Mîr û endamên "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) hewl didin ku bi hemû buhayan xwe xelas bikin, û sivîlên li devera ku ew kontrol dikin weke mertalên zindî û karta fişarê bi kar tînin, Sûrîyên ku ji nav penceyên rêxistinê revîyane wiha ji Diyaruna re got.
Şênîyekî Reqayê bi navê Sufyan Helanî got ku DAIŞê ew neçar kiribû ku ew tevlî rêzên wan bibe berîya ku ew ji bajêr vekişîn.
"Dema ku DAIŞê navçeya Reqayê kontrol kir, endamên nîşan dan ku ew bo parastina sivîlan û rizgarkirina wan ji serdestîya rejîmê [ya Sûrîyayê] hatine," wî ji Diyaruna re ragihand.
Wî dîyar kir ku wan bawerîya xelkê bi olê bi kar anî daku wan bi rêya "fetwa û sloganên ne dirust bixapînin û ji rê bibin". Û wiha dewam kir "lê dema ku şerê Reqayê dest pê kir û xesarên mezin di nava rêzên rêxistinê de çêbûn, wê demê rûyê wê yê din dîyar bû."
Wî got ku şervan û mîrên DAIŞê nema tevlî sivîlan dibûn û xwe li jêr zemînê vedişartin "û hewl didan bi her awayekî destên wan bigihêje xwarinê".
Wî got ku di çaxê şerê rizgarkirina Reqayê, endamên DAIŞê hinek kesên ku wan ew bi darêzorê tecnîd kiribûn birin enîyên pêşîn bo bimirin.
Wî daxuyand jî ku di hinek rewşên din de, wan jîyana sivîlan weke karteke fişarê bi kar anî bo gotubêjkirina derketineke ewle bo deverine din ligel hêzên rizagker.
Heta biyanîyên ku ji xaka DAIŞê direvindibêjib ku ew bi rêya internetê bi jîyana li jêr serdestîya DAIŞê hatin xapandin û ew pir ji rastîya ku wan dît dema ew gihiştin dewleta ku qaşo rêxistinê ragihandibû bi dûr bû.
Endamên DAIŞê ''ne cihê bawerîyê ne''
Endam û mîrên DAIŞê "bi tu awayî ne cihê bawerîyê ne", Muhsin Mihemed Cibûrî, sivîlekî ku vê dawîyê ji Baxozê li Dêra Zorê reviyaye, wiha got.
"Selametî, jîyan û pereyên wan xema wan an pêşî û dawî ye," wî ji Diyaruna re got, û da zanîn ku rêxistin bi tenê sivîlan weke "mertalekê bo parastina xwe ji lêdanên asmanî û ji êrîşan bi kar tîne".
Cibûrî teqez kir ku endamên DAIŞê rê li ber wî girtin ku bireve devereke ewle.
Wî daxuyand ku ew tev hinek sivîlan dora du heftîyan hat girtin, heta çaxê ku endamên DAIŞê revîyan, vê yekê rê da koma wî ku bireve deverên li jêr kontrola QSD.
"Ew ecîbek bû ku em bi selametî gihiştin, ji ber ku rêxistinê hejmareke mezin ji mînan çandîye bo nehişt an jî hêdîkirina pêşveçûna yekîneyên QSD," Cibûrî got.
Wî got ku yekîneyên cengawer ên QSD ew û kesên din parastin dema ew ji deverê derketin, û alîkarî dan wan bo xwedûrkirin ji mînan û agirê segvanan.
Sivîl "bi tenê kartên fişarê ne"
Li gorî sivîlên ku ji asêgeha dawî ya rêxistinê li Dêra Zorê revîyane, endamên DAIŞê sivîl "bi tenê weke mertalên zindî didîtin", çalakgerekî bi navê Cemîl Ebid ji Diyaruna re ragihand.
Sivîl "ji wan re ne tiştek in, bi tenê wan bi kar tînin bo bidestxistina xwarinê û gotubêjkirina derketina bo devereke din", wî got.
Ebid got ku paş ku QSD ew li molgeha wan a dawî li rojhilatê Çemê Feratê dorpêç kirin, sirûşta rastî ya endamên DAIŞê dîyar bû.
Wî got ku çekdarên DAIŞê dest ji jin û zarokên xwe jî berdan, û da zanîn ku gelek Îraqî, Sûrî û jinên biyanî ji qedera wan re hatin hiştin dema ku QSD pir nêz bû, tev zarokên biçûk yên ku pir ji rahiştina çekan re biçûk bûn.
