Nûçeyên Iraqê
Mafên Mirov

Raporta NY rejîma Sûriyê bi bikaranîna gaza jehrîn gunehbar dike

AFP

Hinek Sûrî roja 12ê Tîrmehê li hev civiyane û wêneyên qurbaniyan hildigrin di bîranînekê de li Xan Şêxûnê, bajarokê li jêr destê opozîsyonê li parêzgeha Idlibê, 100 rojan piştî êrîşa bi gazê ku zêdetirî 80 kesî kuştin. [Omer Hec Qedûr/AFP]

Hinek Sûrî roja 12ê Tîrmehê li hev civiyane û wêneyên qurbaniyan hildigrin di bîranînekê de li Xan Şêxûnê, bajarokê li jêr destê opozîsyonê li parêzgeha Idlibê, 100 rojan piştî êrîşa bi gazê ku zêdetirî 80 kesî kuştin. [Omer Hec Qedûr/AFP]

Lêpirsînerên NY Pêncşemê (26ê Cotmehê) rejîma Sûriyê bibikaranîn gaza sarîn li bajarokê Xan Şêxûnê gunehbar kir,bajarokê ku dikeve bakur-rojavayê Sûriyê de, û ew êrîş bû sedema kuştina bêtir ji 80ê kesan destpêka îsal.

Êrîşa 4ê Nîsanê, ku tê de gaza sarîn hatibû bikaranîn li dijî bajarokê parêzgeha Idlibê yê li jêr kontrola opozîsyonê, 83 kes kuştin, li gorî NY.

Rewangeha Sûrî bo Mafên Mirov qala mirina 87 kesan kir, ku betir ji 30 ji wan zarok bûn.

Dîmenên miriyan û qurbaniyên kêferata berî mirinê dikin, ku zarok jî di nav wan de bû, hêrseke cîhanî çêkir û bû sedema erîşeke asmanî a Amerîkî ya tolhildanî li ser serbazgehea Sûrî.

Mêrekî Sûrî roja 12ê Tîrmehê li goristanekê li Xan Şêxûnê dua dike, 100 rojan piştî êrîşeke kujêner bi gazê ku NY wê dixe hustê rejîma Sûriyê. [Omer Hec Qedûr/AFP]

Mêrekî Sûrî roja 12ê Tîrmehê li goristanekê li Xan Şêxûnê dua dike, 100 rojan piştî êrîşeke kujêner bi gazê ku NY wê dixe hustê rejîma Sûriyê. [Omer Hec Qedûr/AFP]

Li gorî raportê, "NY piştrast e ku Rejîma Sûriyê ji bikarhatina sarîn li Xan Şêxûnê roja 4ê Nîsana 2017an berpirsiyar e".

Banga bo cizayan

Human Rights Watch (HRW) roja Înê daxwaz ji civaka navnetewî kir ku cizayan li ser rejîma Sûriyê bisepîne.

Encumena Ewlekariya NY "divê bilez bikeve tevgerê de bo msogerkirina sepandina cizayan li ser kesayean û pêgehên berpirs ji êrîşên kîmayî li Sûriyê", watchdog di daxuyaniyekê de got.

Raporta NY "divê dawiyê li xap û tîyoriyên nerast ên ku hikûmeta Sûriyê belav kirine bîne", Ole Solvang, cîgerê bireveberê karûbarên awarte li HRW, got.

"Bikaranîna Sûriyê ji çekên kîmawî re çend caran gefeke cidî ye ji qedexekirina navdewletî ji bikaranîna çekên kîmawî re ye," Solvang got.

"Hemû welat xwedan berceendî ne ku sîgnalan bidin ku ev kiryarên pir bed nayên qebûlkirin."

Pisporên NY herwiha rejîma Sûriyê bi bikaranîna gaza klor di êrîşan de li bakurê welat di salên 2014 û 2015an de tohmetbar dikin.

Rûsiya roja Înê rexne li raporta NY girt, bi gotina Cîgir Wezîrê Derve, Sergî Ryabkov got ku raprot delîlên nepiştrastkirî û agahiyên hevdij dihewîne.

Rûsya û rejîma Sûriyê beriya aniha angaşt kiribûn ku dibe çekên opozîyonê hatiye teqandin li Xan Şêxûnê.

Ryabkov got ku netew dixwazi ku raportê bikar bînin daku "pirsên xwe ên cyopolotîk ên stratîjî li Sûriyê çareser bikin", û da zanîn ku Rûsya dê encaman analîz bike û bersivekê di demeke nêz de belav bike.

Tu vê mijarê diecibînî?

1 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500

Xwedê besî me ye û ew baştirîn wekîl e!

BERSIV BIDE