Nûçeyên Iraqê
Ewlehî

Vegerandina xizmetguzariyên giştî alîkariya Remadî dike ku ji bandora dagirkirina DAIŞ baş bibe

Xalid el-Taî

Xizmetguzarî li Kargeha Gazê ya Remadî hatin vegerandin, ku li wê derê karê nûçakkirinê hat temamkirin piştî derxistina "Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê". [Wêne ji aliyê Kompaniya Belavkirina Berhemên Petrola Iraqê]

Xizmetguzarî li Kargeha Gazê ya Remadî hatin vegerandin, ku li wê derê karê nûçakkirinê hat temamkirin piştî derxistina "Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê". [Wêne ji aliyê Kompaniya Belavkirina Berhemên Petrola Iraqê]

Her ji dema ku şaneyên dawî yên çekdarên "Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê" (DAIŞ) ji Remadî hatin derxistin di destpêka salê de, kampanyayeke bilez ji bo vegerandina xizmetguzariyên giştî li bajêr berdewam e.

Ji pêşkiyên sereke vegerandina xizmetguzariyên gaz û zeyta xwarinê û asankariyan bû, erkekî ku ji aliyê tîmên teknîkî û endazyarî yên Wezareta Petrolê bi serkeftî hat temamkirin.

"Piştî ku Remadî ji aliyê hêzên ewlekariyê ve hat ewlekirin, kompaniya me hemû çavkaniyên xwe bitevger kirin ji bo destpêkirina çaksazîkirina dezgehên xwe yên xizmetguzariyê," Elî Cubeyr el-Ebûdî, rêveberê Kompaniya Dagirtina Gazê ya hikûmî got.

"Gava me ya yekem şandina tîmên taybet ji bo zanîna zererên heyî bû û destnîşankirina berêtî, pêdiviyên kar û proseyan ji bo destpêkirina pilana nûavakirinê," wî ji Mewtinî re got.

Karê çaksazîkirinê bi Kargeha Gaza Remadî destpê kir, ku mezintirîn kargeha berhemanîna zeyta xwarinê ye li Enbarê, ku ji aliyê DAIŞ ve rastî xirabkirinê hatibû, wî got.

"Piştî amadekirina pêdaçûnan, tîmên me yên endazyarî, bi alîkariya hêzên ewlekariyê, dest bi kampanyayeke nûavakirinê kirin," wî got.

Ev yek nûçakirina xet û mekîneyên berhemanînê yên zerermend û çakirina komgeh û avahiyên derdorê li xwe digre, wî zelal kir.

"Kargeh aniha vegeriyaye karîna berhemanînê ya herî zêde bi 15,000 (12 kîlograman) butlên gazê di rojê de," el-Ebûdî got.

Ev yek guvaşa li ser şêniyên vegeriyayî yên Remadî û kesên ku li kampên awarebûnê ne û hewceyî butlên zeyta xwarinê ne kêm dike, wî got jî.

Karê bêtir ji bo nûçakkirinê hatiye pilankirin

"Di demeka nêzîk de em dê nûçakirina kargehên gazê li Remadî û deverên rizgarbûyî yên Enbarê temam bikin, di nav de kargeha el-Rutba, ku karîna wê ya berhemanînê 4,000 butl di rojê de ye," el-Ebûdî got.

Kargeha gazê ya Remadî ji ber ku nûçakirina wê xilas bûye bi temamî kar dike, Feysel Muxlif, rêveberê Kompaniya Belavkirina Berhemên Petrolê li Enbarê got.

"Şandina gazê ji kargehê re bi awayekî asan û organîzekirî bi rêya tankeran didome ku gazê ji rawestgehên şandinê li Bexdayê vediguhêzin fabrîkeyê ku di butlan de tê dagirtin piştre bi awayekî rojane ji welatiyan re tên şandin," wî ji Mewtinî re got.

Rawestgehên ku butlên gaz û kîrosînê dişînin li Remadî hatine çakirin û nûvekirin, wî got, di nav wan de stasyona Remadî ya nû û stasyona Kilo-160, herwiha stasyonên sereke yên hikûmî li Hît, Hedîsa û el-Rutba.

"Em kar ji bo peydakirina pêdiviyan û dayîna van berheman ji xelkê ku vegeriyane bajarên rizgarkirî dikin," wî got. "Em herwiha berdewam in li ser peydakirina berhemên petrolê yên cuda ji malbatên aware re li kampên Enbarê ku ew bi hewceyî wan in."

Remadî ber bi başbûnê ve diçe

Remadî hêdî hêdî ji bandora şer baş dibe, qayimeqam Îbrahîm el-Ewsec ji Mewtinî re got.

Xizmetên weke av û elektirîkê hatine vegerandin, û karê paqijkirina kolanên bajêr hatiye temamkirin, wî got.

Ji ber ku nêzîkî 37,000 malbatan vegeriyane Remadî, wî got, hewlên peydakirina hemû xizmetên sereke ji vegeriyayiyan re ber bi zêdebûnê ve diçin.

Di serî de, berhemên petrolê ne, wî got jî, "ku bandora wan a rasterast li ser jiyana xelkê û tevgerên rojane heye".

"Kargeha dagirtina gazê ya bajêr bi karekî bêhempa ji aliyê tîmên Wezareta Petrolê ve hatiye aktîvkirin," el-Ewsec got. "Ev dezgeha xizmetguzariyê dest bi peydakirina pêdiviyên xelkê Remadî û deverên derdorê kiriye."

Kar ji bo nûçakirina sê kargehên gazê yên din li rojhilat û rojavayê bajêr berdewam e, wî got jî, û nûaktîvkirina van dezgehan "dê alîkariya me di peydakirina pêdiviyên zêde ji butlên gazê ji ber ku malbatên aware yên bêtir vedigerin de bike".

"Derbarê kîrosînê, qasên baş di depoyan de hene li başûrê Remadî û hevwelatî dê vê madeyê li gorî pêdiviyên wan werbigrin, ku gelekî di zivistanê de zêde dibin," el-Ewsec got.

"Em gaza otombîlan jî didin welatiyan, û kar berdewam e ji bo vegerandina sîmaya jiyana normal li Remadî," wî got jî.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500