Nûçeyên Iraqê
Ewlehî

Hêzên Îraqî bermahîyên DAIŞê li parêzgeha Diyalayê armanc dikin

Xalid Taî

Firqeya Piyada a 5ê ya Fermandarîya Operasyonên Diyalayê û Polîsê Diyalayê deverên Kampa Ayşa, Gola Hemrînê û Xelewîyayê radimalin bo nehiştina hebûna endamên DAIŞê, wêne di 2yê Sibatê de hatiye belavkirin. [Wêne ji Wezareta Berevanîyê ya Îraqî hatiye wergirtin]

Firqeya Piyada a 5ê ya Fermandarîya Operasyonên Diyalayê û Polîsê Diyalayê deverên Kampa Ayşa, Gola Hemrînê û Xelewîyayê radimalin bo nehiştina hebûna endamên DAIŞê, wêne di 2yê Sibatê de hatiye belavkirin. [Wêne ji Wezareta Berevanîyê ya Îraqî hatiye wergirtin]

Hêzên Îraqî Yekşemê (2yê Sibatê) operasyoneke lêgerînê li bermahîyên "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) yên li parêzgeha Enbarê li bakurê welat pêk tînin, û bi dijwarî veşartgehên terorîstan yên li deverên li nêzî parêzgeha Selahedînê topbaran dikin.

Lêgerîn li Gola Hemrînê û Xelawiyayê, û herwihaKampa Ayşa, ku berê kampeke rahînanê ya DAIŞê bû, pêk tê, li gorî berpirsan.

Di operasyonê de, yekîneyên Firqeya Piyade ya 5ê ya Fermandarîya Operasyonên Diyalayê û Polîsê Diyalayê xanîyên terorîstan ên bêhinvedanê dîtin û wêran kirin, û herwiha sûtemenî û îmdad jî têk birin.

Hêza asman ya Îraqî êrîşeke asmanî li dijî qeyikekê li Gola Hemrînê pêk anî, û du terorîst kuştin.

Leşkerên Îraqî veşartgehên endamên DAIŞêyên li Muteybicayê, di navbera parêzgehên Diyala û Selahedînê de dişewitînin, wêne di 19ê Mijdara 2019an de hatiye belavkirin. [Wêne ji Wezareta Berevanîyê ya Îraqî hatiye wergirtin]

Leşkerên Îraqî veşartgehên endamên DAIŞêyên li Muteybicayê, di navbera parêzgehên Diyala û Selahedînê de dişewitînin, wêne di 19ê Mijdara 2019an de hatiye belavkirin. [Wêne ji Wezareta Berevanîyê ya Îraqî hatiye wergirtin]

Hêzên Îraqî topbarana bi hawinan û topan li deverên di navbera parêzgehên Diyala û Selahedînê de pêk anîn, Ebdul Cebar Obêdî, şaredarê navçeya Ezîmê li bakurê Diyalayê ragihand.

"Bombebaranê gelek veşartgehên terorîstan armanc kirine, lê qedera wendahîyan [ên DAIŞê] ne dîyar e," wî got.

Wî daxuyand ku êrîşê giranî da deverên sînorî "yên 70 kîlometran berfireh dibin, ji rojhilatê bajarokê Dulûwîyayê li başûr heta bi Bendava Ezîm û girên Hemrînê li bakur".

DAIŞ li devera sînorî heye

Obêdî got ku devera sînorî "ne niştecihbûyî ye [ji alîyê sivîlan ve], ji dema ku xelkê deverê berî dora pênc salan jê bar kirin".

Wî daxuyand ku hîn gundên "Muteybica, Mayîta, Sabîat, Xedeyrifa û Elbû Fueric baş ne ewleh in bo vegera xelkê wê".

"Bermahîyên DAIŞê hîn bi awayekî nepenî li deverên dûrdest çalak in li wan deverên sînorî û wan weke penageheke ewleh bi kar tînin tevî ku hêzên ewlekarîyê bi berdewamî operasyonan pêk tînin bo cihê wan nas bikin û li wan bidin."

"Bermahîyên DAIŞê sûdê ji bicihbûna kêm a yekîneyên serbazî yên ku li deverê ne werdigirin û herwiha ji zehmetîya ku hemû deveran di çavdêrîya cewî de bidin ber xwe, ji ber rûbera berfireh û qulên xwezahî yên ew dihundirînin, yên ku terorîstan ji koleçanê diparêzin," Obêdî got.

Obêdî bang li hêzên ewlekarîyê yên Îraqê kir "ku çalakîyên ewlehî [li deverê] zêde bikin bo rê bidin vegera bêwaran".

Wî got ku şênî dixwazin vegerin û "bi awayekî bihêz tevlî parastina deverên xwe bibin û gefên terorîstan bihêlin".

"Navenda navçeya Ezîm seqamgîr û aram e ji ber hebûna hejmareke bes a leşker, polîs û şervanên êlan, ên ku erkên xwe bi cih tînin bo parastina bajarok û rêgirtin li ber hewlên terorîstan ên têkdana ewlehîyê," wî got.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500