Nûçeyên Iraqê
Ewlehî

Salekê piştî şerê Baxozê, şênî bidawîhatina ''kabûsa'' DAIŞê pîroz dikin

Welîd Ebûl Xêr li Qahîrayê

Endamên Hêzên Sûrîyaya Demokratîk (QSD) li tenîşt ala QSDê ne dema ku ew erkê xwe li gundê Baxozê li parêzgeha Dêra Zorê li rojhilatê Sûrîyayê pêk tînin di 24ê Adara 2019an de, rojekê piştî ku QDS, a bi pêşengîya Kurdan û bi piştvanîya Amerîkayê binxistina DAIŞê ragihand. [Giuseppe Cacace/AFP]

Endamên Hêzên Sûrîyaya Demokratîk (QSD) li tenîşt ala QSDê ne dema ku ew erkê xwe li gundê Baxozê li parêzgeha Dêra Zorê li rojhilatê Sûrîyayê pêk tînin di 24ê Adara 2019an de, rojekê piştî ku QDS, a bi pêşengîya Kurdan û bi piştvanîya Amerîkayê binxistina DAIŞê ragihand. [Giuseppe Cacace/AFP]

Salekê piştî şerê Baxozê, Sûrî rizgarbûna xwe ji "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) pîroz dikin û sipasîya Hêzên Sûrîyaya Demokratîk (QSD) û Hevpeymanîya Navdewletî dikin ji ber bidawîkirina kabûsê wan ê jîyankirina li jêr serdestîya rêxistina terorîst.

Şervanên QSD ala xwe ya zer li Baxozê, gundê li tenîşt çem ku li wir tundrewên ji gelek welatan şerekî mezin li dar xistin, bilind kirin di 23yê Mijdara 2019an de.

Serketina QSD piştî operasyoneke şeş-mehî li dijî DAIŞê hat, ku tê de hovîtîya terorîstan gihişt astabikaranîna sivîlan weke mertalên mirovî.

Jinavbirina paşmahîyên DAIŞê

"Şerê rizgarkirina Baxozê li Dêra Zorê şerekî sîmbolî bû, ku hat wateya bidawîbûna belavbûna cografî ya DAIŞê li Sûrîyayê," efserekî QSD bi navê Ferhad Xoca ji Diyaruna re ragihand.

Cotkarek tev bêra xwe di nava zevîyekê de li gundê Baxozê li parêzgeha Dêra Zorê li Sûrîyayê di13ê Adara 2020an de rawestîyaye, salekê piştî rûxana DAIŞê. [Delîl Sulêman/AFP]

Cotkarek tev bêra xwe di nava zevîyekê de li gundê Baxozê li parêzgeha Dêra Zorê li Sûrîyayê di13ê Adara 2020an de rawestîyaye, salekê piştî rûxana DAIŞê. [Delîl Sulêman/AFP]

Dîmeneke wêranîya li bajarokê Baxozê, cihê DAIŞê sivîl weke mertalên mirovî bi kar anîn di dawîn şerê xwe de li hember QSD û Hevpeymanîya Navdewletî. [Wêne ji Euphrates Post hatiye wergirtin]

Dîmeneke wêranîya li bajarokê Baxozê, cihê DAIŞê sivîl weke mertalên mirovî bi kar anîn di dawîn şerê xwe de li hember QSD û Hevpeymanîya Navdewletî. [Wêne ji Euphrates Post hatiye wergirtin]

"Gelek stûnên vê serketinê hebûn, hêzên hevpeymanîya bi pêşengîya Amerîkayê, QSD, xelkê Dêra Zorê yên ku piştgirîya operasyonên serbazî kirin, û helbet êlên ku roleke dîyar di şer de gerandin" wî got.

Wî got ku şer berdewam e bo nehiştina şanên razayî yên DAIŞê, yên hîn hewl didin ku êrîşan pêk bînin, û bo jinavbirina îdyolojîya DAIŞê bi temamî.

"Operasyon berdewam in bo jinavbirina rêxistinê bi temamî," wî daxuyand.

