Nûçeyên Iraqê
Mafên Mirov

Zindaniyên berê qala îşkenceya li zindanên Sûriyê dikin

Welîd Ebû Xêr li Qahîra

Stîlek ji fîlma ‘Tedmur’, mameleya tund di zindanên rejîmê de nîşan dide. Fîlm bi hevahengiyê ligel Komeleya Girtiyên Libnanî li Sûriyê hatiye berhemanîn û ji aliyê Monika Borgman û Luqman Selîm hatiye derhênan. [Wêne ji fîlmê Tedmur hatiye wergirtin]

Stîlek ji fîlma ‘Tedmur’, mameleya tund di zindanên rejîmê de nîşan dide. Fîlm bi hevahengiyê ligel Komeleya Girtiyên Libnanî li Sûriyê hatiye berhemanîn û ji aliyê Monika Borgman û Luqman Selîm hatiye derhênan. [Wêne ji fîlmê Tedmur hatiye wergirtin]

Zindaniyên berê yên ku di zindanên Sûriyê de zindankirî bûn ji Diyaruna re qala ezmûnên xwe yên bizdêner dikin, qerebalixî, mameleya xirab, zordarî û îşkencekirina berbelav li saziyên derdora welat eşkere dikin.

Li gorî zindaniyekî berê, "dojeh ji zindaniyên Sûriyê birehmtir e".

Gelek ji wan "xwedî navûdengiyeke gelekî xirab in û hejmara zindaniyên têde gelekî ji firehbûna wan zêdetir bû", parêzerê Sûrî Beşîr Besam, ku niha li Qahîra dimîne, got.

Yên herî xirab ji van navendên girtinê zindana Tedmur û zindanên Seydnaya, Meza, Edra, Idlib û navenda girtinê ya Xan Ebû Şemat, wî ji Diyaruna re got.

Stîlek ji fîlmê ‘Tedmur’ pasevanên zindana Sûrî nîşan didin ku zindaniyekî îşkence dikin bi rêya girêdana wî bi tayrê otombîlekê bi metodeke ku bi navê "teker" tê naskirin. [Wêne ji fîlmê Tedmur hatiye wergirtin]

Stîlek ji fîlmê ‘Tedmur’ pasevanên zindana Sûrî nîşan didin ku zindaniyekî îşkence dikin bi rêya girêdana wî bi tayrê otombîlekê bi metodeke ku bi navê "teker" tê naskirin. [Wêne ji fîlmê Tedmur hatiye wergirtin]

Ajansên istixbarata dewletê her yek ji şaxê Filestîn, şaxê istixbarata Hêza Asmanî, şaxê Menteqa (Şaxê 227) û Fewca 555 hinek saziyên xwe kirin navendên girtinê, Beşîr got.

Zindanên din hatin vekirin li bingeha asmanî ya el-Dumeyr li gundewarên Şamê û bingeha serbazî ya Meza, û li gelek şaxên ajansa îstixbaratê li seranserê welat hucreyên girtinê hatin vekirin, wî got.

"Ne mumkin e ku hejmara rasteqîn a girtiyan li Sûriyê were piştrastkirin, ji ber ku zindan tije girtî ne û hejmara girtiyên di wan de ji firehbûna wan zêdetir e, û ji ber ku rejîm li gorî tedbîrên qanûnî derbarê parastina tomarên zindanan nameşe," Beşîr got.

Girêdan û celdkirin

Qasim Exres, ê 65 salî, bazirganekî ji Helebê ku niha li Qahîra dijî, ji Diyaruna re got dema ku wî li Zindana Edra li derdora Şamê derbas kir "xirabtirîn dem di jiyana min de bû".

"Ez rastî formên herî xirab ji mameleya nemirovane hatim," wî got.

Zehmetkêşana wî destpê kir dema ku di 4ê Îlona 2012an de hat girtin, wî got, anî ziman ku di dema nîv-saeta ajotina bo navenda ewlekarî ya Şamê, "min bi daran lêdan xwar û her awayên sixêfan li min kirin".

