Wêneyên ji Remadî, paytexta parêzgeha Enbarê, nîşan didin ku jiyan li bajar vedigere rewşa asayî. Piştî nêzîkî salekê ji rizgarkirina wî ji "Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê" (DAIŞ), bazarên vejandî yên Remadî careke din bi çalakiyan bicoş bûne.
Xelkê aware berdewam in di vegera bo warên xwe bi koman ji dema ku hêzên Iraqî piraniya bajar ji DAIŞ dawiya Kanûnê rizgar kirin.Nêzîkî 80% ji wan niha vegeriyane di çarçoveya hewlên berdewam ji aliyê rêveberiyên xizmetguzariyê ve ji bo peydakirina xizmetên elektirîk, av û kenalîzasyonê ji xelkê re..
Di bin desthilata DAIŞ de, rê ji jinan re nedihat dayîn ku bê hevrêyekê mêr ji malên xwe derkevin û zilam dihatin neçarkirin ku riyên xwe berdin û pêbendî cilên Îslamî bin. Girûpê bernameya xwe ya xwendinê ya tije îdolojiyaya tundutûj ferz dikir, û di encamê de, gelek malbatan qebûl nedikirin ku zarokên xwe bişînin dibistanê.
Zarok niha vedigerin dibistanê, hevdemZanîngeha Enbarê vê payîzê dîsa dest bi dersan kir.