Nûçeyên Iraqê

DAIŞ kuştina "wezîrê agahiyan" piştrast dike

"Dewleta Islamî li Iraq û Şamê" (DAIŞ) roja Duşemê (10ê Cotmehê) radigehîne ku serkêşekî bilind ê operasyonên DAIŞ ku weke wezîrê agahiyan dihat naskirin hat kuştin, ev yek jî raporteke Pentagonê ya pêştir piştrast dike, AFP ragihand.

Di daxuyaniyeke di medyaya civakî de DAIŞ kuştina Wail Adil Hesen Selman el-Feyad, yê ku bi navê Ebû Muhemed el-Furqan dihat naskirin, piştrast kir û got jî ku ew "emîrê" navenda medyaya girûpê bû. Daxuyaniyê tu agahiyên din nedan.

Di meha borî de Pentagonê got ku el-Feyad di êrîşeke bi dîqet de di 7ê Îlonê de nêzî bajarê Reqayê Sûrî hat kuştin.

El-Feyad serperiştyariya berhemên medyayî yên girûpê weke vidyoyên îşkencekirin û sêdaredanê dikir, Pentagonê got, û wî bi "yek ji bilindtirîn serkêşên DAIŞ" û alîkarê nêzîkê berdevkê DAIŞ Ebû Muhemed el-Ednanî, yê ku di 30ê Tebaxê de hat kuştin, wesf kir.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500