"Dema ez ji otombîlê hatim derxistin, pasevanên navenda girtinê tevlî endamên ku ez girtim di lêdana min de bûn, heta ku ez rasterast birim odeya lêpirsîner, ê ku qet bi min re neaxivî û tenê nîşan didan," Exres got.

"Ez piştre birim odeyeke tuwaletê ya tije bêhneke gelekî xirab ku ne ronahî û ne cihê derbasbûna hewayê lê nebûn," wî got, ku ew li wir ma heta şeva piştî wê, dema ku çavên wî girtin û birin odeyeke din.

Li wir destên wî hatin kelebçekirin û li ser erdê hat daleqandin.

"Yek ji wan bi dehên qamçiyan li min dan heta ku ez ji hişê xwe çûn ji ber êşê," wî got. "Piştre, min çavên xwe vekirin û min xwe dît ku careke din li wê odeya tuwaletê me."

Roja piştî wê ew hat veguhestin, ligel çar girtiyên din, bo Edra, ku li wir yekser bo odeya lêpirsînê hat birin.

Qerebalixî û îşkencekirin

Bo dema mehekê, Exres got, ew hat lêdan û lêpirsîn pêre hatin kirin bi tometa "piştgiriya darayî ji endamên terorîst re" -- tometeke ku red dike, dibêje ku ew li Şamê bû daku bi bazirganan re bicive û kelûpelan ji dikana xwe re bikre.

Ew di dawiyê de jihev ket û li tiştên ku qet nekiribûn mukir hat, wî got, bawer dikir ku "dê îşkenceyê bidawî bîne".

"Lê belê, ew berdewam bû, û lêpirsînkarî yek ji neynokên destê min ê rastê jêkir û pişta min bi darekî dorkirî şewitand, ku nîşanên wê heta niha li ser pişta min diyar in," Exres got.

Di meha yekem de, ew li şaneyeke teng li zindaneke takekesî dima, ku qetek nan û kûpeke bêhnpîs a avê didan wî.

"Piştre ez birim qawûşan, ku gelekî ji şaneya takekesî nebaştir bû," wî got.

Li odeyê 45 zindanî hebûn, wî got, ku şeş metran dirêj bû û çar metran fireh bû ku bi zorê têra 15 kesan dikir.

Her zindaniyek bi zorê cihekî mezintir ji laşê xwe digirt, wî got, anî ziman ku eger kesekî hewl da ku bisekine yan biçe cihekî din, dê cihê raketina xwe jidest bide.

Ew gelek caran "rûniştî radiketin û pişta xwe didan hev", wî got. "Tuwalêt li odeyê nebû, ji ber vê yekê zindanî di setilekê de haceta xwe diqedandin li qunçikekê ku her sibeh dihat valakirin."

El-Exres got ku ew li zindanê ma heta 30ê Kanûna Yekema 2013an dema ku malbata wî gihiştin lihevkirinekê bi siyasetvanekî re li Şamê beramberî $150,000.

Ew tenê bo demeke kurt piştî wê yekê li Sûriyê ma, wî got, piştre ligel malbata xwe çû Libnanê û ji wir bo Qahîra.

Lêdana li ser "teker"

Bazirganê Mirsî Tewfîq Salih, ê 60 salî, ku xwest bernavekî bikar bîne ji ber tirsa li ser selametiya xwe, ji Diyaruna re got ku nîqaşeke sade ligel berpirsekî ajansa ewlekariya Sûrî 17 sal ji azadiya wî birin.

Salih li Beyrûtê hat girtin di 1994an de û bo Sûriyê hat veguhestin, ku li zindanê ma heta 2011an, wî got, anî ziman ku ew nêzîkî şeş salan hat zindankirin li zindana Seydnaya ya nav-xirab .

