Nûçeyên Iraqê

Sarîn û klor di 2 êrîşên li Sûrîyayê tên bikaranîn

Rêxistina cîhanî ya qedexekirina çekên kîmawî roja Çarşemê (13ê Hezîranê) got ku sarîn û klora kujêner hatine bikaranîn di du êrîşên cihê li gundê Letamnayê li bakurê rojavayê Sûrîyayê di Adara 2017an de, AFP ragihand.

"Pir eger heye ku sarîn weke çekekî kîmawî bikar bê" li Letamnayê di 24ê Adara 2017an de, Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmawî (OPCW) di daxuyanîyekê de got.

Şandeya lipeygerînan "gihişt encama ku klor weke çekekî kîmawî" di nexweşxaneya Letamnayê û devera li rex wê de hatiye bikaranîn di 25ê Adara 2017an de.

Piştî pênc rojên din, di 30ê Adarê de, Letamnayê rastî êrîşa sisyan hat ku sarîn jî tê de bi kar hat, birêveberê OPCW Ehmed Uzumku sala par got.

Êrîşa sarîn di 24ê Adarê de hema hema berî du hefteyan pêk hat êrîşa dijwar li ser gundê Xan Şêxûnê yê nêzîk ku li paş xwe bêhtirî 80 kes kuştî hişt.

Serencamên dawîn derbarê êrîşên 24 û 25ê Adarê de "xwe dispêrin gotinên govanine cihê, dahûrandina nexweşîyan û nimûnene jîngehî", OPCW got.

Wê got ku agahîyên mezin "demeke dirêjtir bo deranîna encaman dixwest", da zanîn jî ku raport hate "şandin bo Encumena Ewlekarîyê ya Eavdewletî".

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500