Nûçeyên Iraqê
Ewlehî

Hêzên Îraqî li bermahîyên DAIŞê digerin li parêzgehên Diyala û Selehedînê

Xalid Taî

Hêzên Îraqî ji Firqeya 5ê a artêşê Hawî el-Ezîm li parêzgeha Diyalayê radimalin daku li bermahîyên DAIŞê bigerin di 28ê Tîrmehê de. [Wêne ji Wezareta Berevanîyê ya Îraqî hatiye wergirtin]

Hêzên Îraqî ji Firqeya 5ê a artêşê Hawî el-Ezîm li parêzgeha Diyalayê radimalin daku li bermahîyên DAIŞê bigerin di 28ê Tîrmehê de. [Wêne ji Wezareta Berevanîyê ya Îraqî hatiye wergirtin]

Hêzên Îraqî li deverên li dirêjahîya sînorê îdarî yê di navbera parêzgehên Diyala û Selahedînê de belav bûne ku bermahîyên "Dewleta Îslamî" (DAIŞê) li wir çalak in, berpisekî roja Pêncşemê (3yê Îlonê) got.

Qayimkirinên ewlekarî li gundên li wan deveran hatin belavkirin piştî êrîşeke çekdar ku çar endamên heman malbatê roja Yekşemê kuştin, Ebdul Cebar Obêdî, birêveberê navçeya Ezîm li bakurê Diyalayê, ji Diyaruna re ragihand.

Wî got ku bermahîyên DAIŞê gundê Hitawiyînê li bakurê parêzgehê armanc kir.

Wî got ku êrîşê hêzên hevbeş ji Firqeya 5mîn a artêşê, polîsê federal û heşda êlî han dan ku li bermahîyên DAIŞê û veşartgehên wan li gund û deverên hevtixûb bi Selahedînê re bigerin.

Fermandarên serbazî di 24ê Hezîranê de civîyan da planên rizgarkirina gundan li navçeya Ezîm a parêzgeha Diyalayê giftûgo bikin. [Wêne ji Wezareta Berevanîyê ya Îraqî hatiye wergirtin]

Fermandarên serbazî di 24ê Hezîranê de civîyan da planên rizgarkirina gundan li navçeya Ezîm a parêzgeha Diyalayê giftûgo bikin. [Wêne ji Wezareta Berevanîyê ya Îraqî hatiye wergirtin]

Obêdî got ku endamên DAIŞê li deverên dikevine ser kenara çemê Ezîm de li alîyê Selahedînê hene, bi taybet li devera ji bajarokê Dilûîyayê dirêj dide heta gundê Elbû Îsayê.

Wî got ku ev deverên ku gelek çemok, zad û çîtik li wan hene, penagehekê û cihekî bo pêkanîna êrîşan li dijî gundên nêzîk ji çekdaran re pêşkêş dike, di serî de Hitawîn û devera Hawî el-Ezîm.

Hêzên ewlekarî sê veşartgehên DAIŞê li rojhilatê çemê Ezîm ber bi çemê Diyalayê ve wêran kirin, hewzê Sinsilê û Wadî Cenatê û hejmareke teqemenîyên bidestçêkirî di operasyonê de teqandin.

Tu çekdar di operasyonê de nehatin girtin an kuştin, li gorî Obêdî.

Wî got ku ji bo ku bi awayekî çalak nehêlin êrîşên DAIŞê çêbibin xalên pêşkinînê hatin danîn û pager hatin belavkirin.

Obêdî desthilatdarî han da ku operasyonan berdewam bikin heta hemû dever werin ewlekirin, wî destnîşan kir ku êrîşên teror hiştin ku xelk bifikirin ku dev ji malên xwe berdin û herine gundine din.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500