Nûçeyên Iraqê
Terorîzm

Li Îraqê hêrs e piştî DAIŞê 8 dîl sêdare kirin

Xalid Ta'î

Keçek wêneyeke bavê xwe hildigre, yê ku yek ji şeş kesên ku DAIŞê ew revandibûn, û yên di klîpeke rêxistinê de diyar dibin. [Wêne di medyaya civakî de hatiye weşandin]

Keçek wêneyeke bavê xwe hildigre, yê ku yek ji şeş kesên ku DAIŞê ew revandibûn, û yên di klîpeke rêxistinê de diyar dibin. [Wêne di medyaya civakî de hatiye weşandin]

Revandin û sêdarekirina ku rêxistina "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) encam daye derheqê heşt Îraqîyan bû sedema hêrs û şermezarîya raya giştî li seranserê welat.

Artêşa Îraqî Sêşemê (27ê Hezîranê) got ku wê termên heşt kesan li dirêjahîya şahrêyeke Bexdayê bi Kerkûkê ve dike dîtine, di nav de şeş kesên ku DAIŞê ew revandibûn û heftîya borî di vîdyoyeke wê de derketibûn, AFP ragihand.

Laşên li Tel Şeref li parêzgeha Selahedînê hatin dîtin "rizyayî bûn û êlekên teqîner li wan hatibûn pêçan", Fermandarê Operasyonên Dîyalayê, ferîq Mizher Ezawî eşkere kir.

"Li ser terman nîşanên guleyên di serî de û di parçeyên din ên laş de hebûn," wî ji Diyaruna re got.

Hêzên Îraqî pêngaveke ewlekarîyê ya berfereh li parêzgeha Diyalayê cîbicî dike da ku bermayîyên "Dewleta Îslamî" tine bike. [Wêne ji Fermandarîya Polîsê Dîyalayê hatiye wergirtin]

Hêzên Îraqî pêngaveke ewlekarîyê ya berfereh li parêzgeha Diyalayê cîbicî dike da ku bermayîyên "Dewleta Îslamî" tine bike. [Wêne ji Fermandarîya Polîsê Dîyalayê hatiye wergirtin]

''Xedir û binketin''

Roja Şemîyê, DAIŞê gefa sêdarekirina şeş dîlan kir eger Bexda jinên DAIŞê yên di zindanên wê de girtî ne di sê rojan de azad neke.

Di vîdyoyekê de ku alava propagandaya rêxistinê Amaq belav kir tundrew şeş kesên ku dîmenên rûyên wan ne baş bûn nîşan dan û wan got ku ew polîsên Îraqî ne û hinekan got ku ew endamên Heşda Şaebî ne.

Pişt belavbûna vîdyoyê, hêzeke ewlekarîyê ya mezin bi lezûbez pêngavek dest pê kir bo ewlekirina kesên revandî, yên ku ji parêzgeha Kerbelayê û bajarê Remadî yê Enbarê ne.

"Laş bo yekîneya pijîşkîya tawanzanî ya nexweşgeheke bajarê Tuz Xurmatû hatin veguheztin û pişkinînên seretayî nîşan dan ku îdamkirin berî çend rojan hatin encamdan," Ezawî got.

Endamên DAIŞê "ev kiryara hov berî çend rojan kiribûn û ew pêbendî wê muhleta wan di vîdyoyê de dabû nebûn", Navenda Medyaya Ewlekarî di daxuyanîyekê roja Çarşemê ragihand.

"Dê hedara me neyê heta ev endamên tawanbar ên ku bi tenê xedrê û binketinê dizanin cezaya xwe wernegirin," Daxuyanîyê got.

''Xwîna wan nîşana yekîtîya me ye''

Bi dirêjahîya çend rojên borî, çarenivîsa kesên revandî hişê xelkê Îraqî mijûl kiribû û gelekan hevsozî û hexemîya xwe bi malbatên gorîyan re derbirîn kiribûn.

"Em bi nûçeya dîtina laşên qurbanîyan hejiyan. Me hêvî dikir ku dê hêzên me wan rizgar bikin," ​​Samirê 32-salî, ku xelkê taxa Xedîr a Bexdayê ye ji Diyaruna re got.

"Lê DAIŞê careke din rûyê xwe yê kirêt naşî me kir, û kesên bêsûc bi awayekî kirêt û qirêj kuştin," wî got.

"Ev tawaneke din e di sicilên tawanên terorîstan de," Xedîr Fadil, ê 41- salî, ji taxa Dûrayê ya Bexdayê got.

"Qurbanî Sûnî û Şîyî ne, xwîna wan nîşana yekîtîya me ye û ew e ku çarenivîsa terorîstên mayî bi tenê mirin e," wî got, û banga "himbizkirina xebatan bo nehiştina hemû molgehên terorîstan" kir.

Zêna Ednan, 38-salî, ji taxa Îskan a Bexdayê bawerîya xwe bi şiyana hêzên Îraqî ya têkbirina endamên mayî yên DAIŞê anî ser ziman.

"Divê ev tawan bê cezakirin nemîne," wê ji Diyaruna re got.

Fedil Xerawî, yê ku li Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Îraqî bo Mafên Mirov dixebite, bang li hikûmetê kir ku bi lez tawanbaran bibîne û wan bide destê dadwerîyê.

"Bi encamdayîna vê kiryarê, terorîst dixwazin tirsê belav bikin" wî ji Diyaruna re got. "Divê em nehêlên ku ew bigihêjin meremên xwe."

"Tawanên mîna van yekrêzîya me li hember paşmahîyên DAIŞê û di rêya nehiştina wan de xurt dikin," wî got.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500