Bi wêne: jiyan vedigere Felûca tevî wêrankirinên DAIŞ ên berfireh
Niştecihên awarebûyî dest bi vegerana bo malên xwe dikin di demekê de ku hewilên berdewam ji bo dewamkirina xizmetan û pêkanîna ewlehiyê li bajar tê dayîn.
Diyaruna
2016-12-23
Cihê Semîr Emîs yê nergîle û qehwê li Felûca dîsan dergehên xwe ji kiryaran re vekir, piştî zêdetirî du salan ji hukmê "Dewleta Islamî li Iraq û Şamê" dema ku girûpê hukmên tund li ser xelkê sepand, mîna qedexekirina cigarekêşanê. [Seyf Ehmed/Diyaruna]
Firoşgeheke rengereng li Felûca fêkî û keskahiyên werzî difroşe. [Seyf Ehmed/Diyaruna]
Ebu Raid Helbûsî (çep), xwediyê cihê Semîr Emîs yê nergîle û qehwexaneyaa li Felûca, firoşgeha xwe nûjen kir piştî ku ew di dema hukmê DAIŞ de rastî xesaran hatibû, û niha careke din qehwe, ça, û nergîleyê pêşkêşî kiryarên xwe dike. [Seyf Ehmed/Diyaruna]
Polîsek li xaleke pişkinînê li dergehkî Felûca, pişkinîna wesayit û kesên ku derbasî bajêr dibin dike daku rê li derbasbûna bidizî ya çekdarên DAIŞ bike. Rebendeke konkrît li ber xala pişkinînê li ser nivîsandi ye: "Welatê em jê hez nakin em ne hêjayî ne" [Seyf Ehmed/Diyaruna]
Tîmên paqijkirina asewar û paşmahiyên şer ji kolanên Felûca kom dikin. [Seyf Ehmed/Diyaruna]
Serbazekî Iraqî çavdêriya kolanên Felûca dike piştî ku bajêr ji DAIŞ Hezîrana borî hat rizgarkirin û niştecihên wê dest bi vegerana bo malên xwe kirin. [Seyf Ehmed/Diyaruna]
Tîmên kehrebê xetan li Felûca çêdikin. Xizmetên weke av û gehştina kehreba niştimanî li çend taxan hatine vegerandin. [Seyf Ehmed/Diyaruna]
Karmendên beşê perwerdahiyê pertûkên nû wergirtine bo sala xwendinê ya nû. Di du salên borîn de di hukmê DAIŞ de zarok bê perwerde mabûn. [Seyf Ehmed/Diyaruna]
Xwendekarên Iraqî li dibistaneke amadeyî ya keçan di derseke mêjûyê de ne. Xwendekar, bi taybetî keç li Felûca, tu perwerdeyeke durist di dema hukma DAIŞ de li bajêr wernegirtine. [Seyf Ehmed/Diyaruna]
Zarok ji dibistana Esmeyî ya seretayî li Felûca bi xweşî li kolanan digerin dema ku piştî dibistanê ber bi mal ve diçin. [Seyf Ehmed/Diyaruna]
"Dewleta Islamî li Iraq û Şamê" (DAIŞ) Hezîrana borî ji Felûca hat derxistin. Ji wê demê ve, malbatên awarebûyî hêdî hêdî dest bi vegerana bo bajarê duyem ê Enbarê kirin, û saziyên hukmetê piştî wêrankirina berfireh ku DAIŞ pêk anî bêsekinandin kar dikin daku xizmetan vegerînin û ewlehiyê misoger bikin.
Gelek aliyên jiyanê ku DAIŞ qedexe kiribûn, mîna kêşana nergîleyê, niha dîsan li bajêr tê dîtin. Girûp cezayên dijwar li ser niştecihan ferz kiribûn, weke qutkirina destên cigarekêşan, kevirbarankirina kesên meyvexwer û celidkirina kesên rihên xwe dirêj nakin anjî cil û bergên Islamî li xwe nakin.
Tu vê mijarê diecibînî?
Vê babetê par ve bike
1 KOMÊNT
مازن الزيادي |
2016-12-25
xwedê bê erê, dê Felûca vegere jiyana xwe ya normal, piştî ku wê bacaintîma xwe du carin da carekê li hemberî dagirkirinê û ya din li dijî "Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê (DAIŞ)"
xwedê bê erê, dê Felûca vegere jiyana xwe ya normal, piştî ku wê bacaintîma xwe du carin da carekê li hemberî dagirkirinê û ya din li dijî "Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê (DAIŞ)"
BERSIV BIDE1 KOMÊNT