Wî daxuyand ku hinek ji van jinan bi darêzorê bûbûn bûkên wan, û got ku rêxistinê malbatên wan neçar kirin ku wan bidin çekdarên DAIŞê "yan jî ew bi pereyan razî kirin û sûd ji rewşa wan a aborî ya pir şepirze wergirt".
Wî got ku hejmareke mezin ji van jinan xwe radest kirin, û anîha li kampinan in ku bo bi taybetî ji wan re bibe penageh hatine avakirin.
Ebid gor ku di nav nofên dawî yên sivîlên ku ji Baxozê der ketine hejmareke mezin ji zarokan heye, ev jî tê wateya ku "ol bi tenê perdeyek bû" ji çekdarên DAIŞê, yên ku bi awayekî berçav zarok weke mertalên zindî li dijî hêzên êrîşker pêk tanîn.
Şervanekî tobedar rastîya DAIŞê dibêvirîne
Di her du salên dawî de, ji dema ku şerên rizgarkirinê li dijî DAIŞê li Sûrîyayê û Îraqê dest pê kirin, gelek ji çekdarên rêxistinê yan hatin girtin yan xwe radest kirin, û gelekan ji wan anî ziman ku ew ji kiryarên xwe poşman in.
Di dawîya 2017an de, çekdarekî DAIŞê yê li Îraqê girtî ye di hevpeyvîneke taybet deligel Diyaruna dîyar kir ku rêxistinê ew xapand.
Berekat Husên Mehmûd, 24 salî, li devera biyabanî ya Kîlo 160, li rojavayê Remadîyê, hatiye girtin paş êrîşeke hêzên Îraqî li ser çepereke DAIŞê ku tê de gelek endamên rêxistinê hatin kuştin û yên din revîyan.
Hevkarên Mehmûd ji çekdarên DAIŞê ew li pey xwe hiştin paş ku lingê wî di êrîşê de bi giranî birîndar bû.
Paş tedawîyê, ew bo zindanekê li Remadîyê hatibû veguhestin û li wir wî ji Diyaruna re teqez kir ku wî gelek tawan kirine dema ku ew ligel DAIŞê bû û wêranî kir qedera gelek malbatên Îraqî.
Mehmûd got ku rêxistinê Sunîyên Îraqî kuştin -- ên ku DAIŞê angaşt dike ku bo parastina wan hatiye -- bêhtir ji kesên din.
"Wan ji me re digot ku ew dê Sunîyên bi fermanê rêxistinê nekin yan dijberê wê bin bikuje bêhtir ji kuştina dijminan, ji ber ew xeterîyeke hundirîn in li ser xîlafetê," wî got.
"[Çekdarên DAIŞê] derwîn bûn. Bi tenê slogan bûn. Wan desthilatdarî ji her tiştê din bêhtir dixwest, û wan ev yek veşart û kirasê olê li xwe kirine."
"Ew nikarin kesî qayil bikin, ji ber ku ew bê rehm in û ez yek ji wan bûm. Ez weke wan, bûm bêrehim û şiştî ji hestên mirovî," wî got.
Ev e tiştê ku li Mûsilê kirin. Laneta Xwedê li wan be!
BERSIV BIDE2 KOMÊNT
Rejîma Melayan [a Îranê] rûyê din ê heman dirava DAIŞê ye. Wan ziyan gihand miletê Îranê. Ew xelkê welatên derdorê serjê dikin. Ew berevanîya komên terîst ên mîna Heşda Şaebî dikin. Ew jîyan xelkê wêran dikin û rûmeta wan binpê dikin. Ew dest ji tu kiryareke cihê şermezarîyê venagerînin bo di desthilatdarîyê de bimînin, ji ber ku tu cih tune ye ew berê xwe bidin wî. Wan cîhan westand Wan sînorên bêrewatîyê derbas kiriye. Gerdîleyek mirovahî jî li ba wan peyda nabe. Milîtanên DAIŞê ne tiştek in, bi tenê gefeke biçûk in, eger em wan ligel Xumênî û şelatîyên wî berhev bikin. Ew komek ji necadperestên kirêt in. Divê ew bi temamî ji holê rabin weke vîrosên polyo.
BERSIV BIDE2 KOMÊNT