dihesiyam ku ew dengê dayîk û xweişka min bû ku (dihatin êşkencekirin)."

Belûr karîbû bireve bakurê Sûrîyayê û dawî di Turkîyayê re biçe Ewropayê.

Berî vê Feyad bi xwe hat revandin ber bi devereke ewle ve di sînorê Urdinê re û aniha ew di nav mala xwe li Kopinhaginê û karê xwe li Sûrîyayê diçe û tê.

Tu vê mijarê diecibînî?
3
Na

0 KOMÊNT

Rêbazên Komentan
Captcha