Ew rastî heman awayê îşkenceyê hat ku "li hemû navendên girtinê ku bo wan hat veguhestin" dît, wî got.

"Ez destpêkê li Beau Rivage hatim girtin, ku ez birim qateke xwarê û hemû laşên min qamçî kirin," wî got. "Ez bi rêya tiliyên xwe û deverên xwe yên hestiyar hatim kehrebekirin, û bi tundî hatim lêdan piştî ku bi tekereke otombîlê hatim girêdan."

Ev metod weke "teker" tê naskirin, wî got, zelal jî kir ku ling tên girêdan bi awayekî ku berên lingan didin jor, ev yek ji qamçîkar re asantir dike ku li herdu lingan bide di dema sesiyona îşkencekirinê de.

"Ez bi 'metoda şebeh' hatim îşkencekirin, ku destên min hatin girêdan bi zincîreke ku bi ban ve daleqandî bû û ez hatim hildan ku bi zorê lingên min digihan erdê. Ez çendîn saetan di wê pozîsyonê de mam û bi tundî hatim lêdan," wî got.

Pasevan jî ew îşkence kirin bi rêya metoda "berika firoker", wî got, ku ew bi texteke depî bi qiyasa laşê wî hat girêdan û li hewaya vekirî hat lêdan.

Hinek ji van metodan ji aliyê pasevanan ve hatine çêkirin û hinekên din ji aliyê zindaniyan ve, wî got.

Salih got ku ew destpêkê bo şaxê Filestîn hat veguhestin, "ku li wir rastî hemû awayên lêdanan hatim, di nav de, darên depî, zincîrên hesinî, kabilê plastîk ê tund û hinek caran werîsan, heta ku ez bo zindana Tedmur hatim veguhestin ku min salên xwe yên girtinê yên din derbas kirin".

"Weke jiyana li dojehê"

Jiyan li Tedmur gelekî xirab bû, Salih got.

"Ew weke jiyana di nav dojehê bi xwe de bû. Peyvên xerab hemû zindaniyan guhdarî dikirin, ligel sixêfên ku ti kes ji wan nedifilitî," wî got.

"Ligel îşkenceyê, qamçîkirin, lêdan û kehrebekirinê, zindankar hemû awayên reftarên sadî li dijî girtiyan bikar tanîn," wî got.

Ev yek "neçarkirina wan ku mîzê vexwin, sirsirîkan bixwin, xeberan lixwe bikin û bang bi piştgiriya serokê Sûriyê bikin" lixwe digrin, wî got, anî ziman ku pasevanan herwiha zindanî bi çixare û çeqmeqan dişewitandin.

Salih got ku ew ji zindanê hat berdan li ser esasê nexweşiyekê, ku dîsk di pişta wî de hebû, rebû, zexta bilind a xwînê, nexweşiya şekir û êşeke çavan.

Berjengên gelek nexweşiyên wî derketin dema ku di zindanê de bûn, wî got, lê wî çareserî û derman wernegirtin, û ti kesê din jî wernegirt.

Tevî zehmetiyan, Salih got, ew xwe bişans dibîne, ji ber ku gelek zindaniyan jiyanên xwe jidest dan ji ber giranbûna nexweşiyên wan, hevdem kesên din bi îdamkirinên sîstematîk hatin kuştin.

Tevî vê yekê, wî got jî, ew ji zindanê derket "bi bîranînên xirab ku ez qet bawer nakim ku di jiyana xwe ya mayî de jibîr bikim".

Tu vê mijarê diecibînî?

1 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500

Ez nizanim ji bo vê êşkencekirina nemirovatî çi bibêjim. Di dawîyê de, em hemû mirov in; divê em xwe têxin kirasê xwe û şer bikin û herwiha awayekî bo bi yekcarî vê êşkencekirinê têk bibin, bibînin ku weke lawiran piştê li zilaman dişkîne.

BERSIV BIDE