Nûçeyên Iraqê
Terorîzm

Endamên DAIŞê poşmanî û şermê derbirîn dikin piştî girtinê

Hesen Obêdî li Bexdayê

Wêneyeke ku di 27ê Cotmehê de hatiye kişandin Mizgefta Nûrî ya Mûsilê ya ku gelekî hatiye ziyankirin li asêgeha DAIŞê ya berê li bakurê Îraqê tê dîtin, cihê ku serkirdeyê rêxistinê yê kuştî Ebû Bekr Bexdadî gelek caran li wir ji şopînerên xwe re diaxivî berî ku rêxistin ji deverê were derkirin di sala 2017an de. [Zeyd Obêdî/ AFP]

Wêneyeke ku di 27ê Cotmehê de hatiye kişandin Mizgefta Nûrî ya Mûsilê ya ku gelekî hatiye ziyankirin li asêgeha DAIŞê ya berê li bakurê Îraqê tê dîtin, cihê ku serkirdeyê rêxistinê yê kuştî Ebû Bekr Bexdadî gelek caran li wir ji şopînerên xwe re diaxivî berî ku rêxistin ji deverê were derkirin di sala 2017an de. [Zeyd Obêdî/ AFP]

Piştî salekê ji girtina wî li biyabana Enbarê di operasyoneke Îraqî de ligel alîkarîya cewî ji alîyê hevpeymanîyê ve, Talib Casim Feyad, kesê ku guman heye endamê "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) be hîn malbata serdana wî serdana wî nekiriye.

Ew dibêje heta ew pêşbîn nake ku ew serdana wî bikin.

"Hevjîn û zarokên min naxwazin tu kes zanibe ku têkilîya min bi wan re heye û ji ber vê yekê jî wan cihê niştecîbûna xwe guhertiye."

"Tu kesî ji wan serdana min nekiriye û ew li min jî napirsin," wî ji Diyaruna eşkere kir.

Feyad, herwiha weke Ebû Taha tê naskirin, aniha girtî ye û bendewarîyê lêpirsînê derbarê tawanên ji DAIŞê re kirine din nav salên 2014 û 2018 li Enbarê û başûrê Bexdayê dike.

Tê payîn ku ew hukmê qedandina jîyanê di zindanê de werbigire piştî ew mikur hat ku ew di şerê li dijî hêzên Îraqî de beşdar bû ku di encamê de karmendekî ewlekarîyê jîyana xwe ji det da.

Herwiha destên Ebû Taha di destdanîna ser mal û samananên Îraqîyên ku DAIŞê ew weke kafir şiyanse kirin hebû, û wî destdanîna ser van mal û milkan rewabar reçav kir.

"Tiştek nîne ez bêjim" wî got. "Ez bêaqil bûm û ez hêvî dikim ku dem çend salan vegere paş."

"Em di kîn û dijminatîya ku me xistibû çarçoveyeke olî dede noq bûbûn," wî got. "Rastî ev e."

"Vê yekê bobelat anî serê gelekan û me tiştên ku ne Xwedê û ne Îslamê ji me dixwest ku em bikin me dikirin, lê bi derewan me ew bi Îslamê ve girêdidan," wî got.

"Peyva şerm têrê nake ku derbirîn bike bê ez çawa hest dikim," Ebû Taha got.

Şerm û poşmanî

"Tobe û mikurhatin tiştekî ji rastîya ku girtîyan kiriye naguhere, ji ber qanûn dîyar e derbarê cezayê tê sepandin ser wan kesên ku destên wan di tawanên terorê de hene" dadwer Elî Ewnî Ebadî ji Dadgeha Resafayê ya Lêpirsînê li Bexdayê got.

Piranîya wan li dadgehê yan dema peygerînê ji qama xwe de dikevin û hin din dibêjin ew poşman in û hêvî dikin ku karibin tiştê bûyî biguherin û dem vegere paş, wî ji Diyaruna re got, "û mixabin piranîya wan ciwan in".

Wî got ku ji ber vê yekê cezayê ku ji wan kesên ku destên wan di çalakîyên girêdayî tecnîdkirinê de hene dijwartir e ji ceza li ser mucenedan bi xwe.

"Êrîşên terorîst ên DAIŞê bûne sedema mirina kesên bêgunihjîyana bi deh hezaran malbatên Îraqî hilweşand, ên bûn jinbî, zarokên sêwî bûn, ji ber vê yekê divê her tawanbarek were cezakirin," Ebadî got.

"Tiştê em ji terorîstan dibînin û dibihîsin li dadeghê ew e ku tevî ew bi tawanên xwe mikur tên, ew hîn dimînin şerm dikin," wî got.

"Peyam ji nifşê pêşerojê re"

Divê medya mikurhatinên endamên DAIŞê yên girtî û derbirînkirina wan ku ew poşman in û kirarên xwe red dikin belav bike, parlementar Muhemed Rîda, yê ku komîteya ewlekarî û berevanîyê ya parlemanî bi rê ve dibe, got

"Em van mikurhatinan weke peyamekê ji [nifşê] pêşerojê re dibînin ên çi projeya terorîst heye ku di bingeha xwe de xwe dispêre kîn, kuştin, xwîn û tolhildanê lawaz dike," wî ji Diyaruna re ragihand.

Dibe ku ev mikurhatin karibin dîyar bikin ku "gotara DAIŞ, Qaidayê û çi rêxistina tundrew a din gotara rovîyên xapînok e, ya dîyar kir bê çi qasî ew dûrî aqil e", wî got.

Makîneya tecnîdkirin û qezencan teqriben bi awayekî tam nema kar dike, li gel hin endam rêxistinê red dikin û ji nav refên wê direvin, şirovekar Fuad Elî, yê pispor e di warê komên tundrew de, got.

"Em dikarin vê yekê herwiha li ser platformên tora civakî jî bibînin, ku hin hisabên ku piştgirîya rêxistinê dikir an jî didîtin ku ramanên rêxistinê mina ramanên wan in, ew ji helwestên xwe vekişiyan û aniha DAIŞê rexne dikin û êrîşî wê dikin û pê dikenin," wî ji Diyaruna re got.

Wî got ku ew wê tawanbar dikin ku wê bobelat anî serê Sunîyên Îraqî û bû sedema kuştina hejmareke sînîyan ya nayê gotin li Îraq û Sûrîyayê ji ber bihaneyine sexte û xapînok.

Tu vê mijarê diecibînî?

1 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500

Ey Xweda Îraqê biparêze!

BERSIV BIDE