Nûçeyên Iraqê
Ewlehî

Berpirsên Îraqî banga bo ewlehîyeke bêhtir li gundên dûrdest dikin

Xalid Ta'î

Rûsipîyên êlan û berpirsên navçeya Hetrayê li parêzgeha Nînewayê bi serkirdeyên serbazî re dicivin bo nîqaşkirina bihêzkirina ewlehîyê li deverên xwe di 9ê Sibatê de. [Wêne ji Wezareta Berevanîyê ya Îraqî hatiye wergirtin]

Rûsipîyên êlan û berpirsên navçeya Hetrayê li parêzgeha Nînewayê bi serkirdeyên serbazî re dicivin bo nîqaşkirina bihêzkirina ewlehîyê li deverên xwe di 9ê Sibatê de. [Wêne ji Wezareta Berevanîyê ya Îraqî hatiye wergirtin]

Berpirsên Îraqî bang bo bihêzkirina ewlehîyê li deverên dûrdest ên welat kirin bo şênîyên aware karibin vegerin malên xwe.

Gelek aware hîn jî newêrin vegerin malên xwe li deverên dûrdest ji ber hêzên ewlekarîyê li nêzî gundên wan bicihbûyî ne, ku ew dibêjin ev yek dihêle hêsan be ku ew rastî êrîşên "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) bên.

Şaredarê navçeya Hetrayê Elî Salih Ehmedî ji Diyaruna re ragihand ku bêhtir ji 20 gundên dûrdest li beşê başûrî yê Nînewayê hîn terikandî ne.

Lê wî da zanîn ku hinek bêwar vegerîyane gundên Şêxan û Şêxa, ên ku hevtixûbên Hetrayê ne li deverên "li jêr kontrola hêzên ewlekarîyê".

Fermandarê polîsê Diyalayê lîwa Hamid Xelîl Şemerî li merasîmên bixaksipartina leşkerekî ku di êrîşeke DAIŞê de hatiye kuştin li bakurê Muqdadîyayê hazir e di 7ê Adarê de. [Wêne ji ofîsa ragihandinê ya polîsê Diyalayê hatiye wergirtin]

Fermandarê polîsê Diyalayê lîwa Hamid Xelîl Şemerî li merasîmên bixaksipartina leşkerekî ku di êrîşeke DAIŞê de hatiye kuştin li bakurê Muqdadîyayê hazir e di 7ê Adarê de. [Wêne ji ofîsa ragihandinê ya polîsê Diyalayê hatiye wergirtin]

Wî dîyar kir ku hinek ji van gundan ev çend sal in bê xelk in, bi taybetî yên di navbera Girava Hetrayê û navçeya Rewayê li parêzgeha Enbarê.

Ehmedî got ku bermahîyên DAIŞê bi temamî ji beşê başûrî yê Hetrayê, ku bi navê Cezîrê tê naskirin, hatine derxistin, û operasyonên ewlehî yên berdewam bi piştgirîya koleçanên asmanî li wir tên pêkanîn.

"Tu hêz li wir tune ne ku karîbin deverê baş kontrol bikin, ev yek jî nahêle ku gundî vegerin," wî dîyar kir.

Wî got ku gundên biçûk ên belawela li giravê û dûrbûna wan ji hev hiştiye ku ji hêzên ewlekarîyê re zehmet be ku bi lez destêwerdanê bikin bo berevanîya xelkê bikin dema ew rastî êrîşan tên.

Bangên bo girtina "korîdorine nepenî"

"Em bang dikin ku du yan sê yekîne ji firqeyên artêşê li navçeyê bi cih bibin bo rêbendên ewlehî deynin û pagerên pir li giravê pêk bînin bo baştirkirina ewlehîyê û girtina hemû rêçik û korîdorên nehênî," Ehmedî got.

Wî da zanîn ku ji dema êrîşa herî dawî de -- ya ku bermahîyên DAIŞê li gundê Xirbet Hemed berî çar mehan pêk anîbûn -- tu êrîşên din li bajarê Hetrayê û gundên li bakurê navçeyê pêk nehatine.

Lê rewş li gundên dûrdest li rojhilatê Îraqê ne wiha ye, bi taybetî yên ku dikevin di navbera parêzgehên Diyala û Selahedînê, ku bermahîyên DAIŞê hîn jî gefê li şênîyên vegerîyayî dikin.

Ebdul Cebar Obêdî, şaredarê navçeya Ezîmê li Diyalayê, ji Diyaruna re ragihand ku dora 10 malbatên ku li gundê Hitawiyîn dijîn neçar bûn ku jê birevin piştî êrîşeke DAIŞê li ser gundê wan berî mehekê.

Çar sivîl di êrîşê de hatin kuştin.

Piştî vê bûyerê, hêzên Îraqî belav bûn bo parastina gund û gundên û bajarokên din ên dûrdest li rojavayê Ezîmê, di çarçoveya operasyonên wan de li Selahedînê, di nav de Meyita û Muteybica.

Obêdî gazin kirin ku tu xebateke baş bo ewlehkirina gundên li rojhilatê navçeyê û li gundewarê bajarokê Celewlayê û derdora navçeya Xaneqînê tune ye, tevî hebûna êrîşên terorî li ser gundên dûrdest.

Di nav de kuştina pênc sivîlan roja 27ê Cotmehê li gundê Xeylanîyayê li navçeya Muqdadîyayê.

Ewlehîyeke bihêztir li deverên dûrdest

Ji ber van bûyerên wiha, Obêdî pêşinyara bihêzkirina ewlehîyê, pêkanîna rêkarên parêzî û bihêzkirina hevahengîya di navbera şênîyan û hêzên ewlekarîyê de, herwiha zêdekirina hebûna serbazî li deverên dûrdest kir.

Wî herwiha bang li hêzên êlan kir piştgirîya hêzên Îraqî bikin bo parastina deverên xwe.

Wî teqez kir ku pir girîng e ku rewşa ewlehî were başkirin ji ber ku di berjewendîya bermahîyên DAIŞê de ye ku gundên dûrdest vala bimînin bo ew bi serbestî li wan deveran tevgerê bikin û bingehan ji êrîşên xwe re peyda bikin.

Hêzên ewlekarîyê navenda navçeya Hewîcayê li rojavayê Kerkûkê û deverên li hawîrdora wê mîna Reşad, Ebasî û Riyad kontrol dikin, serokê encumena xwecihî Şêx Nacî Hewas ji Diyaruna re ragihand.

"Ev demeke devera me rastî êrîşên terorîstan nehatiye," wî got. "Rewş seqamgîr e û piranîya şênîyên navçeyên yên ku aware bûbûn vegeriyane gund û bajarokên xwe û jîyana xwe bi awayekî normal derbas dikin."

Wî teqez kir ku ev yek nîşan dide ku, "gerekdarîya me bi hêzên bêhtir li gundewarên navçeyê heye, di nav de deverên li tenîşt navçeyên Mexmûr, Şerqatê û girên Hemrînê, ku DAIŞ li wan çalak e".

Hewas got ku agahîyên ku şênîyên Hewîca rê didin hêzên ewlekarîyê alîkarî bi wan re kir ku hejmarek ji êrîşên terorî li navçeyên Zabê û Ebasî, û li bajarê Kerkûkê werin puçkirin.

Wî got ku piştgirîya sivîlan di dosyaya ewlehî de alîker e, û bûye sedema têkbirina şanên DAIŞê li Daqûq û Reşadê.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500