Nûçeyên Iraqê
Ewlehî

Ewlehîyê tê xurtkirin li gundên Diyalayê yên dûr

Xalid Ta'î

Hêzên ewlekarîyê gundên navçeya Ezimê yên dûr li Diyalayê paqij dikin bo parastina wê ji êrîşên "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) di vê wêneyê de, li ser netê di 28ê Hezîranê de hatiye weşandin. [Wêne ji Fermandarîya Polîsê Diyalayê hatiye wergiritn]

Hêzên ewlekarîyê gundên navçeya Ezimê yên dûr li Diyalayê paqij dikin bo parastina wê ji êrîşên "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) di vê wêneyê de, li ser netê di 28ê Hezîranê de hatiye weşandin. [Wêne ji Fermandarîya Polîsê Diyalayê hatiye wergiritn]

Ewlehî hate xurtkirin bo parastina gundên dûr li navçeya Ezimê li bakurê Diyalayê ji êrîşên ku bermahîyên DAIŞê pêk tînin, birêveberîya xwecihî îroj Sêşemê (3yê Tîrmehê) ragihand.

Hêzên ewlekarîyê amadebûneke ewlehî li gundên Ezimê yên dûr ên li rex sînorên îdarî bi Parêzgeha Selahedînê re sepandin, birêveberê navçeyê Ebdul Cebar Obêdî ji Diyaruna re got.

Obêdî got ku agahdarîya dijwar piştî êrîşên DAIŞê yên cihê û zêdebûna çalakîyên rêxistinê li deverên derdorê hat.

"Ji destpêka vê hefteyê de, hêzên ewlekarîyê û yên êlan du êrîşên terorî têk birin, yek ji wan li gundê Ebû Bekirê," wî got.

Xebatkarên ewlekarîyê pêşveçûna lipeygerînekê li navçeya Ezimê li Diyalayê dişopînin di vê wêneyê de, li ser netê di 28ê Hezîranê de hatiye weşandin. [Wêne ji Fermandarîya Polîsê Diyalayê hatiye wergiritn]

Xebatkarên ewlekarîyê pêşveçûna lipeygerînekê li navçeya Ezimê li Diyalayê dişopînin di vê wêneyê de, li ser netê di 28ê Hezîranê de hatiye weşandin. [Wêne ji Fermandarîya Polîsê Diyalayê hatiye wergiritn]

Wî anî ziman ku dema berevanîya di ber gund de, endamekî hêzên êlî hate kuştin û yek birîndar bû.

Wî got ku êrîşa duyemîn devereke ewlehî li gundê Şadifê armanc kiribû, ku endamek ji hêzên ewlekarîyê hate kuştin û sê kesên din birîndar bûn.

Sivîlek Yekşema borî hate kuştin gava bombeyeke bidestçêkirî di siwareyekê de li gundê Mibarek Ferhanê hat teqandin, Obêdî anî ziman.

Ev bûyer li nêzî gundê Encanayê çêbû, ku endamên DAIŞê berî du hefteyan şeş zilam revandin, ewên ku termên wan hefteya bihurî hatin vedîtin.

Operasyonên lipeygerîn û êrîşan

Obêdî ragihand ku zêdekirina dawîn di êrîşan de rê li ber amadebûneke xurt vekir, ku hêzên ewlekarîyê êrîşin bo dîtina asêgehên DAIŞê û têkbirina tevgera rêxistinê pêk anîn.

Firqeya piyade ya 5ê, Fermandarîya Operasyonên Diyalayê û balefirên serbazî roja Duşemê operasyoneke bo şopandina şanên DAIŞê yên razayî li derdora Ezimê pêk anîn bo paqijkirina rê û malên wêrankirî, wî got.

Anî ziman ku hêza esmanî ya Îraqî jî li avahîyeke li nêzî gundê Tel Ferhanê li derveyî Toz Xurmatoyê xist, di encamê de 16 tundrûyên ku xwe li wir veşartibûn hatin kuştin.

Obêdî got ku tevî bilindbûna tundîyê vê dawîyê, malbatin ji gundên Ezimê yên dûr xwestin li malên xwe bimînin.

"Niştecih xwe bi deverên xwe girê didin, bi hêzên ewlekarîyê re disekinin, û piştgirî û alîkarîyê ji wan re pêşkêş dikin bo parastina ewlehîyê di rêya agahî û beşdarbûna di hilmetên bidûvketinê de," wî anî ziman.

Wî got ku divê operasyonên ewlehîyê bi xebatine din re bên bo kontrolkirina li ser erda ku tê teftîşkirin û paqijkirina çi çeperên mayî ji çekdarên DAIŞê.

"Divê em balê bikşînin ser avakirina baregehên leşkerî, rêbend û erbazgehên livbar, bi tayebetî li devera Çîyayên Hemrînê û deverên ku li dirêjahîya rêya sereke ne ji Ezimê heta bajarê Kerkûkê heta Parêzgeha Selahedînê," Obêdî got.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500