"Encumena Serbazî ya Dêra Zorê hîn erkên ku tê pê spartin bi cih tîne û xwebar bi qeflan tevlî rêzên wan dibin, bi taybetî ciwanên êlan," Xoca got.

Wî got ku xebatên encumenê temamker in ji xebatên hêzên Asayîşê re, yên ku berpirsyar in ji parastina ewlehîyê û aştîya civakî, ligel çavdêrîkirina hemû çalakîyên cihê gumanê yên ji hêla paşmahî û dilsozên DAIŞê ve.

Wî got ku operasyon bi ser dikevin, û da zanîn ku hejmara girtinan kêm dibe, ev yek jî nîşan dide ku "pir kêm şanên razayî mane û êdî bandora wan yan kêm yan bi yekcarî tune ye".

Xoca got ku hevdem, jîyan li Baxozê vedigere rewşa asayî ji ber ku şerên dijwar û îdyoloîjya tundrew ya ku li jêr serdestîya DAIŞê belav bû pir kêm dibin.

Kabûsa DAIŞê bi dawî dibe

"DAIŞ kabûsek bû ku qedîya," kesekî ji Baxozê bi navê Xalid Hemada, ku xebîrê semadê, wiha got.

"Her kes li herêmê bi QSD û hêzên hevpeymanîyê bawer e, û bi serkeftina [a li ser DAIŞê] ku hebûna wê û kontrola wê ya li ser xelkê û xakê bi dawî kir serfiraz e," wî ji Diyaruna re ragihand.

"Jîyan piştî DAIŞê pir cuda ye," wî got. Li jêr serdestîya Birêveberîya Xweser û birêveberîyên xwecihî yên bi ser wê ve, "her kes erkdar e, ne bi tenê li hember xwe û malbata xwe, lê [herwiha] li hember komelgehê bi giştî".

"Hewlên paşmahîyên DAIŞê yên li deverê ku rastîyê reş bikin hatin çepelkirin û bi rastîyê bersiva wan hat dan," Hemada got, û hewlên wan mîna "hewlên bêsûd" bo çêkirina derzekê di nava xelkê de bi nav kirin.

"Xelkê herêmê piştgirîya vê veguhertinê dikin û di hemû sazîyên serbazî û sivîl cih digirin ji ber ku ew bêguman armanc dikin ku herêmê pêş bixin û wê biparêzin, piştî ku bi dehên salan ew ji pêidvîyên serekî [yên jîyanê] bê par bûn," wî got.

Kêlîya dîrokî

Yekemîn salvgera rizgarkirina Baxozê "bang bo sekneke dirêj dike bo berhevkirina bê dê rewş çawa baye li herêmê eger ew [DAIŞ] hîn hebûye, bi taybetpiştî belavbûna petaya vayrûsa Koronayê", çalakgerekî civaka sivîl bi navê Emar Salih ragihand.

"Birêveberîya Xweser fermana girtina hemû [sazî û fermangehan] kir, qedexeya derketinê ferz kir, dest bi taqîmkirina hemû deveran kir, û sefer ji deverekê bo devereke din qedexe kir bo parastina sivîlan," wî ji Diyaruna re got.

"Eger ew [DAIŞ] baye, wê dê kesên ku nayên nimêjên li mizgeftan ceza kiribaye û dê endamên wê ji deverê çûbaye deverekê û vayrûsa bi xwe hilgirtibaye û di nava sivîlan de belav kiriba," weke çawali deverên li jêr kontrola milîsên ser bi Pasdarên Şoreşa Îslamî ya Îranê (Pasdaran) ve rû dide, wî got.

Salih daxuyand ku jîyana vegerîyaye rewşa asayî "bi zexmeke zêdebûyî".

"Her kes di proseya nûavakirinê û rakirina bermahîyên şer de beşdar e, ligel peydakirina derfetên kar û pêşxistina sektorê çandinîyê -- sektorê herî berhemdar li herêmê," wî got.

"Êl herwiha piştgirîya xebatên li dar ên Birêveberîya Xweser dikin û destê alîkarîyê dirêjî wê dikin dema ku ew dikarin," Salih teqez kir.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500