Nûçeyên Iraqê
Perwerde

Dibistan li Remadî û Felûca tevî zehmetiyan dûbare tên vekirin

Ala Husên li Bexdayê

Yek ji zehmetiyên sereke yên ku desthilat rastî wan tê rewşa dibistanan e li parêzgeha Enbarê. Ev dibistana tije-gule li nahiya Germa li parêzgeha Enbarê, ev wêne sala 2015an hatiye girtin, weke bingehekê ji çekdarên "Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê" re dihat bikaranîn. [Ehmed Rubaye/AFP]

Yek ji zehmetiyên sereke yên ku desthilat rastî wan tê rewşa dibistanan e li parêzgeha Enbarê. Ev dibistana tije-gule li nahiya Germa li parêzgeha Enbarê, ev wêne sala 2015an hatiye girtin, weke bingehekê ji çekdarên "Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê" re dihat bikaranîn. [Ehmed Rubaye/AFP]

Tevî gelek zehmetiyên ku rastî sektora perwerdeyê li bajarên Remadî û Felûca yên parêzgeha Enbar tên, xwendekar vegeriyan maseyên xwe di destpêka Cotmehê de piştî qutbûneke du-salî, berpirs ji Diyaruna re dibêjin.

Çaxê hukmê "Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê" (DAIŞ) li herdu bajaran, girûpê bernameya xwe ya xwendinê ya tije îdolojiya tunutûj sepand , wan got, Di encamê de, gelek malbatan qebûl nedikirin ku zarokên xwe bişînin dibistanê.

Hikûmeta Iraqî kontrola xwe li ser herdu bajaran vegerand piştî şerên dijwar ku di encama wan de Remadî meha Kanûnê û Felûce meha Hezîranê hatin rizgarkirin.

Ji wê demê ve, gelek kampanya hatin destpêkirin ji bo vegerandina aramî û xizmetguzariyan berî vegera xelkê aware.

Hikûmeta Iraqî dibistanên li Felûca nû kirin ji bo vehewandina xwendekarên vegeriyayî piştî şikestina "Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê". [Wêne ji Wezîrê Perwerdeyê yê Iraqî Mihemed Iqbal]

Hikûmeta Iraqî dibistanên li Felûca nû kirin ji bo vehewandina xwendekarên vegeriyayî piştî şikestina "Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê". [Wêne ji Wezîrê Perwerdeyê yê Iraqî Mihemed Iqbal]

Tevî zehmetiyan dibistan dubare tên vekirin

Hikûmeta xwecihî ya Enbar karî gelek zehemtiyên ku di rêya perwerdeyê de disekinîn derbas bike, û hişt ku sala nû ya xwendinê di dema xwe de destpê bike, endamê encumena parêzgeha Enbar Ezal Fehdawî ji Diyaruna re got.

"Pirsgirêka sereke ya ku rastî yekem sala xwendinê li Remadî tê piştî şikestina DAIŞ avahiyên dibistanan e, ji ber ku Remadî bitena xwe 39 dibistan ji dest da ku ew di şer de bi temamî hatin wêrankirin ," wî got.

Hevdem, zereyên dibistanên din ji 30 heta bi 90% ne, wî got jî.

Li Mûsil, bêtirî 50 dibistan hatin wêrankirin piştî ku DAIŞ dest danî ser bajar.

"Bi rêya tevlîkirina bêtirî dibistanekê di yek avahiyê de parêzgehê ev pirsgirêk derbas kir," wî got, û hişt ku hinek avahî xwendekarên çar heta pênc dibistanan bihewînin di çend dewamên lipeyhev de, û saetên xwendinê li her yekê bûn ne bêtirî sê saetan di rojê de.

Zehmetiyeke din kêmbûna mamosteyan bû, ji ber ku hinek ji wan aware bûne û hîn venegeriyane, Fehdawî got, anî ziman ku deverên weke girava Xalidiya, Taş û Enkur hîn bi temamî ji paşmahiyên şer nehatine paqijkirin û ne ewle ne ji bo vegera xelkê aware.

Rêveberiya perwerdeyê li parêzgehê hinek tedbîr standin ji bo qerebûkirina kêmbûna di stafê ferkariyê de, wî got, di nav de pêkanîna transfêrên îdarî di navbera dibistanên cuda de li parêzgehê.

Mamosteyên DAIŞ dê bên dadgehkirin

Mamosteyên ku hevkarî ligel DAIŞ kirine di dema kontrola wê li ser parêzgehê dê rastî "dadgehkirina dadmend û zindankirinê" bên, Fehdawî got.

"Hêzên ewlekarî beriya niha hejmarek ji van mamosteyan girtin di dema rizgarkirina bajarên Remadî û Felûca de," wî got. "Ew bi tometên hevkariya rêxistineke terorîst hatin girtin."

Rêveberiya perwerdeyê li Enbar dê herwiha her mamosteyekî ku hevkariya wî ligel DAIŞ anjî tawanbariya wî bi tometên terorîzmê hatibin piştrastkirin ji kar dûrbixe li gorî Madeya 4ê ya Qanûna Dije-Terorê ya Iraqî.

"Ti cihê fikrên terorîst û tundrew di pêşeroja parêzgeha Enbarê de tune ye," wî got.

"Gerek nifşê nû li ser nirxên hevefûkirin, biratî û qebûlkirina kesên din bên perwerdekirin," wî got jî.

Çakirina dibistanan

Wezareta Perwerdeyê ya Iraqî vê dawiyê çakirina hejmarek ji dibistanan li deverên ku ji DAIŞ hatine rizgarkirin li parêzgeha Enbarê temam kir beriya destpêkirina sala akademî ya nû, berdevka wezaretê Hedîl Amirî got.

"Wezaretê 79 dibistan li Remadî û 50ên din li Felûca û Seqlawiya [nêzîkî wê] çak kirin ," wê got.

Li Felûca, dibistan li taxên bakurî yên Şurta, Dubat û Hey Eskerî hatin çakirin û berî niha dest bi pêşwazîkirina xwendekaran bo vê sala akademî kirine, li gorî qayimeqamê Felûca Îsa Sayir.

"Desthilatên xwecihî li nahiyê niha kar dikin ji bo çakirina dibistanên ku dikevin taxên başûrî yên bajar, ji bo amadekirina wan bo wergirtina xwendekaran di demeke bê de ji îsal," wî ji Diyaruna re got.

"Perwerde û zanîn bersiva herî baş e ji terorîzm, nezanî û nedadmendiyê re ye," Amirî got.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500