Nûçeyên Iraqê
Perwerde

Zanîngeha Enbar dîsan pêşwaziya xwendekaran dike

Ala Husên li Bexdayê

Zanîngeha Enbar amade ye ku deriyê xwe ji sala akademî 2016-2017 veke piştî pêkanîna nûkirineke giştî piş rizgarkirina Remadî ji "Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê". [Wêne ji Zanîngeha Enbarê]

Zanîngeha Enbar amade ye ku deriyê xwe ji sala akademî 2016-2017 veke piştî pêkanîna nûkirineke giştî piş rizgarkirina Remadî ji "Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê". [Wêne ji Zanîngeha Enbarê]

Zanîngeha Enbar li Remadî bo cara yekemîn piştî ku çekdarên "Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê" (DAIŞ) ji avahiya zanîngehê di 2015an de hatin derixstin deriyên xwe vekir, û pêşwaziya xwendekaran bo sala akademî 2016-2017 dike.

Di dema dagirkirina girûpê ji bajar re, çekdarên DAIŞ dest danîn ser avahiya zaningehê, û ew weke bingehekê û depoyeke çek û teqemeniyan bikar anîn.

Hêzên Iraqî kontrola xwe li ser zanîngehê di dawiya 2015an de vegerandin, lê di şerê rizgarkirina Remadî de, bi giranî zerer giha beşên sereke ji avahiya zanîngehê.

"Mesrefa çakirina ziyanên ku gihane Zanîngeha Enbarê digihin dora 300 milyar dînarên Iraqî ($253 milyon)," serokê beşê medya û pêwendiyên giştî yê zanîngehê Ebdulrehman Fehdawî.

"Tevî hemû zereran, rêveberiya zanîngehê biryar da ku zehmetiya nûkirina jêrxaneya wê bikşîne bi rêya bikaranîna çavkaniyên berdest, û deriyên xwe dîsan ji bo xwendekaran di sala akademî ya nû de dubare veke," wî ji Diyaruna re got.

Ders dê di avahiyên ku zerer negihaye wan anjî yên ku hinekî zerer gihaye wan de bên xwendin, wî got, anî ziman ku stafê fêrkarî amade ye dest bi sala akademî ya nû bike.

"Bi dirêjahiya dagirkirina DAIŞ ji Remadî re, stafa fêrkarî berdewam bû li ser dersdayînê li cihên alternatîv ku bo zanîngehê li Ebû Xirêb li Bexdayê û Kerkûkê hatin peydakirin," wî got jî.

Fehdawî got ku di baweriya wî de piraniya 18,000 xwendekarên zanîngehê dê îsal vegerin xwendinê.

Xwendekarên li zanîngehê ku hîn aware ne û deverên wan hîn di bin kontrola DAIŞ de ne "dê destûr ji wan re bê dayîn ku li zanîngehên din li Kerkûk û herêma Kurdistanê bixwênin heta bajarên wan bên rizgarkirin", wî got jî.

Pilana parastina zanîngehê

Hêzên polîsên Enbarê, bi hevahengiyê ligel hêzên heşda eşayirî, pilaneke hevbeş ji bo ewlekirina avahiya zanîngehê ji bo sala akademî ya nû danîne, Felah Qerexûlî, fermandarê hêzên heşda eşayirî li rojavayê Enbarê got.

"Hêzên eşîretan dê ligel tabûra sêyem ya yekîneyên hawarçûnê ya polîsê Enbarê kar bikin ji bo parastina avahiya zanîngehê di dema pêş de," wî ji Diyaruna re got.

Zanîngeha Enbar "dîsan navendeke perwerde û ronakbîriyê ye ji ber jêhatbûna xelkê Enbarê", wî got.

Ligel pêşketina artêşa Iraqî, DAIŞ beşên rojava ji zanîngehê bi teqemeniyan bomberêj kiribû "weke nîşandaneke xirab a rêznegirtina buhayên perwerde û medeniyetê", wî got.

Hêzên Iraqîdi rakirina hemû mayîn û bombeyên çandî de biserketin û karîn zanîngehê biparêzin, wî got.

Lê belê, wî got jî, "DAIŞ di çaxê şer de xwe li zanîngehê vedişart û zererên giran gihand 30% ji avahiyên wê, ji bilî girtina ser taqîgehan û dizîna alavan, ku hîn nehatine dîtin û wendayî ne".

Karê çakirinê berdewam e ji bo nûkirina tîştê ku dikare were parastin, wî got, tekez kir ku hewlên jinûavakirinê dê berdewam bin heta ku zanîngeh vegere rewşa xwe ya berê.

"Dubare destpêkirina dewamê bi xwe serkeftinek li ser terorîzmê ye," Qerexûlî got.

Saleke akademî ya mişthêvî li Enbarê

Endamê komîteya perwerdeyê ya encumena parêzgeha Enbarê Sadiq Cemîl got ku ew pêşbîniya "saleke akademî ya mişthêvî" li Remadî û bajarên rizgarbûyî yên din dike.

"Rêveberiyên perwerdeyî yên Enbarê û kolêjên li parêzgehê dest bi peydakirina pêdiviyên girîng weke mase, bordên nivîsandinê û kelûpelên sabit ên din kirine û piştgiriyê jî ji rêxistinên navdewletî werdigrin ji bo çakirina 100 dibistanan li Remadî bitenê, daku ew êdî bikaribin careke din xwendekaran werbigrin," wî got.

Derbarê avahiyên dibistanên ku di şer de bi temamî hatine wêrankirin, Cemîl got, desthilatên xwecihî dê karavanên mezin pêşkêş bike weke alternatîvên demkî ji bo vehewandina xwendekaran û staf.

Cemîl got ku ew hêvîdar e ku herî kêm "80% ji xwendekaran vegerin xwendinê di sala xwendinê ya nû de, ku ew dê ya yekem be piştî rizgarkirina Remadî ji DAIŞ".

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500